Hevjîna Nelson Mandela jî Alaya Kurdistanê bilind kir

Hevjîna Nelson Mandela jî Alaya Kurdistanê bilind kir

Kurdish Diaspora

Hevjîna Nelson Mandela jî Ala Kurdistan bilind kir. Hinkî şîrheramên bêeslê Kurd jî potika wek Ala Kurd bilind kir!

Birêzên taybet û bilind yek bi yek Roja Alaya Kurdistanê li cenabên we qedirgiranan pîroz dikim.

Belê, her netew bi ala xwe tê nasîn. Al sembolek netewî, rûmeta netewa mirova ye. Çi aşîtî, çi şer bi hilgirtin û bilindkirina ala xwe tîne ziman. Heta gotin hewce nake, ala spî dema bê bilindkirin, şer dide rawestandin.

Raste ku her netew dîroka xwe û dîroka ala xwe jî heye. Dîroka ala Kurdî jî sala 1946’an de ji aliyê Komara Kurdistanê ya Mehabadê ve, ala neteweyî ya Kurdistanê, bi kirasekî li şûna rojê, hat pejirandin.

Endezyarê ala Kurdistanê birêz Dr. Mehrdad Izady ye û paşve Dr. Bijhan Eliasi pejirand vê ala pîroz ji bo Hûkumeta Herêma Kurdistanê sala 1992’de pejirandin.

Her çend dîrok wusa bêje jî, dîroka ala Kurdî ku rojeva de wek ala Kurdistanê hatiye pejirandin, kevintir e. Wek tê zanîn, xebatên tevgera Xoybûnê gelek taybet û pîrozî ya nijadperetîya Kurd di dîrokê de ciyê xwe digre.

Birêzan, li vira dixwazim behsa mijarekê bikim ku baştir bêm famkirin. Bi taybet ev gotin ji bo wan kesên nezan re ye ku dibêjin: “Ev ala Barzanîya ye û em rêz nagrin”. Her wusa ji xwe re çend potikên bêweta dikin al û bilind dikin. Heyran, fermo bilindkin. Ala partîya ji ala netewî cûdahtir e. Bav û kalên we çi pejirandine, ewe ala we. Bi tenê dikarim bêjim; Hûn qurbana xwîna şehîdên Kurdistanê bin ku xwîna wan li ser Ala Kurdistanê ye.

Belê, Konferansa Aştiyê ya Parîsê di Çile 1919 de li Versailles li derveyî Parîsê pêk hat. Konferans ji bo avakirina şertên aştiyê yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hate xwestin. Tevî ku nêzî sî netewe beşdar bûn, nûnerên Keyaniya Yekbûyî, Fransa, Dewletên Yekbûyî û Italya wekî “Çarên Mezin” hatin nasîn. “Çarên Mezin” serdest bûn, li ser pêvajoyên ku bûn sedema pêkhatina Peymana Versailles, peymanek ku Şerê Cîhanê yê Yekem bi dawî anî. Di wê Konfersnsê de jî ala Kurdistanê bi rêzdarî ciyê xwe girt. Ev rûmeta netewî, bi rêzdarî û şanazîyek netewî bîr tînim.

Ewê demê dîplomasîya Kurd bi xebatên Xoybûnê xûrt bûn. Ku ev xwe di Peymana Sevr 1920’de jî nîşan dide. Ha paşve, xera bû û cïhanê sozê xwe negirt, em heqê ser wan lîstoka baş bifikrin.

Rihê wan nijadperestên ku rihê Xoybûn de çandek dewlemend ji netewa Kurd re hêlan, şad be û cenabên wan rêzdaran bi serbilindahî bîrtînim, bejna xwe diçimînim.

Ala netewa Kurd, ala pîroz e, bes wek her alek wetaya xwe heye. “Ala Roj” di navenda xwe de roj heye ku jê re Roj tê gotin. Ev roj tevahî 21 tîrêjên wê hene.

21 di êzdiyatiyê de jimareke pir girîng e, ji nû ve zayîn e. Tîrêjên 21ê jî gelek caran bi 21ê Adarê ve tê girêdan, ku ew jî Newroza me Kurdan e.

Sor; ev reng nîşana xwînê ye, şehîdên ku ji bo Kurdistana azad, ji bo malbat, heval û hogirên xwe têkoşiyan hemû milet e.

Kesk; rengê bedewiyê nîşan dide, dîmena bêhna Kurdistanê. Ev jî ji bo zindîbûn û jiyanê radiweste.

Spî; ev reng bi tenê ji bo wekhevî û aşîtî ye.

Zer; ronahiya gel û rêça xwe jiyanê tîne ziman.

Ez spasîya hevjîna Nelson Mandela dikim ku rêza ala Kurdistan girtiye û li mala xwe bilind kiriye. Rihê birêz Nelson Mandela şad be. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev