ÇI ÊZÎDÎ, ÇI MISLIMAN ARMANC WENDAKIRINA NETEWA KURDE

ÇI ÊZÎDÎ, ÇI MISLIMAN ARMANC WENDAKIRINA NETEWA KURDE

Kurdish Diaspora

Îro wek Kurda dilsoz û netewperwer dixwazim hezkirin û rêza xwe ji bo xûşk û birahên xwe yên Êzîdî bînim ziman. Ev ji bo ku qandê dijmin biçek êrîşê xûşk û birahên me yên Êzîdî dikin, cend Kurdên xwe nezan jî bi devkî êrîşê wan dikin.

Tenê dikarim bêjim; dijmin dijmin e, çi buye biwe? ŞERME, EYBE.

Ez Êzîdî nînim, bes bi rûmetek berz herdem ligel wan cîh digrim. Divê, ku mirov bi netewa xwe, malbanta xwe ya mezin girêdahî be, ji xûşk û birahên xwe bi rastî hez bike, ger barê kî xwar be, ligel wî/wê be, birîn û êşa wan derman bike.

Em Kurd in, yek netew, yek xwîn, ji yek dapîr û bapîrin. Ya girîng Kurd û Kurdîstanî ye, ol nîne. Cudahîya olan pirrengî ye.

Rast e birêzan, pirrengiya olî taybetmendiya Kurdistanê a bi sedsalan e. Olên sereke yên ku niha li Kurdistanê hene ev in: Îslama Sunî, Îslama Şîa, Mesîhî, Zerdeştî, Yarsanî, Êzidîtî, Elewîtî û Cihûtî. Rojeva me de ola herî zêde li Kurdistanê îslama sunî ye.

Wek mirov, wek Kurd û Kurdperwer rêza min ji tev ola, bîr û bawerîya mirova re heye. Her yek azad e bi gor bawerîya xwe emel bike, bes ev azadî mafê heyînîyê nade kesekî ku serdestî li olên din bike. Dibêje: Dem derbas dibe, dewran digohere. Hêvîdar im ku ewê dem we re ew xûşk û birahên bin navê Êzîdîtîyê de zilm û zorê dibînin, destsilatdar bin û cîhanê fêrê mirovatiyê bikin, bi taybet civaka Kurd.

Bi salên dirêj e dijmin dem bi dem bin navê Îslamiyetê de rêxistinên terorê saz dike û xwîna Kurda dirjîne. Ezê rojek li ser vê mijarê dirêj binvîsim. Her wusa, em jibîr nekin, ji bo dijmin ola te girîng nîne, ew dixwazin te wenda bikin, li ser astê cîhanê NETEWA KURD NEHÊLIN!

Êzîdîtî bi eslê wê yê rast cihê nîqaşê ye, hin lêkolîner bawer dikin ku Êzîdîtî dema ku rêberê sûfî Adî ibn Musafir di sedsala 12-an de li Kurdistanê bi cih bû û civatek ku hêmanên îslamê bi baweriyên herêmî yên berî-îslamî re tevlihev dike ava kir.

Êzîdî di dawiya sedsala 16-an û destpêka sedsala 17-an de ji hêla Misilmanan ve dest bi sûcdariya îbadeta şeytan kirin. Dema ku Êzîdî bi yek Xwedayî bawer dikin, di baweriya wan de kesayetek navendî Tawusî Melek e, melekê ku Xwedê red dike û wekî navbeynkar di navbera mirov û Xwedê de ye.

Ji Misilmanan re, vegotina Êzîdî ya Tawusî Melek pir caran dişibe vegotina Quranê ya Şeytan. Ku Şeytan her çend Tawusî Melek di ola Êzîdî de hêzek başiyê ye. Wek min li jor hanî ziman, rêza tevî ol û bawerî digrim. Ol û baweriya mirova şûxla min nîne, hedê min jî nîne ku rexne bikim an zimandirêjî bikim.

Em Hînduya binêrin, Hîndu dewarê Xwedê wek “Ga” nahesibînin û naparêzin. Bes, Hindu vegetarian (goşt naxûn) in û ew ga wekî sembolek pîroz a jiyanê dihesibînin ku divê were parastin û rêzgirtin. Di Vedas de, ya herî kevn a Nivîsarên Pîroz ên Hindu, bi “Aditi” dayika tevî Xwedayan bi vê girêdayî ye.

Ez dema diçim nav xûşk û birahên xwe yên Êzîdî, qedr û rêz dibînim, hezkirina rastîn dibînim. Fen û hesûdiyê nabînim. Zimanê xwe û çanda xwe ya dewlemend parve dikim.

Gelek cara çume LALEŞA PÎROZ û bi vê gelek jî serbilind im. Bawer bikin ku ji vê moralek herî berz digrim û serbilind im. Bi dil û rihê Kurdewarî spasîyên xwe yên taybet yek bi yek pêşkêşî wan xûşk û birahên rêzdarên Êzîdî dikim. Her hebin, emir dirêj bin, her serkeftî bin.

Ya dawî, ji xûşk û birahên minê rêzdarên Kurd çi ol dibe, bila be, em rêza xûşk û birahên xwe yên Êzîdî bigrin, êşa wan parvekin, jiber ku wan 74 KOMKUJÎ derbas kirine û hînha jî qurbanî û lîstokên siyasetên gemarê dijminan in, bi piştgirîya me dijmin dikare têk biçe. Em bi hev re hene. Em jibîr nekin, YEKREZÎ EDALET E, EDALET  SERXWEBÛN/DEWLETBÛNA KURDISTANÊ YE.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev