Dîrok û wêje, Nivîsên dawî

Zarokên Minarê

Faris Medeni Marsil

Kitêba hevalê hêja Şefîq Pêşeng a li ser Yatili Bolge Okulu ya Farqînê bi navê “Zarokên Minarê” di nav weşanên Avesta de derket. Destxweşîyê li kek Şefîq dikim. Siheta wî xweş.

Wek kek Şefîq min jî di destpêka vekirina dibistanê de 3 sal li wê xwend. Ji ber vê yekê Şefîq berê kitêba xwe bidê çapê, dîtinên min jî pirsî û min kitêba wî bi zewq xwend û di tiştî bîra min de mabûn, min pêşkêş kir.

Yê meraq dikin dewleta tirk çawa zarokên kurdan asimle kirine di destê yekem de ji vê kitêbe karin bibin xwediyê agahîyeka berfireh.

Li jêr ji kitêbê hin beşan diweşînim.

Her weha di kitêbê de gelek rismên şagirtên mektebê jî hatine weşandin.

 

xxx

Mîna hemû dibistanên dewletê, mufredat û naveroka dersên vê dibistanê jî ji alîyê Wezareta Perwerdê dihate destnîşankirin. Kitêbên li vê dibistanê û li dibistanên dinê dihatin xwendin jî kêm zêde weke hev bûn. Lê divê bê gotin ku ji hêla asta perwerdê ferqeke mezin hebû. Li gel li xwendegêhên dinê perwerde danek bû, li Yatiliyê du dan bûn. Şagird rojê bîst û çar saet li dibistanê bûn. Danê sibehê çar, danê nîvokî çar, heşt saet ders dihate dayîn. Li gel saetên dersan, danên xwarinê, mitale, çûna razanê, derketina derva, serşûştin, cilşûştin, her tiştek plankirî û li gorî pergalekê bû. Hemû şagird bi wext û bi serpereştîya mamostayên xwe diketin sinifê û ders jî di wextê xwe de dest pê dikir. Derengmayîna şagirdekî tiştekî pir îstisna bû. Destpêka dersan û bidawîbûna bêhndanan bi lêdana zengilekî dihate ragihandin.

 

….Roja şemîyê berîya firavînê em li vê meydanê bi vî awayî dicivîyan, merasima alhildanê bi Sirûda Netewî Korkma Sönmez, li vê meydanê çêdibû. Herweha rojên duşeman jî al dîsa bi merasimekê dihate xwarê. Loma jî li gel pirê caran li vê bi gogê dihate lîstin, navê vê meydanê ne Meydana Gogê, Meydana Merasimê bû. Ji bo alhildanê midîr û cîgirên wî, hemû mamosta û hemû şagird bêîstisna diviya amade bin.

 

……Meşa ji meydanê heta dersxaneyan bi pergaleke eskerî bû. Mamostayên sinifan li pêş û li ser fermana mamostayê sinifa pêşî sirûdeke eskerî dihate gotin. Me weke eskeran gavên xwe diavêtin, milê xwe heta navmilên xwe bilind dikir û nigên xwe bijid li erdê dixsitin. Di meh û sala pêşî de, mamostayan gelek caran meş disekinandin, li vî an wî zarokî dixistin û careke dinê bi dengekî fermanî, meş didan domandin.

 

Piştî sê-çar mehan bêyî ku em maneya wan bizanibin me sirûd êdî jiber dikirin û meşa me jî bêtir dişibiya meşa eskeran. Sirûdên di meşê de dihatin xwendin ev bûn; Neslin Dede, Ankaranin Taşina Bak, Eskişehir, Gençlık Marşı, Hoş Gelişler Ola Mustafa Kemal Paşa, Izmir Marşi, Tuna Nehri.

 

Ev sirûd hemû jî sirûdên eskerî bûn. Naveroka wan pîrozî û hêza miletê tirk, lehengiya ordîya tirk di şer de û Ataturk bû. Ev sirûd di salên pêşî de her roj, di meşên ji Meydana Merasimê heta dersxaneyan, ji dersxaneyan heta meydanê an jî heta hemamê, bi hev re û bi dengekî bilind û pergaleke eskerî dihatin xwendin. Xwendin û jiberkirina me ya sirûdan weke fîkandina zarokekî dema bi şev derbasbûna di ber mezelan re an jî bêyî famkirina peyvekê jiberkirin û xwendina ayetên Quranê bû.

 

Ji bilî van sirûdan jî Andımız, piştî Korkma Sönmez, sirûdeka girîng bû. Heta belkî jê jî girîngtir bû. Ev sirûd her sibeh, berîya dersa yekem, di her sinifê de dihate xwendin. Ev sirûd di her sinifê de jî li pêş, an li paş maseya mamosta, an jî li kêleke textê nivîsandinê bi şêweyeke her şagird bikaribe ji cîhê xwe bixwîne, daleqandî bû. Di meh û rojên pêşî de, mamosta dixwend û şagirdan li pê wî dubare dikir. Paşê mamosta bi şagirdên ew berîya her kesî jiber kiribû, dida xwendin. Derketina pêşîya sinifê him îmtîyazek, him jî qedirdîtinek bû!

 

Loma jî şagirdên dinê jî hewl didan ku vê sirûdê zû jiber bikin û ew jî derên pêşîya sinifa xwe. Lê mamosta tenê bi şagirdên sirûd xwe bixwe jiber dikirin, qaîl nedibûn. Bi rêya derxistina pêş ên şagirdên destê xwe bilind nedikirin û heta wê kêlîyê derneketine pêş, li ser hemû şagirdan ferz dibû ku sirûdê jiber bikin. Piştî çend mehan ji dil an ne ji dil, şagirdê ku sirûd jiber nedikir nedima. Rojekê ez, roja dinê yê kêleke min, ya dîtirê yê paş min, derdiket pêş û ev sirûd jiber dixwend.

 

Riataza

Back to list

Related Posts