”DARÊ ŞIKESTΔ

”DARÊ ŞIKESTΔ

Salim Çelîker

Kitêba mamoste Necdet Gundem, ”Darê Şikestî”, ket destê min. Sipas ji bo Mamoste ku ew ji min re rêkir. Kitêb, ji bîst û heft sernivîs û bûyeran pêk te. Bûyer balkêş in û bi hostayî hatine rêzkirin. Loma jî ev kitêba zarxweş bi hêsanî tê xwendin.

Mirov dikare bêje ku ”Darê Şikestî”, korteçîroka malbatî û sîyasî ya mamoste Necdet Gundem e. Korte-çîrok ji Bişêrîyê dest pê dike. Bişêrîya ku mamoste Necdet bi me dide nasîn, di warê pêkvejîyana etnîkî û dînî de mozaîk e. Di qesebeyeke piçûk ya kurdî de; misilman, ermenî, suryanî, ereb û êzidî di gel hev, di nava aşîtîyê de dijîn. Ev pêkvejîyan, di warê meslek û aborîsazîyê de jî xwedî tanzîmeke xwezayî ye. Ereb, karê tîcaretê û terzîtîyê; Ermenî û suryanî karê dirançêkirin û nalbendîtîyê; Kurd jî karê xwedîkirina heywan û cotkarîyê dikin.

Gotina ”Darê Şikestî” ji alîyê Fikrî Xoce, birayê mezin yê mamoste Necdet, ve hatîye bikaranîn. Fikrî Xoce, wexta ji bo seredana birayê xwe tê Swêdê, di têkilîyên mêr û jinan de, mêran bin dest dibîne. Ew, mêran û herweha, mamoste Necdet bi gotina ”darên şikestî” tarîf dike. Em, li devera Silîva, ji bo mêrên bindest, gotina ”benê li pey hebanê” jî bi kar tînin.

Mamoste Necdet, di warê sîyasî de, mirovekî çalak e. Hêj li Batmanê ye, di sala 1972an de dibe yek ji danerê rêxistineke bi navê Partî Şoresgerî Demokrat a Kurdistanê (PŞDK). Ev rêxistin di herêma Batman û Sêrtê de dimîne, nikare xwe bi berfirehî organîze bike. Ev rêxistin, bi piranîya endamên xwe ve, di sala 1975an de tevî Partîya Demokrata Kurdistanê li Tirkîye (PDK-T), dibe. Ev partî ji alî raya giştî ya kurdî ve, wek Şivancî ya jî DDKDyî têne naskirin. Jixwe piranîya bûyerên sîyasî ku mamoste Necdet bi me dide zanîn, bi vê rêxistinê ve girêdayi ne. Mirov dibîne ku nasname ya sîyasî ya mamoste Necdet rengê vê rêxistinê wergirtîye.

Di nava xebata vê rêxistinê de rojek polêsên veşartî yên Tirk, MÎT, rê li Mamoste dibrin; ew, wesîkeyek ku di derbarê xebata wî ya di nava PŞDKê da ye, nîşanê wî didin û daxwaza bi hevre xebatê jê dikin. Ev yek, dibe sebeb ku mamoste Necdet, di heman rojê de, di dawîya sala 1977an de, ji bo derketina dervayê welat ji mala xwe xatir dixwaze.

Ew, di rêya Binxetê de, tê Elmanyayê û ji wir jî berê xwe dide Swêdê. Bi jîyana sîyasî ya dervayê welat, Necdet Gundem, wekî gelekan, navêk nû li xwe dike, dibe Hesen Mizgîn. ”Mizgîn”, navê qîza wî ye. Bi gotineke din, ew dibe ”Ebû Mizgîn”. Ev nav, li wî jî rûdinê. Di civaka Kurd ya dervayê welêt de, ew bi wî navî tê naskirin..

Hesen Mizgîn, piştî bîst û du salan, di sala 2000î de vedigere Tirkîyê û li Mersînê bi cîh dibe. Ew hînê jîyana rêxistinî bûye, loma jî ew, dikeve nava lêgerîneke nû. Ev lêgerîn bi Pêlatforma Yekîtîya Demokratîk a Kurd destpê dike, bi Partîya Girseyî ya Demokratîk (Şerafettin Elçî) didome û di sala 2003an de, bi Partîya Maf û Azadîyê (HAK-PAR) bi dawî dibe. Mamoste Necdet, ji van xebatan ne memnûn e; ew bi hevalên xwe re dikeve nava dijayetîyan, hinek tişt wî diêşînin. Loma jî ew biryar dide ku dev ji xebatên bi vî rengî berde. Berî vê proseyê, mamoste Necdet biryar dayê ku wê tu car nekeve nava têkilîyên sîyasî yên veşartî. Loma jî ew, di destpêka vê lêgerînê de, dev ji Hesen Mizgîn berdide û ji hevalên xwe daxwaz dike ku bi navê Necdet Gundem gazî wî bikin.

Pistî dûrketina ji wan rêxistinan, ew, bi serê xwe, ji Mersînê bar dike, diçe li Alanyayê bi cîh dibe. Mamoste Necdet, di warê zimanhînkirinê de şareza ye. Jixwe bi Swêdî û îngîlîzî dizane. Di wê navê de norveçî û danimarkî jî fêr dibe. Bi serkeftina qursa rêberîya turîzmê, ew, bi meaşekî bilind, dibe rêberê turîzmê.

Mamoste Necdet, hêj li Avrûpayê bûye, di warê îdolojîkî de guhurîye. Ew, li welatên sosyalîst, yên wek Macerîstan, Almanyaya Demokratîk û Yekîtîya Sovyetê digere. Di warê nirxandina sîsteman de, ji bo wî pîvan, ne ew buhuşta ku di kitêban de hatîyê tarîfkirin, lê jîyana berbiçav e. Ew, têkilîyên însanî û civakî yên wan welatan dide ber yên welatên Avrûpa ya Xerbî. Rewşa ne însanî yên sîstema sosyalîst, wî ji îdeolojîya marksîzmê-lenînîzmê sar dike. Ew, di wê navê de, pêşdarî hinek cîvînên li wan welatan dibe. Di van civînan da dibîne ku dewletên sosyalîst, hevaltî û dostanîya dagirkerên Kurdistanê dikin. Jixwe wî di wê navê de, gelek tiştên din xwendine, dinya wî ya îdeolojîkî guherîye. Loma jî ew, dev ji marksîzmê-lenînîzmê berdide, dibe lîberal. Ew, bi zimanekî samîmî, çi di warê fikrî û çi jî di warê têkilîyên sîyasî de, tiştên ku ji bo wî çewt bûne, îfade dike, li xwe rexne digre.

Mamoste Necdet, êdî di çerçeweya lîberalîzmê de, çareserkirina pirsa kurdî dike armanca sereke ji bo xwe. Ji bo wî, ”pirsgirêka Kurd û Kurdistanê pirseke burjuwazî ye”. Ev perspektîf, di jîyana wî ya fikrî de merhalayeke dinê ye. Divê were gotin ku bi vî rengî nirxandina pirsa neteweyî , xwe ji marksîzmê-lenînîzmê ne xelaskirin e. Di kitêbê de, li ser vê babetê nezelalî heye. Mamoste Necdet, çerçeweya fikrî ya pirsa neteweyî teng dike.

Pirsa netewe û neteweperwerîyê teorîyeke bi serê xwe ye. Ji bilî marksîst-lenînîstan, tu kes vê pirsê wek pirsa burjuwazî nanirxîne. Neteweperwerî, ji bo gelek neteweyan, xwe bi sê sitûnan tarîf dike; ziman, nasname û ax. Hêjayê gotinê ye ku ev her sê element jî ne xwedî karakterekî sinifî ne. Him burjuwazî û him jî proletarya pêwistî bi van tiştan hene. Loma jî divê îdeolojîya neteweperwerîyê, ji îdeolojîyên sîyasî yên klasîk (marksîzm, konservatîzm, liberalîzm) were cudakirin.

Di vî warî de, di van salên dawî de, dinya akademîkî, bi tayîbetî akademîsyenên neteweyên bêdewlet, lîteratureke gelek berfireh afirandîne.

Mixabin, beşek akademîsyenên Kurd ji dewletên serdest re şalûzîyê dikin û xwe ji vê xebatê dûr dixin, beşek ji wan jî kevne-çepgir in, mejîyên wan zincîrkîrî ye.

Hewcedarîya me û herweha, ya hevalê min yê qedîm mamoste Necdet bi vê lîteraturê heye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev