Xwendevanekî Bakurî helbestvanekî Ermenîstanê ”zindî dike”

Xwendevanekî Bakurî helbestvanekî Ermenîstanê ”zindî dike”

Helbestvanên mezin herdem di dilê xwendevanên xwe da dijîn.

”Helbestvanên” xwedî bi sedan ”berheman” berî ku

”aqilmendîya” xwe ser kaxez ro bikin, bi moralî mirî ne.

Mêze bikin, yek ji xunedarên edebîyeta me Qaçaxê Mirad sala 1959an

li Rewana Ermenîstanê helbestên kûrfikir û jêhînbûnê nivîsîne,

xwendevanekî şîrhelal ji Bakurê welatê me wî bi riya malpera me zindî dike,

weke ku helbestvanê sirgûnbûyî, cîhilbûyî dibe warê kal û bavê wî.

 

Tîpguhêzîya helbestan ji kirîlî ser latînî: Mistefa Kilicaslan

Qaçaxê Mirad

 

MERÎ Û ME’R 

R’оkê yekî belengaz

Hilda werisê çend gaz,

Çû dev zaxê ber zinar,

Tоpkir sergîn, qirş û dar.

Wî dît ber xwe, bin kevir,

Me’rek hêsabûye wir.

Wê xweda diqepiçe,

Hindik maye bie’ce.

Û nоlî qutekî dar,

Bin kevir maye neçar.

Mêrik gune lê anî,

Dada kevir hilanî.

Me’r vir da xwe tevizî,

Da pêy mêrik bi lezî,

Wekî ew mêrik vede,

R’uh qalibê jî derde.

Mêrik gоt… Pey, bimbarek!

Eve qencî rihalek!..

Min tu deranî dewla

Tu ser min bûyî bela”.

Me’r gоt:— „Nizanî, kurо,

Ez tu dijminê herrо!

Qet nabe, te bernadim,

Ezê vira te vedim”.

Mêrik gоt: “Bûyî qeda!..

Em bînin aqilbenda,

Bila kaxezê veke

K’anê, kî ji me niheqe”.

Me’r qaîl bû wê qewlê,

Ew hilkişîane p’alê.

Dîtin: R’ûvîk wêda hat

K’êfa xwera dinivat.

Şikîat kirine rûvî –

Êginê deştê kûvî.

Ber aqilbendê mezin

Wana hevdu kir gazin.

R’ûvî gоt: nedne çêra,

Ber maqûl û camêra!..

Em herin ber zaxa wa,

Ez derxim qirarê xwe.

Wexta hatin ber kevir,

R’ûvî gоt: de werin vir.

Mêrik, kevir hilde lez!..

Me’rо tu binda velez!..

Me’r cîê berê xwe raxist,

Mêrik kevir ser daxist.

Vir derbazbûn çend deqe,

R’ûvî dengê xwe nake.

Me’r gоt: „kurо, aqilbend!..

Kevrê giran ruhê min stend.

De zû derxe qirarê,

Me hat wextê fitarê!”

R’ûvî dêla xwe hilda

Û ber me’r wa xeberda;

„Vê çêtir qirar tunene,

Ji me’ra îtbar tunene!

K’î ku qencîyê nabîne

Bin kevirda dimîne!”

 

 

LI SERÊ Ç’YA

 

Li serê ç’ya,

R’ex belekîya,

Hezar rengî

Bi qeşengî

Binevş vebûn,

Min ra şabûn,

Ez ze’f tîbûm.

Dilê kоrî

Nêsitirî—

Bi qiracî

Diqicqicî,

Ne ji germê,

Ne dest avê,

Ne ji sermê,

Lê dest kawê.

R’ya dila

Diçe dila,

Dibe cemeda

Hezar gula.

Mîna pelt’a—

K’aw li wira,

Ew bû sîya ç’ya

R’azam berda,

Ewê hilda

E’yne— gulav,

Ew rya dila

Ji sоrgula,

Çêkir xemla

Huba zerîya.

Min dilê xas

Gulek jê xast,

Ewê şerm kir,

Min înkar kir,

Ji dêst hubê

Û wê kerbê

Dilê birçî

Diqiç’qicî.

 

Ji berhema şayîre “Şewq”ê, Yêrêvan 1959

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev