Kultura destruktiv û helwêşker

Kultura destruktiv û helwêşker

Elîta kurd û çawaşkarî

Suleiman Sulevani

 

Dijatî û nakokiyên di navbera dagirkerên Kurdistanê de çend mezin bin jî, ew di pirsa dijatiya kurdan de yek in û hemû nakokiyên xwe li aliyekê dadinin, her wisa di hundirê her welatekî dagirker de nakokiyên di navbera partî û grupên cuda de jî çend mezin bin ew di dijatiya kurdan de dibin yekEv mekanisma kultura ”kerî/flock” e û dagirker wê di xizmeta xwe û jibo berjewendiyên xwe bikar tîne.

Mixabin ew kultura KERΠcem me kurdan jî heye, lê ew bi awakê herî xirab û negativ xwe nîşan dide. Dagirker hertim kurdan dixapîne, dikuje, êxsîr dike, rezîl dike, wan bi hev dide kuştin, bêşerm û aşkere dijminatiya xwe nîşanî kurdan dide, lê cardin kurd dersê jê wernagire û nake guhark di guhê xwe de. Kurd dibêjin ”Ger cara yekê te ez xapandim, şerm e jibo te, lê ger cara duyê te ez xapandim, şerm e jibo min!”.

Li vir mebest ne çîna sade û normal e, belku ELÎTA kurd e, intelegensiya kurd e, kurdên intelektuel, politikvan, dewlemend û zanayên kurd e. Mixabin ELÎTA kurd ne weke ELÎTA xelkê ye, ew elîteke berjewendîperest, pesimist, qurre, hêreşkar û agresîv di hêlekê de û di hêleke din de tirsonek û pasîv, bi gotineke din ew kole û ne xwedî dîtin, hiş û wijdanê xwe ye.

Mînak jî pir in û mirov dikare navan jî bide, lê ew ê ne bi kêr be li vir. Her çawa be ez ê navekê bidim ku berî çend rojan Dr. Jaza Chingiani behsa wî kiribû û ya rastî min bawer nedikir ew ewqas xwe nizim bike û wan gotinan bike.

Ew kes Şêrzad Hesen e, nivîskarekê başûrî ye, çîrokan dinivîse û bi rexneyên xwe yên progresîv û biwêr derbarê rola jinê û îslama siyasî tê nasîn yan jî ez wisa nas dikim. Binêrin vî intelektuelî çi gotiye: “Ala peru/caw/qumaş e û niştiman pêlav/şekal e”, helbet mebesta wî ala Kurdistanê ye û niştiman jî Kurdistan e. Ev gotin bi ti awayî nabe rexne, ne dilsozî ye, ne avakirin e, belku gotinên beredayî, nizim û ti peywendiya wan bi intelektuelî ve nîne. Ev ne opozisyon e, ne dengekê dijber e û ti fêda van gotinên vala nîne, ew hestê niştimanî sist, kiz û dikuje û tenê nizmiya kesatiya xwenîşan dide.

Di civateke saxlem û durust de oposizyon beşeke ji hêza gel, ew rexne li desalatê dike, wê serrast dike, şaşiyên wê aşkere dike, wê tûj heldisengîne, dixwaze wê helweşîne, lê ti caran ew naxwaze welatê xwe, niştimana xwe, miletê xwe û pîroziyên xwe helweşîne. Rexneyên Puşkîn û Dostoyevski dij desalata Keyserî ne dijî Rusya bû û ne di xizmeta dijminên Rusya de bûn, belku jibo guherîna sistema siyasî jibo xizmeta gelê Rusya bû. Rexnegirên Hitler ne dij Almanya bûn, belku dij sistema faşizmê bûn, rexnegirên Amerika, Ewropa, welatên erebî û hemû cihan ne dij gelên xwe ne, belku dij sistemê ne jibo başiya miletên xwe ne. Tenê cem kurdan her tişt berevajî ye!

Kesên rexne li başûrî Kurdistanê digirin, rexne li herêma Kurdistanê, rexne li PDK û mala Barzanî digrin mebesta wan qet başkirina sistemê nîne, rakirina şaşiyan nîne, avakirina Kurdistaneke bihêztir nîne, başkirina jiyana xelkê nîne, belku dîrekt yan indîrekt xizmeta faşizma tirk, ereb û farisan dike.

Erê rexne heq e, maf e û dibe her kes bikare bike û dîtinên xwe bîne ziman, lê dijatiya kurd û Kurdistanê bi hincet û argumenta filan kesî yan filan partiyê şaşî kirine çi ew şaşî biçûk yan mezin be heya ger xiyanet be jî, ew “rexne” wî mafî nade ti kesî ew jî xiyanetê bike. Bersiva xiyanetê bi xiyanet nabe. Kurd gerek e realist bin, avantaj û disavantajên xwe bizanin û realpolitik jî wê rastiyê radixe ber çavên me.

Lahor, Pavil Talabanî û beşek ji PUKê xiyaneta 16 oktober 2017 li Kerkukê pêkanînPavil akterekê serekî bû di wê xiyanetê de, lê nuha rast/ne rast ew vegerya ser xeta niştimanî. Rewşa Kurdistanê nazik e û ew rê nade şerê navxwe. Jixwe ew qet ne di berjewendiyên Kurdistanê de yeBihêzkirina Kurdistanê bi herdu zonên xwe kesk/PUK û zer/PDK ergekê niştimanî ye. Di vî warî de rexne jî heman erg heye.

Çirûska ronahiyê jibo Kurdistanê li başûr e û digel hemû kêmasî û şaşiyan ew landika azadî û demokrasiyê ye. Li devereke weke Rojhelata Navîn û rewşeke weke Kurdistanê ku çardewrên wê dijimin in û ew dijmin her li benda delîvekê ne da serpêhatiya başûr bikujin û bifetisînin. A di vê rewşê de tu nikarî liberal demokrat bibî, tu nikarî bersiva kesên berelayî û têkderên navxwe, kesên bi dijminan ve girêdayê; bi bêdengiyê bidî.

Intelektuelên sexte Stalîn û Hitleran çêdikin û intelektuelên rast wan heldiweşînin û civat û desalateke saxlem ava dikin. Propaganda zanisteke û gelek zanyaran lêkolînên fireh ser çêkirine da psîkologiya individ û take kesan bizanin. Dewletên dagirker bi giranî ser wan metodan radiwestin û jibo xizmeta xwe bikartînin, bi taybetî ji aliyê tirkan ve. Pisporên kurd di vî warî de hene li Kurdistanê, Soviyeta berê, Ewropa, Amerika û gelek deverên din, lê çi heyf fêde ji wan nayê kirin.

Di lêkolîneke xwe de sosyolog, pedagog û fîlosofê frensî Émile Durkheim (1858-1917) derbarê Hiş/aqilê Kolektîvdiyar dike çawa hiş dihele/dinermije dema fikir û ramanên propaganda rêya xwe dibîne di wî hişî de û ew kes çend melûl û xemgîn dibe dema xwe dûrke ji wî mejiyê kolektîv. Jixwe qet ne hêsan e mirov xwe dûrke ji têgehiştina piraniya xelkê her çend ew têgehiştin paşmayî û destruktiv be.

Kultura kerî heye û piraniya ”intelektuelên” negativ û mirîd hişê xwe jibo berjewendiyên kesan û partiyan terxan dikin, lê intlektuelên rast û durust jî hene, ew bi şev û roj mîna serbaz û leşkerên wunda xebata xwe dikin jibo pêşerojeke xweş, hêvîyeke geş û Kurdistaneke azad û serbixwe!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev