Jİ BO BÎRANÎNA MEHMEDÊ SİLO BABAYÊV

Jİ BO BÎRANÎNA MEHMEDÊ SİLO BABAYÊV

Rêberekî kurdên Sovyet bo me herdem zindî ye

 

Îro ji mirina Kurdekî efsanewî Mehmedê Silo Bava 10 sal derbaz dibe. Em bi rêzdarî wî bi bîr tînin û serê xwe li ber ruhê wî ditewînin. Mehmedê Silo mirovekî zane, gelhez, niştîmanperwer, şoreşger, rîspiyê êla me, rêberê cimeata me bû.

 

Mehmedê Siloyê Bava (Babayêv Mamêd Sulêymanovîç, 1920 gundê Araratê, Ermenîstan – 29 Berfanbar 2011 Bakûyê, Azerbaycan) – sertêkoşerê ji nûva avakirina Kurdistana Sor, avakar û serokê rêxistina «Yekbûn»ê, yek ji pêşengê kurdên Yekîtîya Sovyêt a berê. Ji salên 1940-50 î ji bo parastina mafên gelê xwe yên sîyasî, civakî, aborî, çandî dest bi têkoşînê dike. Di sala 1946-an de li Mehabadê bi serok û mêrxasên kurdan Qazî Mehemed, M.M. Barzanî re hevdîtina pêk tîne. Di avakirina Komara Kurdistanê (Mahabadê) da rola wî jî heye.

 

Mehmedê Silo Babayêv bi ked û hewildanên xwe va navê xwe di dîroka me da bi herfên zêrîn daye nivîsandin.

 

Bîranîna wî hêz dide me.

 

Mehmedê Silo ji bo me her tim zîndî ye.

 

Ezîzê Zîyo Bedirxan

Serokê Yêkitiyên Kurdên Qazaxistanê.

Нет описания.Нет описания.Нет описания.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev