Serokê partiyeke Fransî: Ez dixwazim Dewleta Kurdî hebe

Serokê partiyeke Fransî: Ez dixwazim Dewleta Kurdî hebe

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat û Serbixweyan a Fransayê ku proje-biryarek ji bo naskirina jenosîda li dijî Kurdan amade kiribû, dibêje, “Ez dixwazim Dewleteke Kurdî hebe.”

Jean-Christophe Lagarde, Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat û Serbixweyan û endamê Komeleya Niştimanî ya Fransî, mêvanê bernameya “Rûdawî Emro” ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû, ku ji aliyê Bêstûn Osman ve tê pêşkêşkirin.

Parlamanterê Fransî ku ligel grûpa xwe Proje-Biryarek ji bo naskirina Jenosîda ku li ser destê rejîma Iraqê ya berê li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê hatibû encamdan, li parlemantoya Fransayê pêşkêş kiribû, ji Rûdawê re got: “Nasandina tawana ku li dijî Kurdan hatiye kirin ji bo wê yekê ye ku ew tawan bê şermezarkirin, di heman demê de jî, eger ev komelkujî wekî jenosîd neyê naskirin dibe ku rê li pêş dubarkirina vê jenosîdê bê xweşkirin.”

Lagarde herwiha daxwaz li civaka navdewletî kir ku roleke mezin di rêgiriyê li kiryarên ku niha li dijî Kurdan tên kirin hebe. “Pêwîst e civaka navdewletî roleke mezin bibîne li beramber hikûmeta Iraqî da ku ew dest ji van kiryarên ku niha li dijî Kurdan tên kirin berde. Em dizanin ku bi taybet li Kerkûkê hewlên Erebkirina wan navçeyan tên dayin û fişar li xelkê tê kirin, da ku şûnên xwe bicî bihêlin û Ereb li şûna wan bên bicîkirin, bi taybet jî li navçeyên ku neft û gaz li wan heye… Divê ew ên ku neft û gazê ji Iraqê dikirin, mercan li ser ferz bikin da ku rêz li mafê Kurdan bê girtin.”

Parlemanterê Fransî helwesta xwe ji hewlên gelê Kurd bo serxwebûnê nîşan da û got: “Ez hêvî dikim ku Dewleteke Kurdî hebe, lê bi baweriya min Referandum bîrokeyeke baş nebû. Encam çê bû? Siyaset û helwesta hikûmeta navendî li dijî hikûmeta herêmê tundtir bû. Rewşa Kurdan zehmettir bû ji alîkariyên pêwîst bêpar bûn.”

Lagarde daxwaz kir ku civaka navdewletî rasterast alîkariyan radestî Herêma Kurdistanê bikin. “Îro barekî giran li ser milê Kurdan e. Ew dîlên DAIŞê li ba xwe hiştine, hevdem jî pêşwaziya koçberên Sûrî dikin ku gihiştine Kurdistanê, lê bê şêweyê pêwîst alîkarî nayên kirin. Bi baweriya min divê alîkariya rasterast bi Kurdan re bê kirin, cunkî hikûmeta Iraqê rêgiriyê li gihiştina wan alîkariyan dike.”

Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat û Serbixweyan derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrîşên Tirkiyê de jî, daxwaz kir ku Yekîtiya Ewropayê sizayên aborî bi ser Tirkiyê de bisepîne û Serokkomarê wî welatî neçar bike ku li siyasetên xwe yên li dijî Kurdên Sûriyê vegere. “Di vê haletê de, şer hatiye kirin, sînorên navdewletî hatine derbaskirin, rêkeftinên navdewletî hatine binpêkirin, dest çete û kujeran hatiye li dijî nişteciyan ku sivîl in hatiye berdan, ku neçar bûne koçber bibin, bi şêweyekî sereke xwe li Kurdistana Iraqê bigirin. Wate ne bese ku ev yek bê şermezarkirin, û bi her hal ev jî nehatiye kirin, lê divê siza li hember siyaseta ku ji aliyê berêz Erdogan ve tê meşandin û em dikarin vê yekê bikin, eger em sizayên bazirganî ferz bikin, ji ber ku eger Tirkiya dît ku deriyên Yekîtiya Ewropayê li pêş berhemên wê hatin girtin, dê di rewşeke xirab re derbas bibe û ev yek dê bihêle ku serokê Tirkiyê li xwe vegere.”

Lagarde diyar kir ku hikûmeta Fransayê wekî pêwîst li hember siyaseta Tirkiyê li dijî Kurdan tevnegeriyaye, lê parlemana Ewropayê dikare di vê çarçoveyê de xwedî helwest be. “Mixabin, ez ne serokê Fransa me, ez ne hikûmeta Fransa me ku tevnegeriyaye, lê Parlemana Ewropî dikare vê yekê bike. Ew dikare tevbigere ji ber ku Tirkiye serkêşiya wê dike, ku ew e berpirsiyar di ber komkujiyên ku niha çêdibin, wekî guhertina demografîk û koçberkirina nişteciyan ku li Sûriyê tên kirin, wediyê pevguhertinên bazirganî yên pir mezin e ligel Yekîtiya Ewropa. Bêhtir ji nîvê bazirganiya Tirkiyê berve Yekîtiya Ewropayê tê kirin.”

Parlemanterê Fransî herwiha bi tundî rexne li siyaseta Amerîkayê li hember Kurdan kir. Lagarde got, Amerîka ne tenê dest ji Kurdên Sûriyê berda, lê belê xayîntî li wan kir dema ku destê artêşa Tirkiyê li dijî wan vekirî hişt û ev yek wekî mezintirîn şermezariya destpêka sedsala 21ê binav kir.

Roja înê, derengiya şevê, li Komeleya Niştimanî ya Fransayê, deng li ser Proje-Biryara ku ji aliyê Lagarde û grûpa wî ve hatibû pêşkêşkirin, hat dayin.

Bi piraniya 17 dengan li hember 9 dengan, ew Proje-Biryar hat redkirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev