Pîrozbahîya RIATAZA bo Sala Nû!

Pîrozbahîya RIATAZA bo Sala Nû!

Bi hêvîya saleke bi xêr û xweşî Sersala we Pîroz be!

 

Sala çûyî derbeke mezin li gelê me xist. Sê sitûnên çanda me û nivîskarên malpera me – akademîsyan Nadirê Kerem Nadirov, akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev û berpirsyarê giştî yê malpera me Yûrayê Şamil Nebîyev ji nav me bar kirin.

 

Lê malpera me hêvîşikestî nebû û karê xwe bi saya serê nivîskarên xwe yên bi rûmet berdewam kir û îro bûye yek ji malperên kurdî yên herî pêşketî û ji alîyê gelê kurd yê hemû perçeyên Kurdistanê û dervayî welêt deng daye û tê begemkirinê.

 

Me bi kesên wisa binavûdeng ra hevpeyvîn kirine û gotar weşandine, wek şexsên derecebilind yên serokatîya Herêma Kurdistanê, parlamentarên kurdên êzdî yên Îraqê, dengbêja Rûsîyayê ya binavûdeng Zarayê (Zerîfa Paşa Mihoyanê), konsûlê Rûsîyayê li Hewlêra paytext Oleg Levîn, parlamentarê Gurcistanê Îskoyê Dasinî, profêsorê fîzîkayê ji Amêrîkayê Moskovê Cemal Amaryan û gelekên din ra.

 

Emê ji vir şûnda jî karê xwe bi serketî birêva bibin, ji ber ku kesekî ku şerefa miletê me ye – wek Zelîmxan Mûsoyevê binavûdeng xwedîyê malperê ye, ku şeş caran pey hev bûye endamê Dûma Rûsîyayê û eva zêdeyî 7 salan e herwiha sponsorîya malperê jî dike. Welatparêzê li Rûsîyayê û Kurdistanê navdar û xwedî qedir, ku xwe daye ber karê me yê pîroz, emê ser karê xwe her berdewam bin.

 

Careke din Sala Nû pîroz be, em ji we ra saxî, silametî, aramî, bextewarî dixwezin, bira di sala nû da her daxwez û xeyalên me pêk bên, ku ji wan ya sereke avabûna Kurdistana Serbixwe ye. Malpera me wê di wî karî da jî erkê xwe pêk bîne.

 

Wêne: Mamoste Nûjen

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev