Lİ SER PİRRENGÎ, PİRDENGÎ, DEWLEMENDÎ Û EHMEQÎYÊ

Lİ SER PİRRENGÎ, PİRDENGÎ, DEWLEMENDÎ Û EHMEQÎYÊ

Cemalî Baran

Dinya reng bi reng e. Her cûre nebat, heywan, kevir û kuç heye. Heywanên dirende wek şêr û piling, gur û hirç jî, yên kedî wek se, mî, hesp jî. Cûre cûre kêzî, mar û mişk… Cûre cûre dar û kulîlk… Evana hemû reng û dewlemendîyên dinyayê ne.

Mirov jî bi reng û şiklê xwe cûre cûre ne: Sipî û reşik, zerik û sorik, kej û esmer… Zman cûre cûre ne, her usa jî ol, adet û çand… Evana jî hemû dewlemendîyên civaka mirovan in.

Dema ev dinya yekreng ba ne dihate kişandin. Xweşikîya dinyayê û jîyanê pirrengî û pirdengî ye.

Civakeke hemdem, peşveçûyî û demokrat jî civakeke pirreng û pirdeng e.

Lê gelo, mirov dikare bêje ku her cûre tişt û kirin, her cûre gotin, bîr û bawerî dewlemendî ye ji bo dinyayê û ji bo civaka mirovan, bo gel û welat?

Wek nimûne, nêçîra heywanan ji bo kêfê, yan jî bê qeyde û dezge? Mirovan usa kirin ku neslê hin heywanan li gelek cîyên dinyayê nema, wek yê şêr û pilingan, xezalan û hwd…

Şewitandina dar û beran?..

Heya şer û kuştina mirovan, ji bo dagirtina welatên xelkê, bo hêsîrkirina wan, zêrandina wan?..

Nijadperestî, faşîstî, kolonyalîstî?..

Gelo derew çi ye? Dewlemendî ye yan kêmasî ye ji bo civaka mirovan?

Lê neheqî û zulm?

Mirov hene derewîn in. Mirov hene fêlbaz in, aqil û hunera xwe wek rovîyekî ji bo xirabî bi kar tînîn. Çîroka La Fontaine, li ser “Qirok û Rovî” bi nav û deng e.

Rovîyek carê dinêre ku qirokek li şaxê darê hêwirîye û di dev da parçeyek penîr heye. Rovî tê bin darê û dest bi fen û fûtan dike, dibêje:

Hevala delal, rengê te û tûkên te çiqas xweş in! Herhal dengê te jî usa ye… min dîya te ya rehmetî nas dikir, dengê xwe gelek xweş bû, nizanim yê te jî ewqas xweş e?..

Qirok dîyax nake, devê xwe vedike ku bêje: “Belê, yê min jî xweş e!”

Lê çawa devê xwe vedike û dibêje “gak!” penîr dikeve û rovî yekcar dev davêje, dibe. Berekî va jî qirokê ra usa dibêje:

“Ma ku ehmeqên wek te nebin, rovîyên wek min çawa nanê xwe derînin?”

Di civaka mirovan da jî mirov cûre cûre ne. Hela li civaka me Kurdan binêrin; li sîyasetê, li çapemenî, li jîyana rêxistinî… Mirov hene bi rastî mirov in: Jîr, dirist, dilpak, xêrxwaz, berhemdar… Mirov jî hene derewîn, durû, bêbext, zikreş, hesûd, şerrûd in…

Gelo, mirov dikare bêje ku ew grûba duwemîn jî pirrengî û dewlemendîya civakê ye?..

Mirov hene welatparêz û gelparêz in, ber xwe didin, fidakarî dikin, xwe diêşînin û heya, ger hewce be, di vê rê da canê xwe jî didin. Mirov jî hene halê gel û welat, doza azadîyê ne di bîra wan da ye. Bi dû kêf û zewqa xwe ne, egoîst in…

Mirov hene xayîn in, bi dijmin ra kar dikin…

Mirov hene hesûd û zikreş in, bêbext in; ne ku tenê hevalên xwe di bin bar da dihêlin û direvin, lê îlawe û îftîrayan jî li wan dikin, heya dev davêjine wan mirovên ku ji gel û welat ra xizmetên mezin kirine, berhemên baş dane…

Gelo mirov dikare ji bo mirovên usa xayîn, bêbext û mufterî bêje: “Ew jî beşek in ji pirrengî û dewlemendîya civakê û divê di civîn û rêxistinan da cîyê wan jî hebe, hurmeta wan jî bê girtin?.”

Mirov hene ku tu ferqî nakin navbera baş û xirab, dirist û derewîn, welatparêz û xayîn…

Hin kes hene bi navê “demokratîyê” wan di terazû û qenterê da li himber hev datînin. Qîmeta baş û xirab, dirist û derewîn, welatparêz û xayîn li ba wan yek e..

Eva helbet ne helwesteke demokratîk e, lê yan ji zikreşî ye, yan ji ehmeqî ye. Zikreş bi zanetî dikin, ehmeq ji nezanî û famkorî…

Belê, kesên zikreş û ehmeq jî wek yên dinê hebûneke civakî ne. Civak tenê bi dilpak û baqilan çênabe, zikreş û ehmeq jî gelek in. Hin kes bê îzan û bê mîzan in…

Lê gelo, mirov dikare bêje ku zikreşî û ehmeqî jî dewlemendîya gel û welat in û divê bêne parastin?

Bersîva vê pirsê jî hûn bidin, xwendevanan delal!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev