Yek xelk, yek welat, yek çîrok, yek êş, dabeşî ser çar welatan: Sápmi (Sapmî)

Yek xelk, yek welat, yek çîrok, yek êş, dabeşî ser çar welatan: Sápmi (Sapmî)

Remzî Kerîm

 

Samî (Sapmî) hingî tê bîra dîroknasan, bi hezaran salan li ser erdekî jîyane. Ew erd, ew welat îro dabeşî ser çar welatan bûye: Nîvgirava Kola li Rusya, bakurê Fînlandîya, bakurê Norveç û bakurê Swêdê. Ew dever mîna Sápmi tê binavkirin. Di destpêkê de welatê ku samî lê dijîyan ji erdê wan yê îro mezintir bû, lê bere bere cih li wan hatiye teng kirin û erdê îro lê dijîn biçûktir bûye.

 

Welatê samîyan di nav Rusya, Fînlandîya, Norveç û Swêda îro de.

Rûberê welatê Sápmi: 157 487 km2 (ji sedî 35 rûberê Swêdê)

 

Li gor wan bixwe hejmara samîyan

“Li Norveçê: 50 000-65 000

Li Swêdê: 20 000-40 000

Li Fînlandîyayê: 8000

Li Rusyayê: 2000″

 

“Kî samî ye?

“Defînîsyonek-tarîfek kî samî ye, kî ne samî ye tuneye. Li gor ’Qanûna Sameting (Sametingslagen)’ ew kesê dikare di hilbijartina ’Sameting’ê de deng bide, yê/ya ji xwe re dibêje ez samî me û yên berê li malê bi zimanê samî peyivîne, yan nuha dipeyivin, yan jî kesên dê û babên wan, bapîr-dapîr-kalik û pîrkên wan li malê bi zimanê samî peyivîne. Samî ew kes e yê/ya xwe mîna samî dihesibîne, yan dayîk yan bavek heye ku berê di lîsteyên dengdana Sametingê de navên wan hene”.

Sametinget: Parlamentoya samîyan. 31 endamên wê her 4 sala carekê tên hilbijartin. Desthilata Sametinget tuneye, nikare qanûna derxe. Bi tenê dikare li ser kultur, ziman, xwedîkirina gakovîyan û jîyana samîyan pêşniyaran pêşkêş bike.

Sametinget her weha dezgeheka resmî ya dewletê ye jî. Li Swêdê 60 kes di wê dezgehê de kar dikin.

 

Kurtedîrok

“Tacitusê romayî cara pêşî berî 2000 salan li ser xelkê li bakur ”fenni”yan nivîsîye. Lê dîroka samîyan jê gelek kevintir e, desketîyên arkeolojîk dibin sedem ku dîrok her carê ji nû ve bê nivîsandin.

Dîroka samîyan dîroka kolonyalîzma dewletan, zulma serdestan û berxwedana samîyan e jî”.

Sala 1751ê cara pêşî sînorên di navbera Swêd û Norveçê hatine dest nîşan kirin. Di Peymana Çêreya Gakovîyan (Lappkodicillen) de azadîya samîyan ya ji bo çêreya gakovîyên xwe, derbasbûna sînora û çêreya li welatên din hat sînordan kirin û samî hatin mecbûr kirin ku heqê çêreyê bidin dewleta Swêd yan Norveçê.

Sala 1809ê Fînlandîya ji Swêdê cida bû û azadîya koçerîyê û çêreya gakovîyan ji bo samîyan ber bi rojhilatê welatê wan ve jî hat sînordar kirin.

Li her çar welatan jî ji bo asîmîlekirina samîyan, rê li ber pêşketina zimanê wan û geşepêdana kultura wan hatin girtin.

Zimanên sápmi: Li gor ku samî bixwe bi nav dikin ne yek zimanê samî, lê gelek zimanên samî hene: ” Pir kes weha bawer dikin ku samî bi tenê zimanek e û gî samî bi wî zimanî dipeyivin. Ya rastî gelek zimanên samî hene. Û ne hemû samî bi zimanê samî dipeyivin. Zimanê samî mîna zimanê fînlandî zimanek e ji zimanê finno-ugrî. Di sedsala 20ê de axêverên zimanê samî kêm bûn. Lê îro gelek ji wan ji bo bidestxistina mafê bikaranîna zimanê xwe dixwazin. Çunkî ziman alhilgirê hest û kulturê ye û ji bo nasnameyê pir girîng e.”

”Zimanê samî di rastîya xwe de ne zimanek bitenê, lê bi kêmanî 3 zimanên cida yên samî ne. Samîya rojhilat li nîvgirava Kola tê peyivîn, samîya navendî li Fînlandîya, Norveç û Swêdê tê peyivîn, û samîya başûr ku li Swêd û norveçê tê peyivîn. Ji bilî vê yekê ev ziman di nav xwe de xwedî dîyalektên cida ne: li Swêdê samîya bakur û ’samîya Lule’ tên peyivîn ku dîyalektên samîya navendî ne… Axêverên zimanên samî hev baş tênagihin. Ne anormal e zimanê ku weha li devereka mezin tê peyivîn, ji hev cida bin. Ziman di nav sedsal û hezar salan de ji hev cida bûne.”

Ji sala 2000ê û vir de li Swêdê zimanê samî bi zimanên meänkeli, fînî, romanî chip û jiddish wek zimanên kêmneteweyan tên qebûl kirin.

’Yek ala, yek welat’

Gelê samî li çar welatan dijî û dewleteka wa nya netewî tuneye. Lê alaya samî ji sala 1986ê û vir de li Swêd, Fînlandîya, Norveç û Rusyayê pêl dide.

Samî hemû vê alayê mîna alaya xwe nas dikin. ”Ev alaya hevbeş ya sala 1986ê ye. Hingê ev ala di konferansa Nordiska Samerådetê li bajarê Åre hat qebûl kirin (Konseya Samîyan ya bakur). Forma alayê ji alîyê Astrid Båhlê ve hatiye xêz kirin û sembol û reng jî bi zanîn hatine hilbijartin.

Bazin hem sembola rojê, hem sembola heyvê ye. Xeleka rojê sor e, xeleka heyvê şîn e. Rengên alayê sor, şîn, kesk û zer rengên cilûbergên netewî yên samîyan in. Her rengek ji wan jî sembola keftelefta jîyanê ye: kesk nebat, xweza û welatê Sápmi ye. Şîn rengê avê ye. Sor rengê agir, germahî û evînê ye. Zer rengê rojê û jîyaneka dirêj e”.

 

Serkanî:

http://samer.se/1001

http://www.samer.se/1146

Samer – ett ursprungsfolk i Sverige

ISBN 91-974667-9-4

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev