Muzîk û Welat

Muzîk û Welat

Îkram Oguz

 

Di muzîka hemû gelên cîhanê da mijara welat cîheke sereke digre.

Lêbelê di muzîka kurdî da welat bi xwe ye.

Jiber ku welatê kurdan, Kurdistan, welatek cûda ye.

Li rû dinê welatek din nîne, ku mîna Kurdistanê axa wê çar parçe û ji alî çar dewletan va dagirkirî be.

Miletek din nîne, ku kêm, zêde ji 50 mîlyon kesan pêk were û li ser axa xwe bindest û ji mafên xwe yên xwezayî jî bêpar be.

Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, gor muzîkên gelên din, di muzîka kurdî da mijara welat jî weke taybetmendîya welat, bi girîngîyek cûda cîh digre.

Dibe ku sedemên din jî hebin, lê sedema vê cûdabûnê ya herî sereke yek e û ew jî bindestîya Kurdistanê ye. Loma ne hewce ye, ku mirov kûr û dûr bikole û di vî warî da li sedemek din bigere.

Jiber ku welat xak û warê hevpar e…

Warê jîyana rojane, warê mîrata dîrokî, warê çand û huner, warê ziman e.

Herwiha bi ziman ra bingeh û nîşaneya miletbûnê ye.

Gelê ku li ser xaka xwe û azad nejî, berê zimanê xwe, dûra jî her tiştên xwe yên bi endametîya miletbûnê va girêdayî, wenda dike û ji kok û esaleta xwe jî diqete.

Hîmê miletbûnê jî li ser axa ku jê ra dibêjin welat û bi ziman bilind dibe.

Herçiqas ji bo miletbûnê qala çend şert û mercên din jî were kirin, gor raya min ew hemû bi hevparîya welat û ziman va girêdayî ne.

Ji welat û ziman yek kêm be, bîra dîrokî jî, çand û huner jî, jîyaneke hevpar jî pêk nayê.

Gelê Kurd jî hebûna xwe ya îroyîn, ji hevparîya ax û zimanê xwe ra deyndar e. Heger ji axa xwe dûr biketa û li zimanê xwe xwedî derneketaba, ew jî ji kok û esaleta xwe diqetîya û di nav miletên dagirker da dihelîya.

Lebêlê li hemberî zulm û zordarîyê û çerxa pişaftinê, dest ji axa xwe ya dagirkirî jî, ji zimanê xwe yê qedexekirî jî berneda, dem hat bêdeng ma û di dile xwe da, dem hat dengê xwe bilind kir û di kilam û stranên xwe da welatê xwe heband, bi bîr û bawerîya rojên ronahî ber xwe da û heta roja îro hat.

Hat kuştin, şîna xwe li ser axa xwe kir û bi zimanê xwe girîya.

Mizgînîya zêdebûnê girt, dîsa li ser axa xwe û bi zimanê xwe dilşa bû û kenîya.

Evîn û hesreta welatê xwe…

Êş û kesera dilê xwe…

Çîroka rev û koçberîya xwe…

Pesnê mêranî û mêrxasîya xwe ya li dijberî zulm û zordarîyê bi kilam û stranan anî ziman û ber xwe da…

Loma welat bû mijara kilam û stranan, bû mijara çîrok û destanan…

Ew çîrok û destanên ku di şevên payîz û zivistanê da, li odeyan dihatin vegotin…

Ew kilam û stranên ku di rojên bihar û havînê da li deşt û zozanan, li çol û çîyan olan didan û li seranserê welat belav dibûn…

Di tewn û meqamên Reso bû warê mêr û mêrxasan, di lihevanîna Şakiro da „Welatê Serhedê“, di dengê Huseyno da bû evîn û hesreta azadîyê…

Di stranên Mihemed Şêxo û M. Arif Cizrewî da weke „Gulîstan’a“ bi gul û sosinên rengîn xemilandi…

Di stranên Cemîlê Horo da weke „Çar Karxezalên Birîndar“ cîh girt.

Dem hat, bi serhildanên xwe yên dîrokî va kilam û stranên li ser mêranî û mêrxasîyê xemiland.

Dem hat, bi têkçûyîna serhildanan va weke gola xwînê di şîn û girîyên dayîkan da cîh girt.

Di kilam û stranên govendê da welat, evîna keç û xortan…

Di kilam û stranên li ser xerîbîyê da hesret û hêvîya koçberan e.

Di stranên Şivan da êşa Helepçeyê ya bi gazin û hawar e.

Di stranên Nîzamedîn Arîç da Gelîyê Zîlan e û kûr dinale…

Di stranên Ciwan da ji Sura Dîyarbekirê berê xwe dide binxetê.

Di lorîyên dayîkan da şîna keç û xortên bê miraz…

Di bîranînên bav û kalan da bûka bi xêlîya kesk û sor û zer xemilandî ye.

Bi strana ku Aslîka Qadir bi dengê xwe yê zîz û zelal jîndar dike da ew;

 

Welatê me Kurdistan
Cîh û meskenê me kurdan e
Bax û bostan, gul û gulîstan e

Rengîn şîrin, mêrg û zevî ye
Qîz û xortê wê cindî û bi eslê xwe jî Horî ne…

 

Jiber muzîk deng û bêje ya kurdan, dermanê hesret û evîna welat û jîyana kurdan bi xwe ye.

Welat war, muzîk jî xemla jîyana li war e…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev