NAVEROKA DEMSALAN

NAVEROKA DEMSALAN

DEMSAL Û MEHÊN SALÊ

Ebduleh Celan, lêkolîner

 

Salek çar demsal in û duwazdeh meh in

  1. DEMSALA ZIVISTANÊ, sê meh in:
  2. Meha yekem, Çileyê Pêşî.
  3. Meha duyem, Çileyê Paşî.
  4. Meha sêyem, Sibat.

Di demsala zivistanê de meha yekem ji yekê mehê heta dehê mehê, deh rojên pêşî kanûne.

Ji wan deh rojan “kanûnê pêşî” ango “kanûnê miyan” tête gotin.

Ji kanûnê pêşî ji dehê mehê heta meh xilas bibe, 20 roj dibe “Sersal” ango serê salê.

Di şeva serê salê de li gundan, êvarê piştî wextê eşayê çend ciwan digihaştin hevûdin û “Qirdik” çêdikirin, li nava malan digeriyan, biwêjek didu ji wan gotinê wan ciwanan ku li ber derê malan wêha bi dengê bilind bi hev re digotin û qîrîyan. Biwêj ev bûn:

SERÊ SALÊ, BINÊ SALÊ, XWEDÊ BIHÊLE HÛR Û GIRÊN MALÊ…

Biwêjek din jî ev bû:

SERÊ DÎK KÛLAV E, BINÊ DÎK KÛLAV E, XWEDÊ KURÊ MALÊ BIKE ZAVE.

Ew ciwan fêkî û zadê ku berhev dikirin, ger ku weke genim ango savar berhev kiribûna li cem baqalê gund wî jî difrotin, bi pereyê wî loqum biskewit û hwd. distandin, li maleke mûsaît bi hev re bi kêf û şadî dixwarin

Piştî serê salê, dibe meha çileyê paşî. Ji yekê mehê heta 20ê mehê, her du 20ê her du mehan dibin 40 roj. Ji wa 40 rojan re dibêjin “Çileyê Reş” û “Çileyê Ereb” jî tê gotin.

Gotineks pêşeyan di derbarê kanûna de weha tête gotin: KANÛN E, BÊ QANÛN E.

Ya din ji bo 40 rojên çile jî weha tê eotin: ÇILE YE BÊ EWLE YE.

Ji wan deh rojên ku di dawiya meha çileyê paşî de ne re “kanûnê paşî” tê gotin.

Ew her du meh, ango Çileyê Pêşî û Çileyê Paşî, ev e bûne du meh.

Meha sêyem jî, Sibat e.

Di demsala zivistan û demsala biharê de, ji hinek rojan re GÎT tê gotin.

Baş e, ev GÎT çi ye û çine?

Di hin mehan de rojê pir sar û zeber, ango pir dijwar hene. Ew roj, di roj û wexteke kifşe de ne, ji wan rojan re dibêjin Gît.

Roja çarşema dawî ya sibatê, heta çarşema ewil ya serê meha adarê, ji çarşemê heta çarşemê dike 8 roj, ji wan 8 rojan re ZÎP tê gotin.

Xelkê, di wan heşt rojan de dewar û heywanên xwe bi meqesê diqusandin, yanê ev heywan hate zîpikandin.

Di derbarê zîpan de gotineke pêşiyan heye, weha tête gotin: ZÎP IN ZÎPEDAR IN, BIBARIN NEBARIN XEDAR IN.

Bi aweyekê din jî weha tête gotin: ZÎP E ZÎPEDAR E, BIBARE XEDAR E, NEBARE BIHAR E.

GÎTek jî di meha adarê de ye, ew GÎT jî di 17ê meha adarê de ye, gotineke pêşiyan di vê derbarê de weha tête gotin: HIVDÊ ADARÊ, MELEK DERTÊ SERÊ DARÊ, GAZÎ DIKE LI BIHARÊ.

Dîsa di vê derbarê de gotineke pêşiyan weha tête gotin: NE BIHRA BERÎ HIVDA, NE ZIVISTANA PIŞTÎ HIVDA.

Gotinke pêşiyan di derbarê hivdeyê adarê de weha tête gotin: HIVDE XERICÎ, BIHAR ZEWICÎ.

Ji bo meha Adarê jî gotineke pêşeyan weha tête gotin: MEHA ADARÊ, BERFÊ DA GULIYA DARÊ, LÊ NEGÊHÊŞT DANÊ ÊVARÊ.

Yeke din jî weha tête gotin: SIBA ADAR E Û ÊVARA SARE, NÎVRO JI GERM E Û SEG LI BINÊ SIYA DAR E.

Kevirê Hivde!

Berî 50-60 salan, şeva êvara hivdeyê meha adarê ji malekî civanek ango zarûkek derdikete serê ban li dora kuleka bixêriyê di malde çen meriv hebûna biçûk mezin ji bo her yekî kevirekî yan qafikekî ji hev kifşe li dora bixêriyê datanîn. Hin caran ji bo pez û dewaran, ji bo pisîk û segan jî kevir ji wan re bi aweyekî kifşekirî datanîn. Dotira rojê serê sibê wê yek malê biçûya ser bên û yek bi yek ew kevirê li dora bixêriyê hildida, dinihêrî ka di binê kevir de kêzik an kûrmik, tiştekî bi can di binê kîjan kevirî de hebaûna, bawer dikirin ku aqûbet û dewleta malê di serê wî de ye.

Destpêk, naverok û encama wê mijarê bila li benda ciwan û lêkolînerên me yên rêzdar bimîne.

GÎTeke din jî di heftê meha Nîsanê de heye, ew jî rojeke kifş e. Gelek salan di heftê Nîsanê de serma û zeberên gelek xedar çêdibin, di derbarê heftê Nîsanê de gotineke pêşiyan weha heye: HEFTÊ NÎSANÊ, GAMÊŞQIRANÊ. yanî di heftê Nîsanê de ji serma gamêş qirr dibin.

Di vê derbarê de gotinekê din ya pêşiyan heye, weha tê gotin: ROJA HEFTÊ NÎSANÊ, XILAS DIBIN QAL Û QÎLÊN ZIVISTANÊ.

  1. DEMSALA BIHARÊ, sê meh in:
  2. Meha yekem, Adar e
  3. Meha duyem, Nîsan/Avrêl e
  4. Meha sêyem, Gulan e

Di wan mehên demsala biharê de jî li gor rojeva wextê hinek gotinên pêşiyan hene, yek jê jî ev e: NÎSAN E, DEW LI BA KOTÎ Û PÎSAN E.

Yeka din jî weha tê gotin: NÎSAN E, DEW LI KÎSAN E.

Di derbarê meha Gulanê de gotinên pêşiyan yek jê weha tête gotin: QEZA BE, BELA BE, GULAN BÊ MELÛ DERBAS NABE.

Gotineke din jî wêha ye: GULAN E, ÇINGÎNA DASAN E.

Gotineke pêşiyan weha jî tê gotin: GULAN XINZIRÎ, GIYA KIZIRÎ.

  1. DEMSALA HAVÎNÊ, sê meh in:
  2. Meha yekem, Pûşber e.
  3. Meha duyem, Tîrmeh .
  4. Meha sêyem, Tebax e

Di derbarê wan mehên demsala havînê de jî hinek gotinên pêşiyan hene, biborin li ser gelek mehan de cur bi cur gotinên pêşiyan bawer dikim pir hene, lê mixabin niha gelek ji wan nayêtin hişê min.

Gotineke pêşiyan weha tête gotin: KEVIRÊ HAVÎNÊ, BAVÊJIN KADÎNÊ.

Yeka din jî weha tête gotin: BILA HAVÎNÊ SERÊ TE BIKELE, JI BO ZIVISTANÊ BEROŞA TE BIKELE.

Gotineke wiha jî heye: MEHA TEMMÛZÊ, KAKIL KETE GÛZ Ê.

Yeke din weha tê gotin: MEHA TEMMÛZ Û TEBAXÊ, ECÊB EW ECÊB E KU AGIR NAGIRE AXÊ!

  1. DEMSALA PAYÎZÊ, sê meh in:
  2. Meha yekem, Êlûn e
  3. Meha duyem, Cotmeh e
  4. Meha sêyam, Darmij e

Di derbarê van mehên demsala payîzê de gotinên pêşiyan weha hene: SAVARA MEHA ÊLÛNÊ, MÎNAYE HÊK Û HÊRUNÊ.

Yeke din weha tête gotin: TOVÊ XÛBAR E, XWEYÎ KUBAR E.

Yeka din jî weha ye: XWEDIYÊ XÛBARAN, TIJE DIKIN ÇAL Û KEWARAN.

Yeke din weha tê goten: XWEDIYÊ SERREWA, DIKIN VIR Û DEREWA.

Gotineke pêşiyan weha jî tête gotin: EWR ÇÛNE BOTA, COTARÎ ÇÛNE COTA.

Gotinên Pêşiyan winda nabin.

Warê keviran xira nabin.

Heta ebed ji bîr nabin.

Hemu ders û marîfet in.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev