Nameyên evînî – 150

Nameyên evînî – 150

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Dema Nura bû a min, Xwedê serî heta binî ez paqij kirim. Herî pir jî dilê min û ruhê min. Got ev hemû aîdê te bû, niha a Nurayê ye jî. Bi rastî tu keç an jinek êdî nikare bikeve serê min an dilê min. Nikare nêzîk jî bibe. Û ev hemû ne bo wê ye, ku tu ji hemûyan baştir î li cihanê, ne bo wê ye jî ku tu a min î, lê belkî ji wê ye ku hezkirina min biryar daye tenê ji te hez bike. Heta eger zewqeke min a bo yeke din çê be, ew zewq wê min bikuje û wê rast bike.

 

¤¤¤

Na, ez jî fêm nakim. Tiştê zanim, ku bi te ra ez bi her alîyan va paqij bûme û kêfa min ji her deqeyeke bi te ra tê. Wek ku mirov dixweze xwerina here xweş bixwe, fîlma here baş mêze bike, pirtûka here baş bixwîne, li ber wêneyê herî bedew demeke dirêj bisekine, mûzîka diltezîn guhdarî bike, evîn jî wisan e. Ku Nura min a here xweş, ciwan û aqil e, ma ezê bo çi ji riya xweş derkevim, herim bikevim nava herî û çamûran?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev