Pirsa we û bersiva me – 200

Pirsa we û bersiva me – 200

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 8

 

1.

Pelda piçûk serê sibehê şiyar dibe û dilxweş xuya dike.

– Dapîrê, min xewnek wusa kêfxweş dît!

-Baş e, yadê qurban, xewna te di derbarê çi de bû?

-Lê Dapîrê, tu pê dizanî, tu jî li wir bûyî.

 

2.

-Bavo, çima em pîr dibin?

-Ez nikarim bersîva wê bidim.

-Çima stûyên zirafan wusa dirêje?

-Nizanim.

-Çima dinya dizîvire?

-Eger min zanibûya.

-Bavo, ka ez ji we hin tiştên cûda dipirsim.

Bavo aciz dibe?

-Na, tenê bipirse. Wekî tu nepirse dê tu çawa hîn bibe?

 

3.

Xatûna kirêdar gilîyê xwe li nik xwedîyê xanî kir.

– Her cara ku trên di ber malê re derbas dibe, xanî dilerize û ez ji ber vê yekê ji ser nivînan dikevim xwar!

Xwedîyê xanî:

– Ez qet bawer nakim.

Jinika kirêdar:

Xwe têxin nav nivînan û hûn ê bibînin!

Xwedîyê xanî xwe li ser nivîna jinikê dirêj dike, lê dikeve xew.

Di wê navberê de mêrê xanimê derî diveke û dikeve hundur. – Çi karê te di ser nivîna jina min de heye?

Xwediyê xanî li dora xwe  mêze dike û bi tirs bersivê dide;

-Ger ez bêjim ez li benda trênekê me dê ji min bawer bikî?!

 

4.

Cîranên hêja! Îşev îne, ez ê partiyek piçûk li mala xwe bikim. Dibe hem dereng be û hem jî hinekî tevlihev û qelebalix be, lê bê guman ez rêzdarîya we didim ber çavan.

Ji ber vê yekê ez dixwazim ji we tika bikim ku hûn sibê şemîyê wekî ku mimkûn e bêdeng bin, ji ber ku wê demê ez di xewde me.

Belê spas /Cîranê we Adem qetê 3-an

 

5.

Xesûya delal!

Ma hûn dikarin dev ji şîretên li ser dê û bavîtîyê berdin!

Ez bi yek ji zarokên te re zewicîme.

Û hûn bi xwe jî di perwerdeya zarokan de bi ser neketine.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev