Bernameyeke taybet ji rojên damezirandina Revenda Kurdistanî

Bernameyeke taybet ji rojên damezirandina Revenda Kurdistanî

Berhema profêsor Ezîzê Zîyo malbetên Bedirxanîyan û Barzanîyan nêzîkî hevdu kir

 

Di vê bernameya Kurdistan TV da 3 kesên tevgelên Kongrêya Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Hewlêrê – hunermend Aslîka Qadir, rêvebirê malpera RIATAZA Têmûrê Xelîl û sîyasetmedarê ji Senendeca Rojhilatê Kurdistanê Arêz Darapur – behsa piştgirîkirina vê bûyera dîrokî ya di nava jîyana kurdan û Kurdistanîyan da dikin.

 

Aslîka Qadir behsa pêwendîyên xwe bi radyoya kurdî a Rewanê, stiranên ku gotine, keda xwe a bêhempa di nava humermendîya kurdî da û rola radyoyê û serokê wê Xelîlê Çaçan di karê şîyarkirina gelê kurd da kir.

 

Rêvebirê malpera me a versyona kurdî Têmûrê Xelîl wek endamê Komîtêya Revendê behs kir, ku wî ji navê Revendê berî kongreyê karekî pîroz kirîye, kitêba profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan a ser 11 salên jîyana Barzanîyê Mezin û 596 pêşmergeyên wî li ser axa Yekîtîya Sovyetê ji rûsî wergerandîye kurdî, ku serokê Revendê birêz Tahir Hewramî jî karê redaktorîkirina wergerê û tîpguhêzîya kurdîya latînî ser kurdîya erebî dike. Ango, bi vî karê pîroz pevgirêdaneke ber dilê me ezîz çê dibe di navbera malbeta Bedirxanîyan û malbeta Barzanîyan da.

 

Di wê pirtûka delal da herwiha malûmatîyên wisa balkêş hene, wek bi saya pêşnîyara serokê radyoyê Xelîlê Çaçan Mustefa Barzanî behsa zêdekirina wextê radyoyê gîhande serokatîya Sovyetê û weşanên radyoyê dewsa 45 deqeyên berê bû 90 deqe.

 

Têmûrê Xelîl herwiha behsa malpera me, xwedîyê wê – kurdê binavûdeng li cihanê, parlamentarê gelek salan yê DÛMA Rûsîya Federal Zelîmxan Mûsoyev kir, ku keda wî di gelek karên bi kurdan va girêdayî da heye.

 

Hêvîdar im vê bernameya bi tevgelîya du kurdên Sovyeta berê bi dilê we be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev