Ji bo tomarkirina arşîva damezinerê rewşenbîriya Êzdiyatiyê Pîr Xidir Sileyman

Ji bo tomarkirina arşîva damezinerê rewşenbîriya Êzdiyatiyê Pîr Xidir Sileyman

Ez wek kurekî Êzdî, Êzdîyatî û Kurdîtiyê ji hevûdinê başqe nabînim

Kemal Tolan, nivîskar/lêkolîner


Ez gelekî serbilind im ku min karibû zane, rewşenbîr, nivîskar, seroke Merkeza Laliş li Dihoke, xilmetkarê tevaya Êzdîxanê û serxwebûnxwazê Kurdistanê yê rêzdar mamoste Pîr Xidir Sileyman di sala 1997 an de, li kampa paneberan a bajarê Oldenburgê de, ku min hingê weke mamosteyekî kurseke fêrbûna Almanî ji bo xerîban ders dida, naskir.
Dema rihşad mamoste Pîr Xidir Sileyman hat, bi dilxweşî kete nav xebat û karê rêvabiriya „Komela Çande û dînê Êzîdî – Oldenburgê“ û bû endamê redaktiona „Kovara DENGÊ ÊZÎDÎYAN“ pê ve, pirseke weha di civîna 09.03.1997 de ku rahmetîyê Mîrê Êzdîxanê Mîr Tahsîn jî têde amadebû hate kirin: “Pîr Xidir te weqas alîkarî, bi başî û qencî di Lalişê û wî welatî de kir, ti çima û ser çi sebebî hatî virê, dixwazim ti ji Êzdiyan ra bibêjî?

Rahmetî Pîr Xidir Sileyman: Gotinek dibêje, heke yek bibêje ez û ez, hingê tiştekî ne ciwan dibêje, ez û ez. Gelekî kirête ku meriv bibêje, ez û ez. Hûn rewşa welatê me dizanin çewane. We amanetek di stûyê me hemûyan de heye, ku Êzdîyatî ye bav û kalên me ew bi xwîna serê xwe ji bo me parastiye. Herkesekî ji me bikare pişkekî ji vî amanetî, wek xizmetekê pê rabe û bo wefadariyek bikeve xwîna wan bav û kalan.

Ez wek kurekî Êzdî, Êzdîyatî û Kurdîtiyê ji hevûdinê başqe nabînim. Dema min weke Êzdîyekî di sala 1971 de li Bexdayê dixwand, me komek xortan dest bi komkirina Qewl û Beytan kir. Em li dijî wan kesên ku bi şaşîtî li ser Êzdîyatiyê nivisîbûn derketin û me bi hewildanên xwe ew nivîsên wan retkirin û got, em Êzdî Xwedê perêzin.

Di sala 1991 de neçar mam minteqa xwe Şêxan bi cî hêla û çume Duhokê. Min û komeke Êzdîyan li Duhokê bîryar da ku, em bi navê Bingeha Êzdîyan ya Laliş daxwîyanan derxînin û bidine xwanê ku, piraniya agahdariyên ji aliyê xelqê ve li ser me Êzdiyan hatine belakirin ne rastin. Me kovara Bingehê Laliş derxist û dest bi dahîna semîneran kir.

Ez li ser daxwaza dernekeke Almanî, di sala 1993 de weke serokê yekîtiya nivîskarên Kurd yên li Duhokê bi xisûsî hatime bajarê Berlînê – Almaniya. Min li Berlînê semînerek ser kultura Kurdî û Êzdîyan da. Ku min bixwasta hingê li Almaniya bimînim, min dikarîbû bimînim. Lê min got, li vê derkê nikarim xizmeta miletê xwe baş bikim.

Sedemên hatina ez cardinê hatime Almanya jî rewşa welatê me bû. Ez xwe li virê jî weke masiyekî ji nav avê derketî dibînim. Bes bo mirinê hatiye gotin, „bila li şaristana û ne li goristana be“*1……

Belê dûre gelek lêkolîn û gotarên rahmetî Pîr Xidir Sileyman, yên bi kurdiya latînî, erebî û almanî di „Kovara DENGÊ ÊZÎDÎYAN“, ya ku xizmeta nasandin û pêşxistina dîrok, çanda, civat û dînê Êzdîtîyê dikir de hatine weşandin*2.
Rahmetîyê Pîr Xidir yê damazinerê rewşenbîriya Êzdiyatiyê, gelekî dixwast pêwendiya xwe di navbêna rêvabir, rewşenbîrên Kurd-Êzdiyan û gelê dinê ra xurt bike. Xwedê jê razî ji bo vê armancê di roja 13.03.1997 de li bajarê Bonn ê (hingê paytexta Almaniya Rojava bû) weke serokê Navenda Laliş a li Kurdistana Îraqê, „civînek digel endam berpirsyarên Kongra Aşurî ya Navnetewî û bi endamen Perlementa Almanyayê rê çêkir“*3 Weke damazinerê rewşenbîriya Êzdîyatiyê beşdarî gelek çalakî, şev û semîneran dibû.

Min di vê navê de gote nemir û rihşad Pîr Xidir Sileyman, mixabin mamoste nûçe û lêkolînên bi nivîsa tîpên Kurdiya latînê di kovara „LALIŞ“ê de gelekî kêmin. Ewî got, başe gava te vê carê di rêya înternetê de diyalogê bi zahmetkêşên malpera Duhok.net û kovara „LALIŞ“ re çêkir, bibêje wan, „silavên Pîr Xidir ji we ra hene û xwastiye ku hûn di nav kovarê de cîh bidine gotarên wî yên bi kurdîya tîpên latînî têne nivîsandin.“ (Çavk.: Name.) Xwedê ji te razî be mamoste Pîr Xidir Sileyman, bi xêra vê pêwendî û xilmeta te, êdî gelek gotarên min û nivîskarên hevalên min, di „Kovara rewşenbîrî demdemiya Bingeha Laliş ê“ de hatin û hê jî têne weşandin!*4

Mixabin ez di 27.12.1997 de bi hêrîşa dilî ketim, min nikarîbû êdî xebat û karê rêvabiriya „Komela Çande û dînê Êzîdî- Oldenburg‚ ê“ û redaktiona „Kovara DENGÊ ÊZÎDÎYAN“ berdewam bikim. Gava ez hinekî bi ser xwe va hatim, min dîsa hinek piştevanîya xwe ya bi xebat û karê rêvabiriya „Komela Çande û dînê Êzîdî- Oldenburgê“ û redaktiona „Kovara DENGÊ ÊZÎDÎYAN“ berdewam kir û min di Konferensa 4 ya „Komela Çande û dînê Êzîdî- Oldenburgê“ ku di 12.04.1998 de çêbû, axaftinek kir û got,“Hêjayan, wekî ku di xebat û civînên vê Komelê, yên ji berê û hetanî vêga de jî hatiye xwanêkirin, ez dîsa jî dilxwazê tifaqa welat û dînê xwe me. Weke kû hûn dizanin, xizmeta ku ji bo herdû mijaran ketî ser milên min, heta ji min hatî, min ew bi xêr û xweşî anîne cîh.

Ez gelekî serfiraz im ku ev xebatên min îro bûne bingeheke „Mala Êzdîyan“, tifaqeke Êzdîyan û em Êzdî îro li vêderkê civiyane. Ev serfirazî ne ji bo min tenê ye, ew ji bo hemû zahmetkêşên vî dînê Êzdî ye.

Spas ji bo hemû endamên Komelê, beşdarîbûna cimaatê û hêvîdarim ev konferansê ji bona dîn û miletê me hîn zêde bive aremî, azadî, aşîtî û serfiraz be.

Dûre nemir û rihşad Pîr Xidir Sileyman li ser navê komîta lejnê got: „Spas ji bo mamoste Kemal û vê peyva pîrozbayê !“ *5
Gelek spas ku rewșenbîr, nivîskar, mamoste û pîrê Êzdîtiyê yê herî rêzdar Pîr Xidir Sileyman, di sala 2000 de ji bo sererastkirin û çapkirina pirtûka min -„Hebûn û tûnebûna Êzdiyan tev romanên zindîne“ ra bû alîkar. Jixwe min li ser pêşnîyariya rahmetî, rengê ser bergê pirtûkê yê zer hilbijart û bi navê „weşanên DENGÊ Êzîdiyan“ weşand. Jixwe hetanî hingê, ti weşanên DENGÊ Êzîdiyan ji xeynî Kovara Dengê Êzdiyan tinebûn*6.

Dîsa wexta rahmetiyê mamostê me Pîr Xidir Sileyman, bi hest, gotar û lêkolînên xwe alîkarî ne dana min, min ê nikarîbûna pirtûka xwe „Nasandina Kevneşopên Êzdîyatîyê“ di sala 2006 de berhev û çap bikirina. *7

Wextê kedkarê nemir û rihşad Pîr Xidir Sileyman, bi fermî weke mamoste û xilmetkar kete nav tevaya xebatên „Mala Êzdiyan a Oldenburgê“, ew î hima zû du kursên bi navê „grupa zimzim -a“ û „grupa kaniya spî -b“ ji bo fêrkirina zimanê Kurdî û naskirina Êzîdîyatîyê ji fêrxwazên Êzîdîyan ra vekirin.“*8

Gava endamên komîta rêvabir û rewşenbîrên „Mala Êzdiyan Oldenburg ê“ û „weşangeha Dengê Êzîdiyan“, di Mijdara 2001 de gotine damazinerê rewşenbîriya Êzidiyatiyê, „mamoste em dixwazin pirtûka te ya Êzîdiyatîyê ji bo dersa dînî ya zarokên civaka Êzîdiyan ya derveyî welêt“, naveroka wê ji bo fêrbûnê, hinekî hesan û ronahî bikin, wê li virê, ji nû ve çap bikin„, dilê rahmetî hingê bi vê pirojeya me gelekî xweş bû. Min di ber karê mamostetîyê de, pirtûka rahmetî „Êzidiyatî 1 û 2“ ji ber destnivîsa rahmetî avîte ser PC û dûre me ew di Mijdar 2001 de û li ser navê „weşanên Dengê Êzîdiyan“ Oldenburgê da çapkirin.*9

Mixabin, piştî berhevkirin û çapkirina vê pirtûka mamoste Pîr Xidir Sileyman-„Êzidiyatî 1“ê, êdî hinek pirsgirêk bûne sedem û me hew karîbû pirtûka „Êzidiyatî 2“yê jî bidine çapkirin.

Lê şikir ji Xwedê ra, derfeta ku zanyarê Êzdîxanê rahmetîyê Pîr Xidir di sala 2012 de, tevaya jimarên „Êzidiyatî 1- 6“ li gorî tecrûbeyên „Êzidiyatî 1“, bi alîkariya „Pêdeçûn û bijarkirin lijnek ji rêvebiriya giştî, ya perwerda Duhokê, bi hevkari digel Bingehî Laliş yê rewşenbirî Dihok“ ê bide weşandin.*10

Mamostê Êzdîyatîyê Pîr Xidir pir dixwast ku, Êzdî û bi taybetî jî xwandevanên wî yên Mala Êzdiyan, pêwendiya xwe bi dê, bav û hevalên xwe re bêtir xurt bikin.

Ji xwe li ser vê hêşîyarîyê rêvabirên Mala Êzdiyan seyrangehekê di 16.06.2002 de ji bo xwandevan, dê û bavan amade kirin. Ez û rahmetî Pîr Xidir jî li ser navê qomîta rewşenbîrên Malê tevlî vê seyrangehê bûn. Min û rahmetî hingê di kamera ku kekê Seît Yenirce digirt de, hinek daxwaz û sedemên xwe yên ji bo seyrangehê anîne ser ziman.*11

Belê hêjayan, wekî ku me di kilîpa yekê de li gotinên rahmetîyê Pîr Xidir Sileyman, yên ku digot“ gelekî kirêt e ku mirov bibêje, ez û ez“*, min jî hingê ne dixwast bibêjim,“ez û ez“. Min di nav xebat û şîretkarîyê de timî bê nav alîkarî dikir. Lewma jî hingê navê min di nav lîsta „komîta rêvabir û rewşenbîrên“ „Komela Çande û dînê Êzîdî – Oldenburgê“ dîyar ne dibû. Lê navê min di naveroka gelek „Semîner“ û hêjmarên „kovara DENGÊ ÊZÎDÎYAN“ de, weke nivîskar û endamê redaktionê hatiye kifşkirin.

Belê weke ku min gotî û şikir gelek ji we welatperwerên Kurd jî dizanin, rihşad mamoste Pîr Xidir Sileyman, di navbêna pêwendiyên endamên komîta rêvabir û rewşenbîrên „Mala Êzdîyan Oldenburgê“, Mîrê Êzdîxanê, endamên Meclisa rihanîyên Êzdîyan, zahmetkêşên malpera Duhok.net û kovara „LALIS“ de bûbû weke pireke mezin. Alîkarî û Êzdînasîna rahmetî hişmendiya me gelek welatperwerên Kurd û xilmetkarên Êzdîxanê ronayî dikir.

Dîsa heke ne bi xêra raman û pêwendiyên rihşad mamoste Pîr Xidir Sileyman û hogirê wî yên rêzdar kek Hesso Mormî û Xêrî Bozanî bûna, wê pirtûka min „Nasandina kevneşopên Êzdîtîyê II„ bi alîkaraya „wezareta ewqaf û karûbarên ayînî û rêveberiya giştî ya karûbarên Êzîdiyan a hukumeta herêma Kurdistanê“ di sala 2012 de li çapxana rewşenbîrî Hewlêrê ne hatibûna çapkirin.*13

Belê gava „kovara DENGÊ ÊZÎDIYAN“ ji hejmara 8-9 pê ve ne hate weşandin, ez jî neçar mam, êdî xwe ji pêwendî û alîkariya nav „Mala Êzdiyan a Oldenburgê“ dûr bikim. Lê min di nav „malê“ de, pêwendiyên xwe ji bo berhevkirina zargotina li ser dîrok, serpêhatî, jîyan û cihwarên pêşîyên me Êzdîyên bakur bi hinek rîspî, endamên „Malê„ û bi taybetî jî bi rahmetiyê mamostê xwe Pîr Xidir Sileyman ra her berdewam kir. Lewma gava ez di sala 2019 de ji endametîya „Mala Êzîdiyan Oldenburg“ê bi tamametî derketim jî, rahmetiyê mamostê me Pîr Xidir Sileyman got,“rêz û hurmeta min ji ked, emek û derketina te ra heye. Lê pêwendiya min û te qet ji hevûdinê qut nabe“.

Dema seta pirtûkên min Êzdîyatî oleke qedîme di destpêka vê sala 2021 derketin*14, rahmetî got ez xemgînim ku rêvabiriya mala Êzdîyan Oldenburgê ti agahdarî û dilxweşî di derheqê van berhemên te yên giranbiha de dernexistin. Ti wêne Seta Êzdîyatîyê û jiyangeriya xwe ji min ra bişîne, ez ê ji bo xwandevanên Kurdistanê bi kurmanciya elfabaya erebî gotarekê bela bikim.

Spas rahmetîyê Pîr ê Êzdîxanê, di 08.05.2021 de ev gotara xwe di malpera xwe da belakir*15

Pîrê damezinerê rewşenbîriya Êzdiyatiyê di vê hevpeyvîna ku min di kesayetî, nȇrîn, pirsgirêk û parastina Êzdîtiyê dike.*12
Pîrê damezinerê rewşenbîriya Êzdiyatiyê, ez baş bawerim, wê Xwedê û Tawisî Melek, te ji bo vê alîkarî, ked û emeka ku te di ber nasîn, parastina Êzdîtîyê û welatê me de daye bi dilovaniya xwe şad bikin.

Çavkanî:

1- https://www.facebook.com/Yezidisches.Forum.Oldenburg.e.V/videos/1495473833879618
2- Mînak binêrin li Dengê Êzîdîyan- hêjimar 6/7 de ;
Laliş – Warê bav û kalan rûp.: 45-49, Dîroka Mîrgeha Şêxan, rûp.: 53-54, Civînek digel endam û berpirsyaren Kongra Aşuri ya Navnetewi û endamen Perlementa Almanya ye –rûp.:86.
*Dengê Êzîdîyan- hêjimar 8/9 de; Bräuche und Traditionen bei den Yeziden: Die Beschneidungszeremonien –rûp.:74-78, Avakirna Mala Ezidiyan- Xaniye mi no, sitara mino- rûp.:79- 81. -Hevpeyvinek bi Tosinê Reşîd re, rûp.: 99-102. Milyaket di baweriya Êzîdîyan de- Liber ronahiya tekisten Êzîdîyan-rûp.:116-122.
3- Binêre Dengê Êzîdiyan hejimar 6/7 rûp.:86.
4- Gelek hêjmarên kovarê.
5- Vidio Kilîpa Civînê.
6. Wênê li ser pirtûka „Hebûn û Tûnebûna Êzdîyan tev romanên Zindî ne“, 2000 Oldenburg.
7. Li Pirtûkê
8.a- https://www.facebook.com/Yezidisches.Forum.Oldenburg.e.V/videos/1294539777306359
b- https://www.facebook.com/Yezidisches.Forum.Oldenburg.e.V/videos/1294563937303943
9. Pirtûkê
10. Wênên pirtûkan
11. Vidioklip.
12.Vidîoklîp https://www.facebook.com/KemTolan/posts/1789314837950856
13. Nasandina kevneşopên Êzdîtîyê II Hewlêr 2012
14.Seta Êzdîyatî oleke qedîme
15. Nivîskar Kemal Tolan bi Pîr Xidir Sileyman re ye https://krd.riataza.com/2021/12/11/niviskar-kemal-tolan-bi-pir-xelat-elias-re- ye/?fbclid=IwAR2C1iMs-QTmF9zmUgxjlrg-IDfkZne7QMYmNeL4mcNBnEWzSiwmrIBijCM
 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev