Riataza û FNDK Cejina kurdên êzdî ya Eyda Êzîd pîroz dikin

Riataza û FNDK Cejina kurdên êzdî ya Eyda Êzîd pîroz dikin

Redaksyona Riataza û Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) Cejina Eyda Êzîd li kurdên êzdî yên Kurdistanê û tevaya cihanê pîroz dikin.

Ev eyd sembola vejînê, aşîtîyê, bextewarîyê û hevfemkirinê ye, ku me ruhdar dike bona karên qenc û dilrehmîyê bikin.

Bira Eyda Êzîd hemû bawermendan dilbaristan bike, Xwedê hêzekê bide wan ku bikaribin bi jîyanê zora mirinê bibin.

Di van salên dawî da Eyda Êzîd li Kurdistanê bi gelek edetên geş, qenc û hevgirtinê va girêdayî ye, ya ku tesîreke erênî li ser hurmetgirtina hevdu û berbihêrîyê di nava civakê da, parastina aşîtîyê û hevhezkirina di nava malbetê da, alî bi ruhê welatparêzîyê perwerdekirina ciwanan dike.

Em hemû dua li Xwedêyekê dikin, hewara xwe li wî dadixin bona hezkirîyên ber dilê me sax û silamet bin, mala me têr û tije be, li welatê me û tevaya cihanê aşîtî û aramî hebe.

Em careke din hemû kurdên êzdî û gelê kurd yê pirbawerî bona vê cejina pîroz – Eyda Êzdî bimbarek dikin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev