PÛT

PÛT

Ji Pirtûka min a bi navê AVZEM, Weşanên ”Wakfa Riya Azadi”

Kemal Burkay

 

Pût ji keviran, ji daran, ji herîyê, ji madenên wek hesin, tûnc, zêr û zîv çêdibin. Gor bawermendên wan, pût bimbarek in.

Gor olperestan û gor kitêbên bimbarek Xwedê Adem ji herîyê çêkir.

Lê di zeman da benî Adem jî ji xwe ra pût çêkirin, bawerî pê anîn. Pût efrandinên mirovan in.

Misrîyan pûtên golikê çêkirin, li ber secde kirin. Xwedayên wan bi şiklê ga û bizinan bûn… Gor bîr û bawerîya wan rindî û xirabî ji wan dihat… Grêkîyên berê jî pûtên xwe bi şiklê mirovan, wek mêr û jinan çêdikirin. Xwedayên wan gelek bûn: Xwedayên rojê, yên ba û bahoz û yê deryayê, yê şer, yê dadîyê û yê delalîyê…

Ga, çêlek û bizin heywanên baş in, bi feyde ne; lê wekî din çi hêkmet di wan da heye? Ger xwedî ewqas hêz û hêkmet bana, xwe ji kêrê mirovan diparastin û cotê wan ne dikirin…

Lê tîmsalên Zeus û Afrodît, yan jî resimên wan? Ew jî ji kevirên hişk, ji kaxiz û boyaxa bê can pê ve çi ne?

Belê, pût berhemê mirovan in, bê ruh û bê can in. Lê tesîra wan, gelek caran ji ya mirovan xurttir e. Ew hêz ne ji wan e, ji bawermendan e. Me gelek mane li wan bar kirîye, ew kirine xwedî hêz û hest, xwedî delalî…

Mirovan berê çima pût çêdikirin? Ew ji nezanîya wan bû, ji bêçaretîya wan bû li himber hêzên tebîetê. Roj, hîv, derya, ba û baran, çîyayên bilind hemû tiştên mezin û xerîb bûn; bi hêz, bi feyde, bi zirar, bi tirs û xof bûn..

Îro êdî mirov bawerîya xwe bi bizin û golikan, bi tîmsalan naynin. Roj û hîvê, ba û baranê wek Xwedê nabînin. Dizanin ew çi ne û ji çi pêk tên. Lê tîmsal û wêneyan dîsa çêdikin. Ew êdî huner û mijûlîyeke xweş in, ji bo delalîyê ne. Berhemên han mal û bajarên me dixemilînin.

Lê tu dibê pût çêkirin êdî giha dawî? Na, îro jî mirov hîn pûtan çêdikin, xasima li welatên şundamayî. Lê bi şiklekî din, bi awayekî din…

Li gelek welatên Asya û Afrîka, xasima li Rojhilata Navîn, xelk kesên xwedî hêz û hukim di çavê xwe da ewqas mezin dike ku ji mirovîyê derdixe, wan bi hin hêz û hestên bimbarek dixemilîne, dike pût…

Saddam pûtê Îraqîyan e. Xumeynî pûtê Îranîyan e..

Waxtekî welatên sosyalîst jî ji xwe ra pût çêdikirin. Wan Lenîn, ku rêber û zanayekî delal bû, kirin pût. Bi wî jî ne man, Stalînê hov kirin pût.

Mao bû pûtê Çînîyan.

Kîm Îl Sûng pûtê Korîya Bakûr e.

Pol Pot jî Pol Pût bû!..

Ev pût çêkirin ne gor sosyalîzmê bû, ku sosyalîzm divê merivan ji her texlîta bindestîyê û ji bend û qeydan xilas bike û bi raman û pêwendî bike însanê azad.

Bona vê yekê ye ku sazûmana sosyalîstî di dest civakên şundamayî da rezîl bû, rizîya û hilweşî çû.

Lê pût çêkirina çepan hîn ne gihaye dawî. Wek nimûne, Mucahîdînî Xelk ê Îranî… Çawa meleyan ji xwe ra Xumeynî kirin pût, çepan jî Recawî kirin pût..

Lê Kurdên me?

Ma wek milletekî şundamayî li Rojhilata Navîn, em di vî warî da ji xelkê dinê şunda dimînin? Em jî pûtan çêdikin û wan dixemilînin, digihînin erş û ezmanan!

Lê ji bo vî tiştî tenê pûtmirovan gunekar nekin, ew berhemên me ne, yên mirovan in. Ew qasî kevirên girêkîyan, qasî bizin û golikên Misrîyan bê gune nebin jî, para pûtperestan di vî karî da pirtir e.

Pûtan em bi destê xwe çêdikin. Ew berhemê nezanî û bêçaretîya me ne..

Lê di vî warî da rol û kirinên şelafan (dilkavuk) jî divê meriv ji bîr neke. Karê şelafan ev e. Ew nanê xwe ji vî karî derdixin.

Ew li der û dora pûtmirov dizivirin, rojê deh carî jê ra secde dikin û pesnê wî didin. Vî tiştî ne bi bawerî, lê bi sextekarî dikin.

Şelaf însanên bê şeref û derewîn in.

Pûtmirov berî her tiştî berhemê wan e.

Di şoreşgerîyê da û bi şiklekî giştî di sîyasetê da tiştê han ne xweş e. Yê ku bo azadîya gel û welat, bo sosyalîzmê kar dikin hevalên hev in, di rêxistinê da cîyê wan, dereca wan çi dibe bila bibe, pêwendîyên wan divê wek hevalan be, demokratîk be.

Di vî karî da kes ne qûl e, ne bimbarek e. Kes ne şêx e, ne mirîd e.

Şerê azadîyê û sosyalîzmê ji bo şikandina pûtan e, ne ji bo avakirina yên teze ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev