Pirtûka Nihat Gültekin “Komkujiya Gelîyê Zîlan…“

Pirtûka Nihat Gültekin “Komkujiya Gelîyê Zîlan…“

Eskerê Boyîk

Li ser textê min pirtûka Nihat Gültekin „Komkujiya Gelîyê Zîlan – Tahir Nas“ e.

Pirtûk biҫûk e…lê naverok giran e, ewqas giran e, ku eva ҫend rojin nikarim ji bin giraniya bûyeran, zulm û wehșîtiya pêk hatî derêm. Kuștin, xûn û hêsir, axîn, ofîn, qîrîn tev li hev diherikin… Kuștin, kuștin, kuștin… Rastî jî cehnim e… Li nav surușta zozanên Șerheda bedew, delalî, xêr-bêr û bereketa mêrg-ҫîmanên rengîn da wêneyên dojeyê, ҫîroka zulmê… Dojeya qetil û zulm, wehșîtiya evdên neheq…

Ji 90 salî zêdetir ji ser wê komkujiya zulm ra derbaz bûye, hê ji bîna wê qetila ku Gelîyê Zîlan da hatiye kirin, mirovê normal ji hidûdê morala wî derdixe…

Komkujiyên li ser Êzdiyan tînin bîra min…

Kurdistan welatê komkujiyan e. Dîrokê da komkujî para Kurdan ketine. Gelo ҫima komkujî bûne para Kurdan?

Gelo gunê Kurdan wan kumkujiya da nîne?

Ji pey hilweșîna dewleta Osmaniyê ra hinek gel bûne xweyê serê xwe, xweyê bext qedera xwe, bûn dewlet, xweyê al, nav û nasneme. Kurd û Kurdistan dîsa man kolê cînarên bêwîjdan.

Ewropiya rûyê bêxemî, nezanî û bêҫariya kurdan ra, bextê wan sipartin zulma dagerkiran.

Hinek „aqilmend“ û „pêșîkêșên“ Kurdan, li hev civiyan gotin emê tev birayên xwe dewleta Kurda – Tirkan, ya axret û îmanê ava bikin, ku bi tev herin buhuștê…

Pașê eyan bû kê ҫû bihuștê, kê dojê…

Ȗ dest bi van bûyaran bû…

Dewleta Osmaniyê da ji bûyarên wa reș welatê Kurda da kêm nîbûn. 72 ferman tenê serê Êzdiya anîn…

Ji serhildana Șêx Sihîd dest bi qir-bir û komkujiyên nu bûn, êdî nedinêrîn ku kê bo kîjan „alahî“ due‘a dike.

Di sala 1926 an li Serhedê dest bi Serhildana Agirîyê bû.

Dewsa bi rêyên așîtane ҫareserkirina pirsgirêkan, dewletê rêyên komkujyan, qetil û zulmê yên hișk bijart, ku kurdan bi pirsgirêkên wan va ҫel bikin, tune bikin…

Serhed bû gola xûnê.

Heta îro jî ew pêvajo bi cûrên cuda berdewam e…

Ne dewleta Tirk kare ser bikeve, ne jî Kurd, ne pirsa Kurd ji holê radibe.

Yek ji wan wehșîtiyên zulm, ku Serhedê da hat pêkanîn, komkujiya Gelîyê Zîlan bû, kîjan wek bûyereke reș ketiye nava dîroka wê dewletê.

Vê tevkujiyê, di havîna sala 1930 dest pê kir û berdewam bû heta koka xelkê wê deverê anîn.

Gor salixên fermî wê tevkujiyê da 15 hezar evdê bê sûc û gune nava ҫendekî da hatne qetilkirin.

24 gund kokbir bûn…

Gundên Gelîyê Zîlan wêran kirin, șewitandin, bêruh kirin…

Pirtûka Nihat Gültekîn dîroka wê tevkujiyê ye…

Pirtûk li ser ședetiya ședê tevkujiyê, bîranînên Tahîr Nas hatiye avakirin.

Min xwest analîzeke dirêj, berfireh binivîsim…

Dilê min teyax nekir, wîjdan temûl nekir derheqa wê wehșîtiyê da dirêj binivîsim.

Du cimlên kurt ji bîranînên Tahîr Nas bînim:

„Îcar esker li nav ket, zarên biҫuk li ber ҫiҫikan, singû lê didan, davîtin erdê, wisa hișk dikirin, dikuștin. Jinên bi zar singû davîtin zikê wan diqelaștin, zarê wan ji zik derdixistin…“

„Eskerekî din hat, dest avît tilîya wê xwest gustîlka tiliya wê derxe, tiliya wê bada û gustîl derxist û hilda bir ҫû. Îcar pê ketin zêr û zîvê jinan wuha qûҫ kiribûn, wekî kelekoșkê nav zeviyan, jin weldigerandin livik bi livik hemû zînêta wan derxistin…“

„Gundê Gelîyê Zîlan, 24 gund qetil kiribûn. Malê wan 24 gundan, hinek mal 100 pez, 200 pez, 300 pez bûn, belkî 10 hezar pez, hesp, dewar, ga, ҫêlek hemû anîn rastê. Bekҫî danîbûn ber, îcar Tirkên Erdîșê ev li hev du bi par vekirin.“

Xulese… Pirtûkê bixûnin…

 

Dawî:

Kêranîna ҫek-sîlihê dinyayê, zulm, șer-dijminatî birîna qenc nakin, birîna kûr dikin… Welêt têr nakin, xelkê birҫî dikin… Mala herd miletan jî wêran dikin. Wê wa kuda here? Gelo xêrxwezek nîne rêke xêr, ya hevrajiyanê vî xelkî ra bibijêre… Edlayê, aramiyê, xweșiye bînin welêt.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev