”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 48

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 48

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ” TEVGERA KURDAN A MILETÎYÊ PIŞTÎ PERÇEKIRINA KURDISTANA ÊTNÎKÎYÊ”. Em îro beşa çaran çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

K. V. Vêrtyayev

TEVGERA KURDAN A MILETÎYÊ PIŞTÎ PERÇEKIRINA KURDISTANA ÊTNÎKÎYÊ -4

Heta niha jî pêwendîyên kurdên Sûrîyê bi kurdên Tirkîyê ra xurt in. Kurdên ku li bakur-rohilata Sûrîyê dimînin, nifşên ji eşîretên kurdan yên binavûdeng Millî û Mîran in, yên ku di sala 1921ê da bi kişandina sînorên du dewletan va ji hev qetîyane û ev yek bû sebebê qutkirina ne tenê pêwendîyên aborî, herwiha pir caran jî yên malbetî-binemalî.

 

Ji alîyê Sûrîyê da bidestxistina serxwebûnê û vekişîna leşkerên Fransayê di sala 1946an da, paşê jî pevçûnên çekdarî bi Îsraêlê ra di sala 1948an da, bûne sebebê tevlihevbûna rewşa sîyaseta hundur li Sûrîyê û dû hev derbeyên leşkerî qewimîn. Mesele, sala 1949an serekê Barêgeha sereke Huznî az-Zeîm, ku bi esilê xwe va kurd bû, ser sê mehan bû serokkomar û serekwezîr. Piştî testîqkirina desthilata miletçîyên ereb li Sûrîyê di sala 1963an da, ku ji alîyê beesîyan da hate binavkirinê wek partîya ”Bees”, yek ji cûrê nuxsankirina binecîyan ew bû, ku biryar kirin nasnameyên Sûrîyê nedine beşeke mezin ji kurdên ku ser axa wê dijîyan, ji ber ku ew li Sûrî wek penaber diman, ku di rûyê nearamîya rewşê û li dû gerînê ji dewletên cînar revîbûne wira. Heta sala 2004an jimara wan, bi hesabkirinên cuda, ji 200 hezarî heta 300 hezar bû. Tunebûna nasnameyan beşeke mezin ya kurdên Sûrîyê dikir ji gelek mafan bêpar dikir.

Ji dawîya salên 60î desthilata beesîyan li Sûrîyê, ku ji xurtbûna cudaxwazîya kurdan tirs ketibû dilê wê, ji warên ku li bakurê welêt bûn, wa gotî ”kembera erebî” saz kir, bi heqî ditirsîya ku dikarin wî warî jê veqetînin: devera Sûrîyê ya Cizîrê, ku niştecîyên wê kurd in, hesab dibû xezîneya tevaya welêt, ji ber ku 80% temamîya pembu û genimê welêt ji vira derdiket. Xên ji wê, li vira bêhesab pir neft heye. Lê zûtirekê hukumetê derc kir ku ev ”endezerîya êtnîkîyê” şaş e û bi xeter e û li kongreya partîya ”Bees” sala 1975an wê bi awayekî ciddî behsa ”cudakarîya nijadî” ya kurdan kir.

Nasyonalîzma kurdî di destpêka sedsala 21ê, dema Beşar Esed hate ser hukum, bû faktoreke giring di jîyana sîyasî ya Sûrîyê da. Lê azadîya biçûk ya li welêt bû sebebê pevçûnên êtnîkîyê di dema maçeke fûtbolê li Qamişlo di sala 2004an da, kurdan serî hildan, ku ji alîyê polîsan da hate têkbirinê. Kuştina bawermend û Xwedênasê binavûdeng Muhemed Maşûk el-Xeznewî, wek dibêjin, rûn berî agir da, ji ber ku şik dibirine ser wî, ku ew piştgirîya cudaxwezîya kurdan li Sûrîyê dike. Pişt ra Mîşêl Temo hate qetilkirin, ku aktîvîstekî tevgera ji bo azadîyê ya bi navê ”Bo paşeroja kurdên Sûrîyê” bû. Ew sala 2011an bi eynî sebebî, wek Xeznewî hate kuştin: ji bo helandayîna bo dijminatîya êtnîkîyê û sîyasî di nava kurdên Sûrîyê da. Kuştina aktîvîstên kurd derbeke xedar bû bo yekîtîya di navbera kurdan da li Sûrîyê.

Di dema şerê navxweyî yê sala 2011an li Sûrîyê leşkerên artêşa desthilatê ji hema bêje hemû warên kurdnişîn derketin, di encamê da li herêmê rêvebirîya xweser hate sazkirinê. Li Sûrîya nûdemê piranîya partîyên sîyasî yên kurdan û tevgerên wan ser wê bawerîyê ne, ku lazim e li welêt sîstema federalîyê hebe, lê pirsên wisa gerekê bi tevgelîya hemû hêzên sîyasî bêne çareserkirinê, ji ber ku li Kurdistana Sûrîyê nûnerên komên êtnîkîyê û dînî yên cuda cuda dijîn. Ango, li Sûrîyê bidestxistina mafên kurdan yên miletîyê bêy koalîsyoma bi kom û rêxistinên êtnîkîyê yên din ne mumkun e.

Ji bo kurdên Sûrîyê zehmetîya here mezin şerê navxweyî li Sûrîyê û şerê dijî DAÎŞê8 bû. Di wê demê da Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD), ku sala 2003an hatibû damezirandin, rêberîya berxwedana kurdan li Sûrîyê kir. Rêxistina din a xurt di nava kurdên Sûrîyê da Partîya Demokratîyê ya Kurdistana Sûrîyê ye. Bi tevgelîya van hêzên sîyasî û bi navçîgarîya serokkomarê pêşin yê Kurdistana Îraqê Masud Barzanî sala 2012an Şêwra kurdan ya tewrebilind hate sazkirinê, ku hêzên berxwedanê yên kurdên Sûrîyê di bin serokatîya wê da nin.

Otonomîya kantonên kurdan li bakurê Sûrîyê (Komara Rojava) piranî bi saya serê hereketên terefdarên Partîya Yekîtîya Demokratîk hate îlankirinê. Gorî Destûra ku 29ê kanûnê sala 2014an hatîye qebûlkirin, Rojava wek beşeke Sûrîyê hate îlankirin. Di adara sala 2016an nave kantonan kirin Federasyona Bakurê Sûrîyê. Di Destûra otonomîyê da guhdarîya taybet tê danînê li ser mafên jinan, miletên kêmjimar, herwiha bi cûrê demokratîk rêvebirina deverê, û ev yek hewildanek bû bona konfederalîzma demokratîyê bi ser xin, ku wek yek ji cûreyên rêvebirîya otonomîya paşdemê dihate dîtin.

Li hemû beşên Kurdistana perçekirî rêxistinên kurdan yên miletîyê him yên sivîl in, him jî yên dîndarî ne. Ewana dawên sîyasî yên wekehevtîya mafên çandî û sîyasî bo hemû miletan dikin, ku li ser axa Kurdistanê dijîn. Hêzên kurdan yên miletîyê hewil didin bi nimûneya otonomîyên li Sûrîyê û Îraqê wekevehtîyê biparêzin, mafên xwe yên miletîyê bi cûrê an otonmomîya berfireh, wek ku li Îraqê heye, an jî bi riya derbazbûna demokratîya rastene di goveka rêvebirîya federalîzmê da wek ku Sûrîyê ye. Ew wê jî bêjin, ku îdêya sazkirina Kurdistana serbixwe hetanî niha jî ne mirîye û di dilê gelek kurdan da dijî.

Çavkanî 

1) Cemal B. Şeyh Said İsyanı. İstanbul, 1955. S. 100.

2)Şimşir B. Kürtçülük II (1924–1999). Ankara, 2009. S. 302.

3) ASDÎR, fonda NAÎ, Serîa A. D. 365. Lîste 33-34. Rapora 23.03.1931.

4) Derheqa dînê elewîyan da bi hûrgilä bala xwe bide beşa ”Dîn û bawermendî li Kurdistanê”.

5) White, Paul. Primitive Rebels or Revolutionary Modernizers?: The Kurdish National Movement in Turkey. L.; N.Y., 2000. P. 80.

6) Kürtler (Güncel Bir Araştırma) / ed. Kreyenbroek P., Sperl S. İstanbul, 1994. S. 102.

7) Not gorî: Vêrtyayev K. V., Îvanov S. M. Nasyonalîzma kurdan: dîrok û dema nû. M., 2015. Rûpal. 205.

8) «Dewleta Îslamîyê» (DÎ, DAÎŞ) — rêxistina terorîstîyê, ku li çend welatan hatîye qedexekirin, herwiha li Federasyona Rûsîyayê jî.

 

Şêx Mehmûd Barzincî  (1878 an jî 1881 — 1956)

Rêberê tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê li Kurdistana Başûr

Şêx Mehmûd Barzincî di dîroka tevgera kurdan a ji bo azadîyê da rêçeke hêle hîştîye. Ew yek ji nûnerên ruhanîya Sûfî – Qadirîyan e1. Cem kurdan Şêx hertim jî bûne rêberên ruhanî yên xwedî qedirekî mezin. Binemala Şêx Mehmûd Barzincî ji sûfîyên Hemedana Farizistanê ye û ji malbeta Seîd Îsa ye, yê ku di sedsala 15an da cîguhastî warê Barzincî bû û li wir mizget çê kir2.

Keda Mehmûd Barzincî ya sereke ew bû, ku bi saya serê wî li Kurdistana Îraqê xwefemdarîya kurdan ya miletîyê saz bû, ku ji bawermendîya sûfîzmê derbazî sîyaseta real û têkoşîna miletîyê bû. Mehmûd Barzanî, ku di Şerê hemcihanê yê yekê da bi formalî piştgirîya Împêratorîya Osmanîyê dikir û ji wê çek û cebirxane distend, sala 1919an serhildan tevrakir û karibû Suleymanî bike bin kontrola xwe. Şêx Barzincî, ku hewil dida himberî zevtkarîya Brîtanîya Mezin berxwedanê bike, hemû karmendên brîtanî da girtinê û li Suleymanîyê Qiralîyeta Kurdistanê îlan kir. Lê hewildana ku Kurdistaana serbixwe ava bike, ji wî ra li hev ne hat: zora pêşmergeyên Şêx birin, wî bi xwe girtin û sirgûnî Hindistanê kirin.

Lê zûtirekê, sala 1922an, îngilîsan destûra Şêxê serhildêr dan vegere welêt, ji ber ku ser wê bawerîyê bûn, ku ew dijî desthilata Tirkîyê ye û posta hukumdarê Suleymanîyê ji dêst negirtin. Li Qiralîyetê zimanê kurdî hat îlankirinê wek zimanê fermî. Di dema hukumdarîya Barzincî da li Suleymanîyê rojnameya “Umudi istiklal” (“Hêvîya serxwebûnê”) û “Roja Kurdistan” hatine weşandinê.

Şêx Barzincî, bêy hayadarîya îngilîsan, ji bo avakirina Kurdistana serbixwe bi awayekî aktîv piştgirî digerîya û hewil da him bi Tirkîya kemalîstîyê, him bi rêberên şiîyan, him jî bi Yekîtîya Sovyet ra pêwendîyan dayne. Ew nameya wî gelek deng da, ku wî sala 1923an li ser navê Lênîn bi riya konsûlê Sovyetê li Tebrîzê jê ra şandibû û di wê da piştgirîya xwe bo hukumeta Sovyetê dîyar dikir û destnîşan dikir, ku “kurdên ku şerê ji bo bidestxistina mafên xwe dikin, gelê rûs dihesibînin hevlalbendê xwe yê xwezayî“3.

Şêx Barzincî bangî alîgirên xwe dikir desthilata Îngilîs ya zevtkar nas nekin û tenê fermanên wî bi cî bînin. Wek bersîva wê yekê, îngilîs ji hewayê Suleymanî dane ber bombebaranan û sala 1927an Şêx mecbûr kirin teslîm be. Lê di payîza sala 1930î da, piştî girêdana peymana di navbera Îngilîs û Îraqê da ya derheqa naskirinaa serxwebûna Îraqê, bi serokatîya wî destbi serhildaneke nû bû. Sebebê serhildanê ew bû, ku di wê peymanê da derheqa mafên gelê kurd da tu tişt nehatibû gotinê.

Piştî têkbirina serhildanê şêx Barzincî sirgûnî bajarê Nasirîyê, li başûrê Îraqê kirin. Sala 1941ê careke din destûra wî dan vegere welatê xwe Suleymanîyê, ku ew li wir wek Şêxekî binavûdeng dihate naskirinê. Hema piştî binaxkirina wî li sala 1956an meş û xwepêşandanên kurdan yên dijî desthilatê li Kurdistana Îraqê destpê bûn.

 

1) Bawermendên ku ji sûfîyên Qadirîyan in, îro ne tenê li Kurdistana Başûr bi qedirgirtin têne naskirinê, lê herwiha li Îndonezîyayê, Tirkîyê, Afxanistanê, Çînistanê, Rûsîyayê û li çend welatên din.

2) Ji bo hûrgilîyan binhêre: Edmonds С. J. Kurds, Turks and Arabs. London, 1957. P. 69–71.

3) Kemal M. A. Tevgera miletîyê-azadarîyê li Kurdistana Îraqê (di salên 1918–1932 da.). Bekû, 1967. Rûpel. 118.

 

Musa Anter (1920–1992)

Nivîskar, helbestvan, rojnamevanê kurd û karmendê civakê.

Musa Anter li gundê kurdan, li herêma Merdînê li Tirkîyê hatîye dinyayê. Di xortanîyê da wî pêwendîyên xurt bi penaberên sîyasî yên li Sûrîyê diman ra danî, yên wek Kamuran Bedirxan, Osman Sebrî, Haco Ahmed, û bi awayekî aktîv piştgirîya têkoşîna kurdan li Tirkîyê ya bo bidestxistina mafên miletîyê dikir. Anter, ku xwe li riya têkoşîna ne bi destî zorê û zordestîyê digirt, piştgirîya mafên kurdên Tirkîyê bo bi kurdî binivîsin û bixwînin dikir, ku ji salên 30î yên sedsala 20î li Tirkîyê hatibû qedexekirin.

Destpêka riya efrandarîyê ya Musa Anter û serhildana kurdên Dêrsimê ya sala 1937an di eynî wextê da bûn. Nivîskar, dramaturg û helbestvan kete fakulteya hiqûqê ya Zanîngeha Stembolê, lê ji kûrsa sisîyan dest ji îdareya xwendinê berda û xwe bi awayekî aktîv da karê civakî û edebîyetê. Berhemên pêşin yên Musa Anter bi ruhê parastina dewlemendîya çanda kurdan hatine nivîsar, ji ber wê jî desthilata welêt bi her awahî hewil dida wana tune bike. Helbestên xwe destpê kir di sala 1950 da li rojanmeyekê da çap bike, ku li Diyarbekirê derdiket.

Bona çapkirina helbesta bi sernavê ”Qimil” Musa Anter sala 1959an bi aktîvîstên kurd yên din ra tevayî cezayê hebisê yê demdirêj xwar. Di vê helbesta Musa Anter da metafora surî hatibû veşartin. Ewî hatina mêşên ziyandar, ku ekinê gundîyan xirab dikin, şibande sîyaseta desthilata Tirkîyê, ku hewil dide zimanê kurdî û heyetîya kurdan li welêt ji kokê va rake. Mehkemeya di hindava Anter da di nava kurdên Tirkîyê da nerazîbûneke mezin pêşda anî. Ji her alîyê welêt name dihatine şandin bo piştgirîkirina Anter û daxwaz dikirin qedexeya li ser bikaranîna zimanê kurdî rakin, lê ber derê mehkemeyê mîtîng dihatine derbazkirin. M. Anter gotineke wisa ji kesên ew gunehkar dikirin ra got, ku di nava gel da deng da: ”Eger zimanê dayka min wê bingehên dewleta we bihedimîne, wê demê ew tê wê maneyê, ku we dewleta xwe li ser axa min ava kirîye”.

Di hebisê da Musa Anter pîyesa ”Birîna Reş” nivîsî. Di wê da behsa nexweşîya zû belav dibe tê kirinê, ku di dawîya salên 1950î di rûyê ji alîyê dewletê da bikaranîna nebatên kîmîyayê li ser erdê çandinîyê li herêmên welêt yên başûr-rohilatê zirareke mezin gihîştîye gundîyan. Ew bû sebebê gelek nexweşîyan û mirina niştecîyên kurd, piranî jî zaran.

Musa Anter sala 1963an bi efûyê ji hebisê derket. Ewî bi weşaanên wisa ra kar dikir, wek rojnameya ”Dicle-Ferat”, kovara ”Deng”, ku bi zimanên tirkî û kurdî derdiket. Nivîskar sala 1967an Ferhenga Kurdî-Tirkî amade kir û çap kir, ew diyarî bîranîna Faîk Bucak kir, ku serekê pêşin yê PDKT (Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê) bû. Sala 1970î careke din ew bi gunehkarkirina tevbûna nava sazkirina Komîtêyên çandî yên Rohilata şoreşger mehkeme kirin, ku rêxistineke bi bawerîyên çepîtîyê bû û gelek gencên kurd diketine navê. Di destpêka sala 1990î wî Navenda çandî a Mesopotamîya û Înstîtûya Kurdî li Stembolê damezirand.

Jîyana Musa Anter bi awayekî bedbext hate birrînê: sala 1992an ji alîyê kesên nedîyar da hate qetilkirin. Wek ku di paşdemê da derkete holê, helbestvan bû şehîdê opêrasyonên cezakirinê yên cendirmeyên tirkan, ku karê wan ew bû aktîvîstên kurd bikujin.

 

Berhemên sereke yên Musa Anter

 

«Birîna Reş», 1959

«Qimil», 1962

«Bîranîn» («Hatıralarım», 1991–1992)

«Salinivîs» («Vakayiname», 1992)

«Ferat diherike çemê Marmarayê» («Fırat Marmara’ya Akar», 1996)

«Çinara Min», 1999.

Wêne: Li Qersê gundê Gozluce-Anî, Sal: 1912,

Photo: A. Loris-Kalantar

Çavkanî: Storied Land Kurdish Culture Through The Eyes Of Russian Scholars, ARBOR Publishing Group, 2014

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev