Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd 40 saliya xwe pîroz kir

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd 40 saliya xwe pîroz kir
Di roja 11-12-2021´an de Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd 40 saliya xwe li Stockholmê pîroz kir.

Piştî deqeyek rêzgirtinê bo şehîdên Kurdistanê, serokê Federasyonê Kovan Amedî axaftinek bi Swêdî û Kurdî pêşkeş kir.

Piştî axaftina serokê FKKS´ê, Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê birêz Şoreş Kadir Rahîm axaftinek kir û her usa xelata Nûneratiya Hukumeta Herêma Kurdistanê pêşkeşî Federasyonê kir.

Di şeva çil saliya Federasyonê de Serok û sekreterên berê, redaktorên kovara Berbang, endamên Komîteya Karger, Komîteya Giştî û endamên organên din yê FKKS´ê, Partiyên Swêdî, Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî, gelek kesayetî û siyasetmedarên Kurd hatibûn dawetkirin. Li ser navê Hevkariya Rêxistinên Biyanîyan SIOS´ê, li ser navê Navenda Revenda Kurd li Swêd Îsmaîl Kamil, Parlamenterê Partiya Lîberal û berdevkê Tora Bo Kurdistan-Swêd li Parlamentoya Swêdî de Fredrîk Malm, li ser navê partiya Sosyaldemokratan Kadir Kasirga û li ser navê Komîteya Hevkariyê Rociwan Yeşîl û her usa dosteka kurda Inger axaftinek pêşkeş kirin.

Piştî pişûdanek bo xwarinê, xelata FKKS`ê bo dostê kurd yê salê ji aliyê serokê Federastonê Kovan Amedî ve bo – Parlamentera Moderatan û Cîgira Serokê OSCE Margareta Cederfelt. Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewropayê.

– Maria Leissner, balyoz û seroka berê ya Partiya Gel a Lîberal û seroka Pirtûkxaneya Kurdî, hate pêşkeşkirin.

Parlamenter Margareta Cederfelt û seroka Pirtûxaneya Kurdî Maria Leissner, piştî wergirtina xelatê, axatinek pêşkeş kirin. Di axaftinên xwe da pêşî bo wergirtina xelatê dilxweşî û spasiyên xwe pêşkeşî Federasyonê kirin. Her du rêzdaran jî di axaftinên xwe de soza berdewamiya hevkarî û piştgiriya Kurdan kirin.

Thomas Hammarberg, Parlamenterê Sosyaldemokratan û Komîserê berê yê Mafên Mirovan yê Konseya Ewropayê, nekarî bû di civînê de amade be. Lê peyamek piştgiriyê şandibû. Halata wî, wê FKKS di wextek guncav de bigîhîne wî.

Federasyona me di çil salên xebatê de karîbû bibe dengê Kurd û Kurdistanê li Swêd. Meriv dikare bêje êdî ne tenê çîya hevalên me ne. Îro li parlamena Swêd û li Parlamena Ewrûpayê heval û dostên hêja yê Kurdan hene.

Federasyon, bo bikaranîn û pêşveçûna zimanê kurdî, bo danasîna pirsa Kurdistanê, bo întegrasyonê, yeksanîya pirsa ciwan û jinan de, 40 sal pir li xebat û tekoşînê ve tijî ye.

FKKS, di çil salan de karîye pêywendiyên baş bi Partiyên siayasî yên Swêdî û dezgehên wek Federasona Neteweyên Yekgirtî li Swêd, ABF -Rêxistana Perwerdeyî , SIOS Hevkariya Rêxistinên Biyanîyan Manlio Palcci, parlamenterên Swêdî û Tora Kurdistan- Swêd li Parlamena Swêd de, deyne. Îro ev peywendiyana bi ewayek hîn baştir dom dike.

Ji sefereta Iraqê birêz Pewan Zawitai, Dezgeha Barzanî, seroka Federasyona Neteweyên Yekgirtî li Swêd Annelie Börjesson û sekretera giştî Cecilia Tengroth, Ji partiya Center Parlamena Ewrpûayê peyame bi videoyê şandin.

Partî û dezgehên Swêdî û Kurdistanî wek PAK- Partiya Azadiya Kurdistanê, KDP-Başûr, KDP-Îran, KDP-Bakur, KDP-S (Rojava), YNK, Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK, Komala-S-K, PSK-Başûr, TDK, PDPK-S, HAK-PAR, Partiya Yekitî, PDK-Rojhilat, PDK-S Partî, PDK Peywendiyên Derveyê Welat yê Ewrûpa Amîr Cirgis, Yekitiya Nivîskarên Kurd û Yekitiya Jinên Kurdistan li Swêd-YJKS peyamên piştgiriyê şandibûn.

Şeva Çilemîn salvegera Federasyona Komeleyên Kurdistanê, ji aliyê Pirşen Tiwane û Roshna Magron hate birêvebirin. Civîn bi stranên kurdî û bi dengê hunermend Ertan Tokat ve bi dawî bû.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev