KAPTANÊ MIRINÊ • MÎRAN JANBAR

KAPTANÊ MIRINÊ • MÎRAN JANBAR

Weşanxaneya LÎSê bi serî xwe Kitêbxaneyeke dewlemend e

 

Karmendên ku li vê ocaxa wêjeya kurdî kar dikin, bi berhemên xwe yên çapkirî va şopa xwe di dewlemendkirina edebîyeta kurdî da dihêlin. Wana xwesma gelek berhemên kurdên Sovyeta berê çap kirine û ew zindî kirine.

 

Kaptanê Mirinê, yekemîn pirtûka çîrokan a Mîran Janbar e. Çîrokên bi awayê Honaka Zanistîhatine nivîsandin, piranî mijarên weke UFO, fezayî û şerê galaktîk dihewînin di xwe de.

 

Derd û xemên mirovan çi yên civakî, çi yên takekesî bi rengeke cûda yê wêjeyê vedibêje. Hezkirên Wêjeya Honaka Zanistî (Science Fiction) her çiqas di wêjeya cîhanê de xwedî rêjeyeke hindik be jî di wêjeya Kurdî de rewş cûda ye.

 

Xwînerên wêjeya Kurdî li bendê ye ku berhemên bi wî awayî zêde bibin û cêjeke mezin bigrin ji wêjeya xwe. Pirtûka çîrokan ya Kaptanê Mirinê bi vê mebestê gihişt ber destê xwîneran û hêvî dike paşeroşê pirtûkên bi vî rengî zêde bibin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev