Pirsa we û bersiva me – 198

Pirsa we û bersiva me – 198

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

 

Bersiv: Henekên kurdî – 6

 

1-

Dema ku ez teqawît bibim, ez ê ji jiyanê kêfê bistînim û bi teserûfê bijîm. Lêbelê, hinekî ne diyar e ku roja duyê ez çi bikim!..

 

2-

Xortek li dawetê diçe cem keçekê û dipirse:

-Tu dixwazî ​​bireqise?

-Erê, erê

-Çi baş e, wî çaxî ka rabe, ez ê li ser kursiyê te rûnim.

 

3-

Ma bi rastî feyda wê heye ku dema hûn li ser pîvanê/mêzînê disekinin û zikê xwe dikşînin hundir?

-Wa diyar e ku feyda wê heye. Wekî din ez hejmaran nabînim.

 

4-  

Komunîst Stalîn qelûn dikişand! Rojekê wî qelûna xwe nedît! Wî gazî serokê KGB kir (bi hovîtiyên xwe navdar bû) Stalîn jê re dibêje: wî kurê ewêdîyê bibîne! Kî qelûna min dizîye! Piştî çend demjimêran, Stalîn KGB agahdar kir, wî qelûna xwe dîtibû.

Paşê serleşker bersiv da;

-Pirsgirêkek me heye! 250 kes hene yên bi dizîya qelûna te li xwe mikur hatine! Û 700 kes jî gumanbar in.

 

5-

Jinik:

Seyda, ez pê hisîyam ku li Ukraînayê hevalek û zarokek mêrê min heye. Gelo mêrê min, min dixapîne? Dostika li derveyî welat, dikeve kategorîya xapandinê de?

Bersiva melê: Na keça min, rêwingî tê hesêbê!..

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev