Dîroka ala Kurdistan, ala Rengîn -1

Dîroka ala Kurdistan, ala Rengîn -1

Em vê lêkolîna birêz Qado Şêrîn, ku ji malpera me ra şandîye, dikin 3 beşan û îro beşa wê a pêşin çap dikin. Sipas bo lêkolîner û fermo, hûn jî dîroka Alaya xwe bizanibin.

 

Qado Şêrîn

 

Al û ala di destpêkê de, di şer û cengan de wek nîşan û danasîna xelk û grûpan dihatin bikaranîn, di dû re li derveyî şer û cengan, di destpêka sedsala 17an de, bi derketina keştî û gemiyan re, di deryayan de hat bikaranîn daku, welatê xwediyê gemiyê bête nasîn. Belkû berî keştiyên Hollendiyên Pîrat, al li ser keştî û gemiyan nehatibûn danîn û hildan.

Al simbol û nîşana komek kes e, grûpek naskirî, êl, civak, Umetek, tîmek gogê, gund û bajar, milet û welatekî ye. Ala niştimanî nûnertiya welat hemûyî dike, ew a li ser dezgehên hikûmetan û hemwelatî di helkeftin û cejnên niştimanî de blind dikin. Ala neteweyî bi gelemperî bi reng û simbolên xwe bi wateyên taybet têne çêkirin, dibe ku ala niştimanî ji ya neteweyî cuda be. Al dikare piştî bûyerên mezin di dîroka welat û miletan de bê guhertin. Carinan al tê şewitandin yan binpêkirin, ew jî wek simbolîk tê fam kirin ku wê komê ew welat an pê li serwerî û comerdiya wî welatî kiriye. Ala niştimanî simbola serweriya niştimanî ye, belkû belge û nîşana serxwebûn û yekbûna xakê ye.

Cara yekemîn di sedsala 16an de, di şerê navbeyna Îspanyol û Holandiyan de, Holandiyan alek ji sê rengan pirteqalî, spî û şîn bikaranîn. Wê demê Holanda û gelê Holandî di bin nîrê Îspanyolan de bûn. Paşê di ala xwe de li ciyê pirteqalî rengê sor danîn. Di şoreşa Fransiz(1789) de, rengên Holendiyan wek simbol bikaranîn, lê berovaj kirin. Fransizan di tevgera xwe de nîşan dan û paşê jî, ji xwe re kirin ala neteweyî ya Fransê.

Yekemîn al wek simbola niştimanî ala Hevgirtina Jack e, vedigere sala 1603an, dema ku şahê Skotlandayê Jamesê şeşemîn mîrasê şahinşahiya Engilandê û Îrlendayê kir yek, bi vî rengî taca England û Skotland û Irelandayê kir yek, lê dewlet wek xwe man. Di 12ê Avrêla 1606an de, bi biryarek şahinşahî alek nû ji bo nûnertiya vê hevgirtina şahinşahiyê bike hat çêkirin. Xaça sor li ser paşek spî, wekî Xaça Qedîs Gorc tê zanîn, û ala Skotlandê xaça spî li ser paşek şîn, ku bi navê Saltire an Xaça Qedîs Andrew tê zanîn, bi hev ve hatin girêdan, û ala Brîtanyaya Mezin û yekem Ala hevgirtinê hat danîn û nîşandan.

Piraniya welatên Ewropayê di pêvajoya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de ala neteweyî nas kirin û pejirandin. Gelek welatan alên niştimanî li ser bingeha alên şer ên kevnar çêkirin. Di dawiya sedsala 18an de, bi derketina hestên neteweperestiyê re, alên neteweyî di warên sivîl de jî destpêkirin. Mînakên pêşîn ên balkêş ala Dewletên Yekbûyî ye, ku yekem car di sala 1777an de wekî nîşanek deryayê hatibû pejirandin, lê piştî Şoreşa Amerîkî wekî sembolek gelemperî ya Dewletên Yekbûyî hat çesipandin. Tê gotin ku Firensiyan ala sêrengî ji Pîratên Holendî girtine, dema ku di deryayê de bihêz bûn, ala keştiyên wan sêreng bû, lê Firensiyan berovaj kirin û ji xwe re kirin al. Lê derketina alên neteweyî û niştimanî li Ewropayê di dawiya sedsala hîjdan û destpêka sedsala nozdeyan de bi derketina meylên neteweperestî re bû, ew bû sedema derketina alên niştimanî di çarçoveya sivîlane de.

Her gel, ji bo nûnertiya rûmet û nirxên xwe yên civakî, wek nîşana serweriya welatê xwe, sembola parastina azadî û serxwebûna xwe, xwediyê alek taybet e.

Alên ku eşîretekê, partiyekê, şîrketekê, gund, bajar, parêzgeh, yan tîmek fûtbolê nûner dike, ji ya neteweyekê bi hemû aliyên xwe ve nûner dike cuda ye.

Li Ewropa, her welat, bajar, gund, herêm, tîma werzişê, partî, fêrme, hwd. alek heye, gelek caran ew al wek Logo tê bikaranîn.

Kurd û al

 

Mîna hemû netew û gelên cîhanê, pêwist e yek al nûnertiya gelê kurd bike, û wek simbola niştimanî û nasname û yekbûn û yekrêziya gelê kurd û Kurdistanê bê pejirandin.

Cara yekem navê ala Kurd di efsaneya Kawayê Hesinkar de derbas dibe. Kawayê Hesinkar bi pêşmalka xwe ya di dema kar de li ber xwe dikir, wê wek alekê berjor û ber li ba dike dema Dehakê zalim dikuje û ber bi çiyê ve direve daku, mizgîniyê bigihîne xelkê.

Hatiye gotin, lê nikarim piştrast bikim ku piştî Dehak lawê Kawayê Hesinkar dikuje, Kawa jî ji bo ji bîr neke û tola kurê xwe hilîne, çermê kurê xwe bi rengên kesk û sor û zer boyax dike û bi dîwêr ve didaliqîne. Gotinek din, piştî ku Kawa Dehak dikuje, berdilka xwe ya bi her sê rengan xemilandî wek alê bilind dike, û mizgîniyê dide xelkên ji ber zulma Dehak reviyabûn ser çiyayan.

Di derbarê ala kurdan ya berê de Lokman Polat wisa nivîsandiye: “Wek tê zanîn Med bapîrên Kurdan in. Medan di dîrokê de împaratoriyek mezin damezirandine. Wekî her miletî ew jî di dema xwe de xwedanê ala xwe bûne. Ala wan sembola împaratoriya wan bûye. Ala Medan weha bû: Li alî jor şerîtek sor heye. di nav vê şerîta sor de tac heye. Tac zer e. Li navê şerîtek spî heye, di nav vê şerîta spî de wêneya şêr heye û li pey şêr jî tîrêjên rojê derketine, roj bi rengê zer e û şêr jî bi rengê gewher e, li alî jêr şerîtek kesk heye. Di nav vê şerîta kesk de ti wêneyek lê nîn e. Ala Medan ku di dema dîroka qedîm de bi kar anîne û ala Kurdan ku ya niha wek sembola netewî diparêzin ne wek hev bin jî, rengên wan wek hev in. Kesk û sor û zer di her du alayan de jî cih girtine. Alaya Kurdan ya niha de taç û şêr jê derketine. Di ala Medan de roj nîv roj e, di ala niha de roj bi temamî heye”.

Hin jî, Ala Rengîn bi rengên baweriyên Kurdan ve girêdidin, bi taybet bi rengên baweriyên ola Ezdayetî û Zerdeştiyê ve girêdidin. Lê pir vekirî û xwiyanî ye ku çavkaniya Ala Rengîn û ya Newrozê yek e, û 2600 sal berê, Împaratoriya Kurd ya bi navê Med jî ev al bikaraniye.

Ala Împaratoriya Med, li bajarê Persepolîs yê kevnar (bi kurdî “bajarê Farisan” li bakurê şaristaniya Mervdeştê ya li bakurê parêzgeha Faris), wek mozayîk 6×8 metreyan de fîgurekî wê yê nêzîkî ala kurdan ya îro heye. Cudahiya wê ji ya îro: li ser zemîna xeta ortê şêrek ku roj li ser pişta şêr heye û li ser zemîna jor ya sor jî tacek heye.

Dêmek yên ku ala Kurdistan a îro çêkirin, sûd ji ala Medan girtine, agahdar bûn bê ala Medan çilo û çawa bû. Her wiha haya wan ji alên netew û welatên cîhanê hebû, reng û form û mebest wek hev in, lê wate û simbol û reng cuda dibin.

Kilasîkên kurd qala alê kirine, qala alê di helbest û nivîsên xwe de kirine, dêmek têrm û têgeha alê ji berê ve li ba kurdan hebû. Al wek nîşan û derbirîna taybetiya wê danasînê hebû. Klasîkên Kurd, gelek helbestvan û nivîskarên kurdan gotina al bikaranîne. Çend mînak:

Zalimê kuştim şepalê,
Nazikê, qencê delalê,
Bûn hîcaba zilf û xalê,
adek û ala û tox.

Bejn û bala tox û ala
Min kirin vêkra mitala
Çîçeka terhînî wala
Dil ji min bir, dil ji min.
(Melayê Cizîrî, 1407-1481)

Lê me hêvî wasiq e ez feqîr
Jêrî alaya te bim roja esîr.
Ya Reb îmanê dixwazin em midam
Jêrî alaya Muhemmed wesselam.
(Ji Mewluda Melayê Batê, 1417-1491)

Îşaret wehy-û telwîh û îradet vîn û qudret şîn,
Ceman qels û betel merd û lîwa ala, alem nîşan.
(Ji Nûbara Ehmedê Xanî, 1651-1706)

 

Ala Neteweyî

 

Li gor belgeyên ji salên 1918-1920an gihane ber destê me, tê zanîn ku ala neteweya kurd, ala Kurdistan di wê demê de, ji aliyê rêxistinên Kurdan yên wê demê ve hatiye çêkirin û çesipandin. Di 30ê Berfanbara 1918an de li Stenbolê “Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê” hat damezrandin. Navê komeleyê tê wateya Komeleya Bilind a Kurdistanê. Di dûv re şaxên wê li parêzgehên rojhilat vebûn, ango herêmên Bakurê Kurdistanê, bi armanca avakirina dewletek kurdî ya serbixwe. Têkiliyên vê komeleyê bi rayedarên dewleta Îngilistanê re hebû, Ingilîz wek dagîker û koledar li herêmê bûn. Ataturk ji bo rewatiyê bistîne û şerê komeleyê bike, da zanîn ku armanc ew e ku bi alîkarî û di bin sîwana dewletên biyanî de, komele dixwaze dewleteke serbixwe ya kurdî ava bike. Bi heman awayî, li gor raportên aliyê leşkerî yên Emerîkî û Fransî yên wê serdemê, civaka ku armanca wê avakirina dewletek kurdî ya serbixwe bû, bi tevahî di bin sîwana Îngilîstanê de bû. Li gor heman agahiyan; bi saya vê piştgiriyê Îngilîz dixwaze li ser petrola Mûsilê serdestiyê ava bike.

Di sala 1921an de bi biryara Meclisa Mezin a Tirkiyeyê xebatên komeleyê hatin rawestandin.

Di wan du sê salên ku komeleya “KurdistanTealî Cemiyetî” çalak bû, kertek boyî danasîna komeleyê hatibû çêkirin,  li ser wê kerta nasnameya komeleyê “zemîna wê kesk û li ortê jî rojek” alek Kurdî çapkiribûn. Hatiye nivîsandin ku ev al ji aliyê “Katibê Umûmî yê komeleyê Zeynelabidîn hatibû çêkirin”.

Mehmûd Lewendî di lêkolînek xwe de ya di derbarê alê de nivîsandiye; “bi qasî ku ji belgeyên heyî tê fêmkirin di destpêka salên 1920’an de ji aliyê rêxistinên kurdan ên wê demê ve hatiye çêkirin û tesbîtkirin. Mesela, wê wextê “Kurdistan Tealî Cemiyetî” li ser kerta huwiyetê ya komeleyê (nasnameya komeleyê) “zemîna wê kesk û li ortê jî rojek” aleke kurdan çap kirine ku ev al jî “Katibê ómûmî yê komeleyê Zeynelabidîn çêkiriye”.

Di pirtûka “Doza Kurdistan”ê de, Zinar Silopî dibêje: “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” Ala kurdî yê bi dirêjiyê û sê rengî, wek jorê de sor di navê de spî û tê de Roj û jêr da jî kesk, qebûl û belav kiribû.”.

Li gor Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) ala Kurdî ya ku îro kurd bikartînin, ji alî “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” hatiye çesipandin ku forma wê wiha ye; li jor rengê sor, di navî de sipî, li ser sipî roj û li binî rengê kesk wek ala neteweyî ya Kurdan çesipandine û ragihandine.

Di 1921an de Mistefa Paşa Yamûlkî li gel hin ji damezerên “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî”; Xelîl Ramî Bedirxan, Kemal Fewzî û Mewlanzade Rifat dixwazin biçin Kurdistana Başûr, lê Ingilîz nahêlin ew derbas bibin, tenê Mistefa Paşa Yamulkî ji ber ku ji Silêmaniyê ye, derbas bû. Mistefa Paşa diçe Silêmaniyê û di hukûmeta Kurdî ya ku di 10.10.1922an de di bin hukumdariya Şêx Mahmûdê Berzencî de tê avakirin, dibe wezîrê perwerdeyê. Her wê demê ji alî Şêx Mehmûd ve ala Kurdî hatibû qebûlkirin û pol jî çapkiribûn.

Belge tune bê ka Şêx Mahmûdê Berzencî(Mehmûdê Hefîd Zade. 1878 -09 Cotmeh 1956) çi al bikaraniye, û ala bikaraniye çawa bû, lê ji ber ku Mistefa Paşa Yamûlkî yek ji damezerên komeleya “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” bû ku şiklê ala Kurdî çesipandiye û di hukûmeta Şêx Mehmûd de bûye wezîr, û berpisiyarê rojnameya nîv fermî ya wê hukûmetê “Bangî Kurdistan”, ne dûr e ku ala Kurdî ya dewra Şêx Mehmûd jî bi pêşniyara wî hatibe qebûlkirin.

Ronakbîr û siyasetvanên Kurdan yên ku di salên 1900-1928an de li Kurdistanê û li Îstenbolê di nav komele û rêxistinên Kurdan de karkirine yan damezirandine, piraniya wan piştî salên 1925-1930î çûbûn li Sûriye bi cih bûn. Her wê wextê jî bi navê Xoybûnê rêxitinek avakirine. Ji weşan û pirtûkên ku wê demê li ser navê Xoybûnê derketine tê fêm kirin ku her ew ala ku di 1920an de hatibû pejirandin, ji alî Xoybûnê ve jî hat qebûl kirin.

Pêwist e û divê neyê ji bîr kirin ku, du komeleyên cuda hebûn, komeleya “Kurdistan Tealî Cemiyetî” û “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî”û her yekê ji wan alek ji ya din cuda pêşniyar û çêkiriye, li gor dîrok û belge dibêjin; ala ku îro em kurd bikartînin ew al e ya ku “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” çêkiribû.

Di serhildana Agirî de, İhsan Nûrî Paşa her ev ala kurdan bi kar aniye. Di sala 1924an de, Îhsan Nûrî Paşa bi piştevaniya rêxistina Xoybûn a ku li Sûriyê hatibû damezirandin dest bi pilana serhildaneke nû kir. li çiyayê Agirî serhildana Xoybûnê da destpêkirin. ji Çiyayê Agirî ta bi Bedlîs, Wan û Gola Wanê çû û bi dest xist. Ji ber ku Ihsan Nûrî Paşa li ser daxwaz û pêşniyara Xoybûnê dest bi şoreşê kiribû, helbet wê ala Xoybûnê rake. Hêjayî gotinê ye ku Ihsan Nûrî Paşa di navbera salên 1929-1930an de Rojnameya Agirî derdixist.

Îhsan Nûrî Paşa (1893-1976) Lehengê serîhildana Agiriyê di bîranînên xwe de li ser ala Kurdistanê dinivisîne. Di 1926an de, Bro Heskî Têlî, ji êla Celaliyan, li çiyayê Agriyê serî hildide. Di sala 1927an de Îhsan Nûrî xwe digihîne Çiyayê Agirî, êdî rêberiya şoreşê dike. Ji alî rêxistina Xoybûnê ve wek serfermandarê leşkerî tê danîn. Di wê salê de ala sê rengîn ya serxwebûna Kurdistanê, ku di sala 1920 an de ya “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” qebûl kiribû, rêxistina Xoybûnê ew ala şandin Agiriyê. Îhsan Nûrî Paşa wê alê cara pêşîn li Agiriyê bilind dike. Îhsan Nûrî Paşa dibêje:“Min posteke esker ji xortên nebezê Kurdan amade kir, ala Kurdistanê li serê çiyayê Agiriyê daçikand. Hêzên Romî ku li dora bajarê Bayezîdê bûn. Pasevanên qaremanên Agiriyê ji dûr ve ji bo alê hurra dikişandin û li çepikan dixistin. Wê çaxê li Agiriyê teşkîlateke eskerî, îdareyeke Kurdî hebû.”


Meseleya li ser berga pirtûka Sureyya Bedirxan ku, ew yek ji xebatkar û damezerên Xoybûnê bû, ala kurdan bi rengînî hatiye çapkirin û li binê alê jî bi îngilizî “Flag of Kurdistan” ango Ala Kurdistanê hatiye nivîsîn. (Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdistan Against Turkey, By authority of Hoyboon, Philadelphila, 1928).

Nivîskar û lêkolîner Konê Reş, di derbarê çêkirin û pejirandina ala Kurdistanê de bi kurtî, xweşik û hindik û rindik nivîsandiye; “Di destpêka sala 1919an de, di civîneke (Komela Tealî Kurdistan) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê duyemîn (Mîr Emîn Alî Bedirxan), (Serok Şêx Andulqadirê Nehrî bû) biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan rizgar bikin û serxwebûna Kurdistanê diyar bikin. Ew Kurdistana azad û serbixwe Alek jêre divîbû, hingî di wê civînê de Emîn Alî Bedirxan ev rengên Ala Kurdistanê ku bijartibûn, ji hevalên xwe pêşkêş kir, hevalên wî jî bi yek dengî qebûl kirin.. (Eynê vê Ala niha). Da ku piştî qewirandina hêzên Tirk û biyanîyan, wê Alê di asmanê Kurdistanê de bilind bikin.

(dûmayîk sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev