Kurdî qedexekirin – kirêt e, lê dijî serxwebûna Kurdistanê bin – pîroz e?

Kurdî qedexekirin – kirêt e, lê dijî serxwebûna Kurdistanê bin – pîroz e?

Wek sernavê duduyan: “Dewletnexwaz ji dijminên herî xedar xirabtir in”

Têmûrê Xelîl

 

Eva çend roj in li medya civakî behsa xeberdana vê xanimê ya li Meclîsa Tirkîyê dikin û wê hema bêje wek mêrxasekê didin nîşandan.

Ka em mêze bikin ewê çi gotîye.

-Li vê Meclîsê bêtehemûlî hindava zimanê kurdî heye.

Mirov bêy ku di gotinên wê da kûr bibe, dixweze bêje ”eferim!”. Lê a rast qesta wê ew e, ku li welatê wê – li Tirkîyê – kurdîaxivîn serbest be. Çima dibêjim qesta wê li Tirkîyê ye, ne li Kurdistana Bakur e, ji ber ku di dawîya xeberdana xwe da ha dibêje:

-Bizanibin, ku hûnê biçin, HDP wê bê, HDP wê azadîyê, yekîtîyê û serkeftinê bîne vî welatî. Hûn têk diçin, em tên!
Ma qey gotina ”vî welatî” qesta wê Kurdistan e an Tirkîye ye? Hilbet Tirkîye ye!

Hilbet, her kes gerekê derkeve dijî qedexeya tirkan a ser bikaranîna zimanê kurdî. Li vir tirk neheqîyê dikin.

Niha em mêze bikin helwesta vê xanimê û partîya wê HDP di hindava kurdan û Kurdistanê da çi ye. Helwesta wan ev e.

–Em dijî Alaya Kurdistanê ne û em dijî serxwebûna Kurdistanê ne (heta dibêjin ne tenê li bakur, lê li her çar perçeyan emê nehêlin Kurdistan ava bibe)!

Niha bidine ber hev: tirkek dijî axaftina bi zimanê kurdî ye û kurdek dijî Alaya Rengîn û dijî avabûna Kurdistanê ye. Ji van herduyan kê xetertir û zirardar e? Gerek şika hîç kesî tunebe, ku helwesta vê xanimê û partîya wê 100 qatî ji helwesta tirkekî xetertir, ziyandar e, heta bêhna xayîntîyê jî jê tê.

Ji bo wisa derneyê, ku hinek kes bêjin ”ew fikira endameke HDP ye, ne a hemûyan e”, ez nimûneyekê bînim bo înkarkirina vê fikirê. Dema endamekî wê rêxistina dewletnexwaz fikira Kurdistana serbixwe avîte çopê, gelo partîya wî ew ceza kir, an hesab jê xwest? Na? Gelo serokê wan lêborîn xwest, wî kesî şermezar kir? Na! Tê wê maneyê ku partîya wî kesî û serokê wî helwesta wî pejirandin. Yanî, gerekê navekî li wî kesî bikin. Ew kes an mêrxas e, an xayîn e. Ew kes çi be, partîya wî û serokê wî jî ew in!

Her kurdek zane ku xayîn 100 qatî ji dijminan xirabtir û xetertir in. Wê demê eger em carekê şerê dijmin dikin, gerekê 100 carî jî şerê xayînan bikin.

Ji tirkan û xayînan xetertir jî ew kes in, ku di bin navê ronakbîrîyê û nivîskarîyê tewlebazîyan dikin, dibêjin: -Erê, wî fikira Kurdistana serbixwe avîte cope, lê… Ango, hewil didin qulpekê ji wî kesî ra bibînin, wî efû jî bikin. Ji xwe yên mala kurdan xirab dike ev ”lê” ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev