JI BO BÎRANÎNA TÎTALÊ EFO

JI BO BÎRANÎNA TÎTALÊ EFO

Prîskê Mihoyî,

rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya)

 

Bi rêzdarî em ne tenê keda hemû karmendên rojnama «Rya teze» bîr tînin, lê her usa jî emek û şureta berpirsyarên wê rojnama jîyandirêj û dîrokî herdem dişêkirînin.

8-ê kanûnê sala 2021-ê 80-salîya berpisyarekî berê yê rojnama «Rya teze» – Tîtalê Efo (Davrêşyan) tamam bû. Navê vî karmendê dewletê û civakêyî berbiçav, rojnamevanê xweyê pênûsa bi taybet di nava dîroka rojnamevanîya kurdî da cîhekî bi sîyanet digre.

Di destpêka bahara sala 1989-an (piştî derketina Mîroyê Esed) Komîtêya Navendî ya partîya komûnîstên Ermenîstanê ev camêrê xwendî, zarxweş, xudanê sewt û kêlma kurmancîye bedew destnîşan kir wek berpisyarê rojnama me. Heyanî hingê ew 14 salan di Komîtêya Navendî da wek serokê sêktora beşê tomerî kar dikir.

Tîtalê Efo du salan bû berpirsyar – ji sala 1989-a heyanî sala 1991-ê. Ew demeke here dijawar û aloze bû, dema berî hilweşîna Sovîyêtê. Eşkeretî û dêmokratîya li her deran «perwaz» dida. Lewra jî Tîtalê Efo wek berpirsyar bi dil û can hereket dikir, ku li ser rûpêlên rojnamê ne tenê niqaş û nihêrînên cihê-cihê yên li ser dîrok, jîyan, kar û barên kurdên Sovîyêtê, lê her usan jî pirsgirêkên tevgera Kurdistanê bêne azrûkirinê. Her rewşenbîrekî me (dîrokzan, zimanzan, civaknas, nivîskar û rojnamevan) dikaribûn nêrînên xwe eşkere dîhar û raber bikrana. Lê, mixabin, caranan jî raman û nêrînên hinekan ji «çarçovê» derdiketin…

Tîtalê Efo 8-ê kanûna sala 1941-ê li Ermenîstanê, li gundê Tilik (navçeya Talînê) ji dayka xwe bûye. Piştî xwendina li dibistana navîn ew sala 1959-an li Înstîtûta Yêrêvanêye amadekirina mamostan ya li ser navê Xaçatûr Abovyan tê hildanê, ya ku sala 1964-an bi serfirazî li ser hevda tîne. Hema wê salê jî ew li beşê kurdî ya rodyoya Ermenîstanêye dewletê dikeve li ser kar wek berpirsyarê para sazbendîyê. Raste, xwendina wîye sazbendîye bi taybet tune bû, lê Tîtalê Efo gelek radyokompozîsya bi şurteta ser dereca bilind amade dikir. Ji ber ku ew li gundê kurmanca mezin bûbû, gelek awaz û stranên meye gelêrî wî ra rind nas bûn.

Di payîza sala 1965-an wî li Komîtêya Navendî ya komsomolên Ermenîstanê destnîşan dikin wek serokê koma dersbêjan. Ew 7 salan li wir kar dike, di dawîyê da dibe serokê beşê kar û barên masayî û çandê, bi sîyanetnaman û mêdala «Ji bo karê fedekar»-va tê rewakirinê.

Sala 1972-an Tîtalê Efo dibe sêkrêterê Komîtêya partiyayê yê navçeya Ermenîstanêye Aragasê. Lê salekê şûnda bi biryara Komîtêya Navendî ya partiya komûnîstên Ermenîstanê wî dişînine Moskvayê û ew dibe xwendekarê Dibistana partiyayêye bilind ya li rex Komîtêya Navendî ya partiya komûnîstên Yekîtîya Sovîyêtê. Ew sala 1975-an wê dibistanê bi qîmetê baş li ser hevda tîne, hema wê salê jî wî destnîşan dikin wek serokê sêktora beşê tomerî ya Komîtêya Navendî ya partiya komûnîstên Ermenîstanê. Dû ra, wek me li jor anî li ser zar, sala 1989-an wî kivş dikin wek berpirsyarê rojnama «Rya teze».

Gerekê bê gotinê, wekî sedî zêtetir gotar, serpêhatî û wergêrên Tîtalê Efo li ser rûpêlên rojnamên Komara Ermenîstanê (bi ermenî, rûsî, kurdî) çap bûne, bi radyoya Yêrêvanêye beşa kurdî hatine weşandinê.

Piştî hilweşîna Sovîyêtê Tîtalê Efo bi malbetî koçberî Moskvayê dibe. Sala 1999-an ew dibe berpirsyarê sereke yê rojnama «Axîna welat». Ev rojnama bi mijara kurdî bi rûsî ronayî didît. Bi dehan gotarên wî bi navê Torin li ser rûpêlên vê rojnamê çap bûne. Gotara wîye balkêş ya «Mustefa Barzanî û xwehesîna netewî ya kurdên Sovîyêtê» li berevoka rûsî ya ji bo 100-salîya têkoşer û mêrxasê kurdayî mezin Mustefa Barzanî ronayî dîtîye.

Tîtalê Efo 3-ê tebaxê sala 2003-an li Moskvayê çû ber dilovanîya Xwedê. Gelek xîyalên wî nîvcî man. Ewî dixwest berevoka gotarên xwe amede bikira. Piştî mirina wî (sala 2007-an) pirtûka wîye dersan ya bona dibistana seretayî ronayî dît.

Tîtalê Efo ne ku tenê rewşenbîrekî xwendî û bîlan, rojnamevanekî zîrek, karmendekî dewletê û civakêyî naskirî bû, lê ûsan jî mirovekî zarxweş, xudanê sewt û kêlma kurmancîye bedew bû. Ewî bêhesab qisên hewaskar dizanibû, henekên wî bi wate, xweş û tam bûn…

Mikanê wî li buhuştê be, gelek caran em mukurîyê wî dikin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev