Kejal Derwêş: Deriyên Konfederasyona Diaspora Kurdistanî ji her kesê ku baweriya wan bi mafên neteweyî û demokratîk yên Kurdan heye re vekirî ye

Kejal Derwêş: Deriyên Konfederasyona Diaspora Kurdistanî ji her kesê ku baweriya wan bi mafên neteweyî û demokratîk yên Kurdan heye re vekirî ye

 Serpil Güneş

BasNews – Navenda Revenda Kurd li Hewlêrê bi kongreyekê avakirina Konfederasyona Diaspora Kurdistanî ragihand. Kongreya damezrîner ya Konfederasyona Diaspora Kurdistanî dixwaze Kurdên ku baweriya wan bi serxwebûna Kurdistanê, bi rêyên demokratîk û bi Alaya Kurdistanê heye di bin sîwanekê de kom bike.

Kongre bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, gelek rayedarên Başûrê Kurdistanê û bi 150 delegeyên diasporayê, di 4-5ê Berfanbarê de li Salona Konferansê ya Saed Abdullah ya li Hewlêrê hate lidarxistin.

Navenda Revenda Kurd (Kurdish Diaspora Center) di sala 2019an de, ku navenda wê li Almanyayê ye, bi pişgirîya ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye destnîşankirin, dest bi xebatên xwe kir. Navendê li gelek welatan federasyon ava kirin. Navenda Revenda Kurd piştî xebata 2 salan biryar da ku bi kongreyekê konfederasyonekê ava bike da ku xebatên bi salan yên li diasporaya Kurd di bin sîwanekê de bicivîne.

Em li ser armanca damezrandina Konfederasyona Revenda Kurdistanî û peyamên wê bi Berpirsê Têkiliyên Navenda Revenda Kurd Kejal Derwêş re axivîn.

Kejal Derwêş, qala têkoşîna demdirêj ya Kurdên li dîasporayê ya ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd kir û got; ji bo ku ev xebat û hewldan di bin sîwanekê de bibine yek, di kongreyê de biryar hat dayîn ku Konfederasyona Revenda Kurdistanî bê avakirin.

Kejal Derwêş diyar kir ku her kes û rêxistên ku baweriya xwe bi Serxwebûna Kurdistanê, bidest xistina mafên demokratîk ên Kurdan bîne û Alaya Kurdistanê qebûl bike, dikare beşdarî Konfederasyona Revenda Kurdistanî bibe û wiha berdewam kir; deriyê Konfederasyonê ji hemû Kurdên diasporayê re vekirî ye ku pîvanên hatine diyarkirin qebûl dikin.

Açıklama yok.

Navenda Revenda Kurd li Hewlêrê yekemîn kongreya xwe li dar xist.  Armanca we ji lidarxistina vê kongreyê çi ye?

Ji bo avakirina vê konfederasyonê em bi navê Navenda Revenda Kurd ev du sal in dixebitin. Bi vê kongreyê em Konfederasyona Revenda Kurdistanî radigihînin. Em dikarin bibêjin ku ev destpêkek e, bi vê kongreyê Navenda Revenda Kurd xwest konfederasyonekê ava bike û koordînasyona hemû Kurdên li derveyî welat pêk bîne û enerjî û rêxistinbûna wan di navendekê de bicivîne.

Di kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî de biryar hat dayîn ku rêxistineke bi tevahî sivîl e ku ne di bin kontrola partiyên siyasî de ye, bêalî û bi mafên neteweyî yên Kurdan ve girêdayî ye.  Her kes, komele û rêxistinên Kurdistanî yên li dîasporayê ku dixwazin xizmeta neteweya xwe bikin, dikarin bi rehetî beşdarî vê konfederasyonê bibin.

Em wek konfederasyon bê guman ne li dijî partiyên siyasî ne, ne jî alternatîfa wan in.  Berovajî vê yekê, em bi pêşxistina têkiliyên li ser esasê berjewendiyên neteweyî piştgirî didin partiyên Kurdistanî yên ku ji bo mafên rewa yên Kurdan di qada navneteweyî de dixebitin.

Ez dixwazim li vir tiştekî aşkere bikim da ku şaş neyê famkirin. Ev kongre ne kongreya ku hemû diasporaya Kurdan temsîl dike ye.  Kongreya ku me li dar xist, kongreya Navend Revenda Kurd bû.  Di vê kongreyê de biryara damezrandin û ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanî hate girtin. Bi vê kongreyê, em ê hewl bidin ku saziyên li ser berjewendiyên neteweyî yên ku li dîasporayê hatine avakirin û kesên ku dilê wan bi Kurdistanê re ye bigihîne hev.

Komele, navend an jî federasyonên ku li ser esasê berjewendîyên neteweyî hatine damezrandin, dikarin di Konfederasyona Revenda Kurdistanî de cih bigirin. Ji bo kesek an saziyek ku bixwaze beşdarî Konfederasyona Revenda Kurdistanî bibe pîvanên ku têne xwestin çi ne?

Her federasyon û saziyeke ku bixwaze di bin banê Konfederasyona Revenda Kurdistanî de bixebite, divê berê li welatê ku lê ye bibe fermî û hemû rêgezên qanûnî pêk bîne. Duyem;  deriyê Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo her kesê Kurdistanî yan jî saziyeke ku Alaya Kurdistanê wek alaya neteweyî qebûl dike, bi serxwebûna Kurdistanê û mafên demokratîk ên Kurdan bawer dike û bi kurtasî girîngiyê dide ziman, nirxên neteweyî û çanda Kurdî re vekirî ye.

Helbet ew kes an jî federasyonên ku dê bibin endamên konfederasyonê, divê berî her tiştî endamên Navenda Revenda Kurd yên li welatên ku em lê birêxistinkirî ne, bin.

Konfederasyon tenê yek ji xebatên Navenda Revenda Kurd e. Kurdên li dîasporayê xwedî tecrubeyeke mezin ya gelek salan in. Lê belê ev pergal, ya ku em texmîn dikin yekem e. Navenda Revenda Kurd di demeke kurt ya wek 2 salan de gavên girîng avêtin. Asta ku xebata me gihîştiye, ji aliyê Serok Barzanî ve jî hat nirxandin. Serok Barzanî Konfederasyona Revenda Kurdistanî wek pêkhateyeke Kurdistanî ya hemû Kurdan pênase kir. Di Konfederasyona Revenda Kurdistanî de Ermenî, Keldanî, Suryanî û her wiha hemû rengên Kurdistanê hene; hemû bawerî, Êzidî, Yarsanî, Kakeyî, Zerdeştî û Elewî jî tê de hene. Armanca stratejîk ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi tevahî li ser esasê parastin û pêşxistina berjewendiyên neteweyî ye. Yek ji xebatên stratejîk ên Navenda Revenda Kurd jî ciwan û jin in.  Nifşên yekem û duyemîn yên ciwan û jinên Kurdên li diasporayê di astên girîng de dixebitin û hinek ji wan jî li welatên ku lê dijîn dixwînin. Em dixwazin piştgirî û girîngiyê bidin ciwanên Kurd ji bo ku di karên dîplomasî û lobiyê de bixebitin.

Açıklama yok.

Xebata Konfederasyona Revenda Kurdistanî wê di bidestxistina mafên rewa yên Kurdên çar parçeyan de çi bike?

Wek min di serî de jî qal kir, Kurdên li diasporayê xwedî xebat û tecrubeyên girîng in. Lê ev xebat ne bi navendeke yekgirtî ve girêdayî ne. Armanca me ew e ku em van hemû tecrubeyên giranbiha di navendekê de bikin yek û bigihînin asteke bilindtir. Xebatên ku ji bo mafên rewa yên demokratîk ên Kurdan tên kirin, ji bo ku dengê me bigihêje cîhanê û ji bo nasandina komkujiyan (genoside), divê piştgiriya navneteweyî were girtin.  Wek mînak di dîrokê de Enfala ku li Helebçeyê hat kirin û di van demên dawî de bi destê DAIŞê jenosîdên ku li Kurdên Êzidî hatine kirin. Lê yek ji wan jî hîn di qada navneteweyî de nehatine naskirin. Erka Kurdên li diasporayê ye ku van jenosîdan bidine nasandin.

Lobîkirina li parlementoyên welatên ku em li dijîn, bi beşdariya Kurdên li derve di asta dîplomatîk de dê karê me yê sereke be. Di çarçoveya hevkariya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên herçar parçeyan de, em ê bixebitin ku dewletên rojavayî mafên Kurdan nas bikin. Em ê li ser yekitiya Kurdên li diasporayê bisekinin. Em di wê baweriyê de ne ku heger ev çalakî ji yek navendê bêne koordînekirin dê encama xebatan hebin.

Peyama we ya ji bo Kurdên li diasporayê çi ye?

Hêvîdar im Kurdên li diasporayê armanca kongreya me şaş fêm nekiribin. Ev kongre kongreya Navenda Revenda Kurd e, ne ya kurdên dîasporayê ye. Kongreya me di heman demê de kongreya civandina federasyonên ku dixwazin tevlî me bibin e.

Deriyê me ji hemû Kurdistaniyan re vekirî ye. Serok Barzanî jî her wiha got ku heta niha kar û xebat gihîştine asteke erênî. Hemû Kurdên li diasporayê xwuşk û birayên me ne û em amade ne bi her kesê ku bixwaze xizmeta neteweya xwe bike re kar bikin.

Kejal Derwêş: Deriyên Konfederasyona Diaspora Kurdistanî ji her kesê ku baweriya wan bi mafên neteweyî û demokratîk yên Kurdan heye re vekirî ye (basnews.com)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev