Keçeke Kurd dibe endama Parlamentoya Islandiayê

Keçeke Kurd dibe endama Parlamentoya Islandiayê

Lenya Rûn Taha Kerîm 22 salî ye û ciwantirîn endama Parlamentoya  Islandiayê ye.

Keçeke kurd ya 22 salî weke yekem jina kurd bû endama Parlamentoya Islandiayê û roja 27/12/2021ê sûnda yasayî xwar.

Lenya Rûn Taha Kerîm a 22 salî rêza sêyemîn di lîsteya Partiya Pirate ya herêma bakurê Reykjavika Paytxet de cih girtibû.

Lenya Rûn Taha Kerîm ji dê û bavekî kurd e û li bajarokê Kopavogur a Islandiayê ji dayik bûye û niha wek ciwantirîn endama Parlamentoya wî welatî ye.

Lenya ji K24ê re got: “Li Parlamentoyê ez ê ronahiyê bixim ser sîstema dadweriyê û dixwazim guhartinan di wê yasayên girêdayî bi pirsa destdirêjahiya seksî de bikim, ji bo ku qurbaniyên destdirêjahiyê seksî hest bi selametiyê bikin.”

Diya Lenya di 1996an de û bavê wê di 1993an de çûbûn Islandiayê. Malbata Lenyayê di sala 2013 vegeriyabû Herêma Kurdistanê, lê piştî 3 salan careke din çû Islandiayê.

Çavkanî: http://www.rupelanu.com/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev