XELETIYÊN KU LI MEDYAYÊ TÊNE KIRIN

XELETIYÊN KU LI MEDYAYÊ TÊNE KIRIN

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoler

 

Min gelek nivîsên şaş û xelet ji Medyayê wergirtine. Ew nivîs hemû jî yên nivîskarên me ne.

Gelo ew nivîskar dema bi tirkî yan zimanekî din dinivîsin, çewtiyên wisa di nivîsên xwe de dikin?

Ez bawer nakim ku weke di kurdî de çewtî dikin, di nivîsên biyanî de jî bikin.

Bi baweriya min sedemê ku ew qas şaşî û çewtî di kurdî de dikin jî ev e: Rûmet nadin Zimanê Kurdî!..

Min gelek çewtiyên beloq ji Medyayê wergirtine. Lê ez ê tenê mînakek bidim, navê xwedî jî nanivîsim.

Nivîskarekî me weha nivîsiye:

 

”Tewlo tewlo

Min di got qey tu Kurdî

Lê min çi zanî bû

Tu ser Kundirî”

 

Di vê gotinê de 7 şaşî hene, ew şaşî ev in:

(1)

Gotina ”di got”ê: Ji ber ku lêker e, bi hev ve tê nivîsandin, rastiya wê ev e: ”digot”.

Gelek mînakên wek vê di kurmancî de hene: Dicût, disot, dikot, diçû, dibû, dinivîsand, dipelixand, dixwar, dilezand û gwd.

(2)

Gotina ”tu Kurdî”: Ev peyv ji ber ku rengdêr e, divê lêkera wê ku ”î” ye, jê cuda be, rastiya wê weha ye: …”tu Kurd î”.

Çend mînakên din ên wek vê: Tu Kurd î, tu reş î, tu virrek î, tu xweşik î, tu heram î, tu bela yî, tu rastgo yî û gwd.

(3-4)

Gotina ”zanî bû”yê:

Du şaşiyên di vê gotinê de ev in: Tîpa ”î” û cudabûna lêkera ”bû”yê.

Peyva ”zanîn”ê rengdêr e, lê dema ku lêkera ”bû”yê pêve dibe, peyv xwe diguherîne û ”î”ya xwe dike ”i” bi temamî jî dibe lêker. Divê weha be: ”zanibû”.

Çend mînakên wek vê: zanîn/zanibû, karîn/karibû, xwarin/xwaribû, gotin/gotibû, girtin/girtibû, cûtin/cûtibû û gwd.

(5/6/7)

Gotina ”ser Kundirî”:

Peyvên dupeyvî di kurmancî de pir in.

Sê şaşiyên beloq di vê peyvê de hene.

. Gotina ”…ser Kundirî”:

Ji ber ku rengdêr e, divê peyva ”ser” û ya ”kundir”ê bi hev ve bêtin nivîsandin. Herweha divê tîpa ”k”yê piçûk be, divê ”î”ya ku lêker e jê cuda be.

Rastiya wê weha ye: ”serkundir î”

Nimûneyên wek vê bi sedan di kurmancî de hene: Serkundir, serker, sergancor, serqot, sergirtî, servekirî û gwd.

Bi hêviya ku nivîskarên me, şaşiyên xwe kêm bikin û ji bo nivşên pêşerojê sergêjî çênekin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev