DEKÛDOLABÊN MEMÊ ALANÊ ROMÎ Û HEMKARÊN WÎ YÊN LI TAXA MÎRAN -2

DEKÛDOLABÊN MEMÊ ALANÊ ROMÎ Û HEMKARÊN WÎ YÊN LI TAXA MÎRAN -2

Nivîskarê malpera me birêz Raif Yaman lêkolîneke xwe

a kêrhatî û kardar ji malpera me ra şandîye.

Em sipasîya wî dikin û jiber dirêjbûna vê lêkolîna kûrfikir û dagirtî

me ew kir 3 beş, duh beşa pêşin çap kir. Fermo, îro beşa wê a duduyan bixwînin.

Raif Yaman, lêkolînkar

 

Dema Memê Alan digihê Cizîrê qîza Beko jê ra rewşa Zîna Zêdan yek bi yek bê kêmasî dibêje. Qîza Beko ji Memê Alan ra  Zîna Zêdan bi van gotinan dide nasîn:

“Niha, ya ko tu ji bo wê darî, Zin e:

Dotmama Hesen, destgirti û qelendayiya Çeko, ezîza Qeretacîn e.

Xwedê zane, Çeko van rojan dike bizewice, Zînê bi der xîne.

Mîr Şem û Mîr Sêvdîn di rîya wê da sekinîne.

Xeber dane Hesen ko em giştîk pismamên hev in, û ne biyanî ne.

Te Sitîya çavbelek bir, Zîn jî ya me ye; yê ko qala Zînê bike, bila xwe ji bo mirinê hazir ke, bişidîne ( rp. 84)

Hesen ji bo birayê wî Çeko bi Zînê ra bizewice gefan li pismamên xwe yên bi navê Mîr Şem û Mîr Sêvdîn dixwe.

Hesen got: “Ev sê sal in me nehişt malê karwan û ticarane,

Me gişkê civand, kire zikê Zînê û Mîr Ezîn, mîrê Botane.

Gava em dikin berin, hon niha hatine, bûne pismamê qîzane,

Tu dizanî, ez î dîn û girgîn im.

Ezê şûrê nêriz ji kalên bikişînim.

Min digot: “Ezê Zînê piştî çend rojan bi der xînim.

Madam ko hat bi vê yekê sekinî, helalê Xwedê li min heram be, ko ezê niha, ro li taştiyan, ji mal bi der nexînim.

Ezê hinga zora we binim.” ( rp. 84-86)

Lê eynî Hesen ji bo Memê Alan dergistîya qelendayîya brayê wî ji xwe ra bi jintî bibe bajarê Mixribê çi ji destan tê texsîr nake. Ji bo xwe li ber çavên padîşahê Romê şîrîn bike her hawayê bêrûmetîyê li xwe datîne.

Di mêvanperweriya kurdan da edetek ewqas sosret a meriv pê jina xwe, dergistiya xwe ya jî kesa di rîya wê da sekinîbe pêşkêşî mêvanan bike tune. Ev yek bêrûmetiyek giran e. Hesen û Çeko rasterast bêrûmetî û bênamûstîyek nehatî dîtin û ne jî hatî bihîstin li xwe danîne. Her çi qas birayê piçûk Qeretacîn di sonda xwe da dibêje “eger ne bi ser jin û dergistiyê we be, …” rastîya namûsbûna jin û dergistîyan a di nav kurdan da tîne zimên jî di kirinên xwe yên piştî sondê da nîşan dide ku ev helwesta wî jî tenê bi gotinê ye. Sondên her sê bira wus nin:

Hesen car din vegerî, got: “Şolê mêran ji bo sondê yê sisiyan e.

Bi vî şûrî û bi vê himêliyê be ko li ser bajarê Cizîrê giyane,

Şorê min wê biqede, û yek nabe didiyane,

Niha ko li ser mala min bi xwe be, û ko dilketiya wî Sitiya jina min be, ko diya zarokan e,

Heya niha, helala min bû û ji îro bi şûn da, ji min ra weke xwîşkan e.

Hon her du bira rûniştine, şehde bin, min bi kêfa dilê xwe da Mîrê Miẍribiyane.”

Vê car, dob hate Çeko, rabû ser lingane,

Got: “Bi vî şûrî, bi vê himêliyê, ji hêla min va jî, hatina vî lawikîeger li ser çar koşeyê bajêr be jî, qediyane.

Na ko li ser malê me be, û nefsê me, her sê birane,

Eger hati be ji bo Zînê, qalandayiya min ya sê salane,

Xwediya biskê birewa û qeterên guliyane,

Heya niha, xwestika min bû, û ji niha bi şûn da, xweyînga min e ji dê û bavane.

Va gotina min, bi şehdeyê we he du birane.

Min jî hiba kir û da Mîrê Miẍribiyane.”

Hate dora Qeretacîn, biçûkê birane,

Got: “Bi vî şûrî, bi vê himêliyê, eger ne bi ser jin û destgirtîyê we be, yê mayî bispêre min ko, çi be, li ser serê min, bi şehdiyê we her du birane.”( rp. 164-166)

Hesen sonda xwe ya bêrûmetîyê bê kêmasî pêk tîne, raste rast ji jina xwe Stîyê dixwaze kincên xwe yên xweştirîn li xwe bike û here bikeve nav koma qîzan, heker dilê Mem tê da be ew dê wê bi dilxweşî bide wî. Hesen ji jina xwe ra van gotinan dibêje:

Hesen hate cem Sitiyê, got: “Tu çiqas lihevhatî, çeleng û şêrîn î!

Çiqas cilên te hene, gişka li xwe ki, xwe bixemilîni;

Tu herî xwe li cem xweyinga xwe gihînî.

Min ji mêvanê xwe ra kir qerareke mêrane.

Ew hatiye mala me ji bo kuleke dilane,

Me tu cara mêvanê xwe bi rê ne kirine, îlam ko îş î bi dilê wan e.

Tu jî here têkeve nav koma qîzane,

Eger meraqa dilê wî li ser te be, ji îro bi şûn da, li te nanihêrim bi çavê jinane.

Êdî, tû ji min ra dibî mîna xweyîngane. (rp. 170)

Zîna Zêdan edetên kurdan ên di derbarê namûsê da rind dizane. Dema li ber pencerê sekinîye, li Memê Alan nihêrîye û paşê dîtîye ko Çeko, dergistîyê wê yê sê salan, li pişt wî ye, van gotinan dibêje:

Her du destên xwe dane ber devûrûyê xwe, got: “Mala min şewitî, ez bûme sebeba pir tiştane!

Di rû vê yekê da, wê birije xwîna mêrane.

Eve desgirtiyê min ê sê salane

Her tişt bi çavê xwe dît, ne hewceyî gotin û şahidan e.

Çeko ne ew mêr e ko di xwe da derbas bike kêmî û bênamûsiyane.

Hîn iro stêrka min rijiya li ezmanane.

Ez bûme sebebê serê Memî û wê di dilê min da bimîne hesreta girane. (rp. 176)

Lê Zînê nizane ko dergistîyê wê û her du brayên xwe berdest û sîxurên dewleta Romê nin. Merivên ketibin vê rê bi hêsanî dikanin jin û dergistîyên xwe jî bidin kesên ji bonê dixebitin.

Di mesela bêrûmetîyê da rewşa Mîr Şem û Mîr Sêvdîn jî ne cûda ye. Her çi hîkmet e ew Mîr Şem û Mîr Sêvdînê di xebera xwe ya ji pismamê xwe yê Hesen ra şandine bi hawayekî berbiçav anîne zimên ku heker dev ji Zînê bernedin, bi gotinek din ji wan ra nehêlindivêt xwe ji mirinê ra hazir bikin, lê dema Memê Alan li pêş çavên wan bi Zînê ra digere, kirinên wan ên sosret li nav bajarê Cizîrê deng vedidin ji wan qet dengekî nerazîtîyê dernakeve.

Tenê tiştek dikane li paytextê Mîrektîya Cizîra Botan van pismaman gişkan di bêrûmetîyê bigihîne hev, ew jî bê guman xizmetkarîya wan a ji bo Romê ye. Çimkî tiştê ku seg ji bo xwedîyê xwe neke tune. Merivên segitî qebûl kiribinji bo bi hestîyê xwedî diavêje ber bikojin ji her tiştî ra amade nin. Wekî di vê destanê da eşkera xwîya dibe, dergistî û jinên wan jî tê da hemî hêjahîyên wan ên maddî û manewî ji wan bêhtir ên xwedîyên wan in. Xwedîyên wan destê xwe li çi daynin bi dilekî xweş didinê.

Li ser Kanîya Qestelê her çiqas Memê Alan dibêje ku ew ne tirk û tacîk e, ew kurdekî canpola yê serhişk e jî li alîyê din nikane derewkarîya xweya di derbarê kirrîna Kanîya Qestelê vebişêre. Hesen, Çeko û Qeretacîn ji bo bi kêrî dekûdolaba Romê ya bi hemkartîyawan a li dijî Mîrektîya Cizîrê berdewam e bi hawayekî serketî bi dawî bibe, û Memê Alan û dotmama wan dilê wan çer dixwaze wer bi hev şa bibin, tapîya Kanîya Qestelê bê peredane Memê Alan. Her sê bran ji Mem pere nexwastine û wî jî ji bo kirrîna Kanîya Qestelê quruşek jî nedaye wan. (rp. 204). Lê Mem di derbarê kirrîna Kanîya Qestelê da têra xwe ji Zînê û qîzên axa û begên kurdan ra derewan dike. Dibêje wî bi perekî zêde Kanîya Qestelê kirrîye:

Memî got: “Zînê tu min nas nakî! Ez Mem im, wergî dîn im.

Mîna teyrekî serdestan î çeng bi  şerab î ẍebẍeb zêr û per zêrîn im!

Ez ne tirk û ne tacik im, ez kurdcanpola î serhişk î dilbirîn im!

Ez ne hatim ser Kaniya Qestelê nav koma keçikan, xelkê bi xwe bikenînim.

Hewqasa pere didim, milkiya Kaniya Qestelê ji her sê bira distînim,

Ev bune sê roj dixebitim tapiyan bi hikmê peran bi der xînim.

A tapî vaye, min kirine berîka xwe û têda digerînim.

Ez hatime ko her çar terefê Kaniya Qestelê tevî milkê wê bibînim.

Bi qanûna bajarê Cizîra Botan, hon ciqas qîzik tê da ne, madam hon bê izna min hatine nav vî milkî, ez dikim cezakî mezin ji we hemiyan bistînim.”

Paşê, Memî berê xwe bada ser koma qîzên Cizeriyane,

Got: “Keçino, metirsin, ez li we kesî naxwazim tu cezane.

Gava civatek bi aẍayê xwe ra dare bajaran û rûdine li qehwane,

Vexwarina qehwê li civatê, û pere dayîn para aẍayê wan e.”(rp. 226)

Mebest ew e ku Memê Alan li şarê Cizîrê, li paytextê mîrektîyek kurdan, bigihêmeqsedaxwe ya ji bonê ji Bajarê Mixribê hatîye. Ji bo Mem bi ser bikeve lazim e Cizîrî werin xapandin,di derbarê nasnama wî da derewên binî mîna ku rastî bin li hev werin anîn. Dîsa jî dengbêjê ev destan gotîye kirîye nekirîye nikanibûye hemî rastîyan vebişêre, çi qas çîrok û çîrvanoka eşqa derewîn û dekûdolaba rastîn a Memê Alan û Zîna Zêdan dirêj kirîye bi nezanitî be jî li xwe mikur hatîye û pûçê xwe daye der.

Hesen ji bo Memê Alan ji Cizîrîyên bi rûmet biparêze Çeko û Qeretacîn li pey wî dişîne Kanîya Qestelê. Brayê mezin Hesen ji bo mêrê kurd pirtir bê rûmet û bê namûs bide nîşandayîn bi zanetî Çeko bi Qeretacîn ra dişîne, bi xwe pê ra  naçe. Qenc dizane ku Memê Alan û dotmama wan Zîna Zêdan li ser kanîya Qestelê wê gavê çi dikin. Hesendema van brayên xwe bişîne ser Kanîya Qestelêbê şerm van gotinên jêrîn ên sosret dibêje:

Heqê kesî tune ko bike şorane,

Zîn dûşka min, qalandayiya Çeko û dotmama me her sê biran e.

Ji Memî ra jî bêjin: “Hesen ji te ra dişîne pir silavane,

Ko dilê xwe heye nesekine li isûl û adetên dinê, wek padîşane,

Hema bila bi milê Zînê bigire û bavêje terkiya Bozê Rewane.

Werine qonaẍa me, êvarê emê bidin birîn nikaha we her diyane.

Na ko dixwaze îş bimeşînî li ser adetane,

Zînê berde, û bi me ra vegere malane,

Najo sê rojan, emê bikin daweta we her diyane.” (rp: 232)

Hesen rind dizane ku şênîyên Cizîrê mîna wî, brayên wî û pismamên wî ne hemkar û berdestên Romê nin da ku bikanibin bênamûstîyê li xwe daynin. Di rê da Çeko û Qeretacîn vê rastîya berbiçav dibînin:

Çeko û Qeretacîn berê xwe dane riya Kaniya Qestelê, ava Gulane.

Nihêrîn ko ji bajêr bi der dikeve koma ebebozane.

Giştikan berê xwe dane ava Gulane,

Destên xwe dane ser qevdên şûrane.

Çeko fehm kir ko vana darine ji bo kuştina Memî li ser gazîya qîzane.

Ban kir bi ser wan da dengekî didiyane,

Got: “Law, gelî dizan û ebebozan! Ma çi îşê we heye li van derane?

Ma bi stiyê we ketiye parastina namûsa me mîrekane?

Ma qey bi me nabe, ko hon xwe didine şûna mêr û egîtane?

Law ew qîza apê min e û qalandayiya min a sê salan e.

Yê din jî mêvanê me, Padişahê Kurdan e.

Hon bi çi dilî darine ji bo kuştina wane?

Qey ku we ji bîr kiriye tirsa me Celaliyane?

Hon nizanin ko serêşa Memî bi mirina we hemî diz û ebebozan e?

Eger kî ji we tilîya xwe dirêjî Memî ke, ezê jêkim her du destane.” (rp. 232-234)

Li ser vê gotina Çeko şênîyên ku çûnin namûsa Mîr ji yekî Romî biparêzin bi çavên serê xwe dibînin, bi guhên xwe dibihîsin ku Çeko, dergistîyê Zînê, bi dilekî xweş namûsa xwe pêşkêşî Memê Alan kiriye, ew jî ji wê derê vedigerrin malên xwe.

Hesen, Qeretacîn û Çeko, her sê brayên ji bo Romîyekî bi navê Memê Alan bînin ser textê Mîr Ezîn dekûdolaban digerînin, û di vê bêrûmetiya xwe da ew qas pêş da diçin ku Çeko li ser Kaniya Qestelê dema Mem di ser dergistiya xwe da dibîne jî deng nake. Dema Çeko û Qeretacîn digihên ser Kanîya Qestelê her du bi çavên serê xwe dibînin ku Memê Alan û Zîna Zêdan bi hev şa dibin:

Çeko û Qeretacîn hatine ser Kaniya Qestelê, ava Gulane.

Nihêrîn ko Memî Zîn daye bin çengane,

Mîna teyrê ko seyda xwe digire û dide nava pencane,

Hêdî hêdî dide ber nikul û dimkane.

Wî jî Zîn daye kêleka xwe û rûniştîye li ser nihêlane.

Rihet rihet pê ra dikiye şorane,

Tew xebera wî tune ji êrîşê dizan û ebebozane.

Tu dibê qey rûniştiye di qesra xwe da, li Bajarê Miẍribiyane.

Tirs û kuşima wî tune ji kesane.

Çeko û Qeretacîn hatin nizîkî wane,

Qe ne bihîstin çeqareqa lingê hespane,

Serên xwe dane ber hev, û bi ser hev da dikine naz û henekane.

Çeko ban kir, got: “Mêvano, dilê min î liyan e,

Tu hinekî dereng mayî li van derane,

Hesen got: “Mem hîn î ẍerîb e, belkî eciz bibe ji bîntengiyane.

Herine cem wî, ji aliyê min va jê ra bibin gelek silavane.

Dibêje: “Eger naxwaze qanûn û adetane,

Bila Zînê bigire, bavêje terkîya Bozê Rewane,

Bigire, bîne qonaẍê me, ezê îşev bibirim mehr û nikahê wane.”

Na, ko dixwaze ez wî bizewicînim li ser isûl û adetê padişane,

Bila Zînê berde, vegere, were malane,

Bi îzna xwedê, ez nahêlim sê rojane,

Eger me nika bû Mîr Ezîn razî bikin bi malê dinê û perane,

Emê hinga dest bavêjin qevdê şûrane,

Dîsa ezê wê dawetê bikim, û ji kula dilê mêvanê xwe ra bibînim çare û dermane.” (rp 234-236)

Hesen li pey hev numûnên bêrûmetîya xwe bi hawayekî berbiçav dide xwîyakirin.Rojekê jî ji bo bênamûstîya Mem a li mala Mîr di hoda Zînê da vebişêre, radibe agir berdide mala xwe, di ser da jî lawê xwe yê piçûk ê bi navê Celal dihavêje nav êgir. Dema dinihêre ku ev dekûdolabên wî û brayên wî nikanin vîna Mîr a bi harîkarîya wezîrê wî yê zîrek Beko bişkîninli ser bênamûstîya xwe û brayên xwe li xwe mikur tê. Bê guman nabêje Romê Memê Alan ji bo bibe walîyê Cizîrê ji bajarê Mixribê şandîye û ew jî karê xwe yê segitîya Romê ji dil û can pêk tînin. Mesela eşqa Mem û Zînê derdixin pêş ku di rastîya xwe da tenê mane ye. Hesen wusa bi ber Mîr Ezîn digere.

Hesen revî, hate cem wan her siyane.

Got: “Mîro, ez ketime bextê te û Xudane,

Ji bo dilê te nemîne, min mala xwe şewitand bi arê darane.

Min kurê xwe avête nav, ko delal bû li  ber çavên dê û bavane.

Dîsa me lê nedît çare û dermane.

Dawî, tu li namûsa me ketî şik û şivikiyane.

Madam ko işê gihêştî be van derane,

Emê ji te ra ya rast bêjin, rastî hatiye li cem Xudane.

Evê mêvanê min, Mîrê Miẍribiyane,

Zîn li welatê xwe dîtiye di xewneke şevane,

Dilê wî ketiye Zînê, destgirtîya Çeko, dotmama her sê birane.

Em di heqê xwe buhirîne, ji bona mêvanê xwe Memê Alane.

Êdî wekî din dimîne li piyê Mîrê bajarê Cizîra Botane.” (rp. 302)

Hesen dema Memê Alan bi mîr dide nasîn bi zanetî wê gotina derewîn a “Padîşahê kurdan e” nabêje, dibêje “Mîrê Miẍribiyane”. Çimkî dema bibêje Padîşahê kurdan e, ewê li ser fenûfûtên xwe yên ji bo dawîanîna li Mîrektîya Cizîrê li xwe mikur hatibe, ewê Mîr Ezîn ji hemkarîya xwe û brayên xwe û dekûdolaba Romîyan haydar bike. Ev yek jî bê guman dikane bibe sebeba kuştina wî û her du brayên wî.

Stîya xwenga Mîr Ezîn jî mîna mêrê xwe Hesen û tîyên xwe Çeko û Qeretacîn û pismamên wan ên din ketîye nav xizmetkarên Romê û daye ser rîya îxanetê. Di vê rê da ew qas ji xwe çûye ku ji bo dawîyê li Mîrektîya Cizîran Botan bihînin û Memê Alan bikin walîyê Cizîrê bê şerm dikane vê gotinê bike:

Stîyê got: “Hesen, mala me şewitî! Ketiye tengiyê Memê Alane.

Hatiye vir, xeber ne daye me, hema çûye mala Mîr, hêla jinane.

Niha Mîr Ezîn hat tevî Bekoyê Şeytane,

Ew jî bi ser da çûn, Memî Zîn veşartiye di bin dawê kurkane.

Îro canê mêvanê we ketiya ber lingan û tehlûkane.

Yan lazim e hon qebûl nekin mêvanê ûdane,

Yan jî xwe bidine ber barê wan, mîna mêrane.

Mêvanê me îro ketiye gola xwînê, hele binhêrin tuê kari bî wî ji hev bi der xî mîna mêrane.

Li hêlekê, mêvanê te ketiye tengiyeke girane,

Li hêla din, xweyinga min maye di bin kurk û hewrane.

Eger jê ra çareyek nayê dîtin, rezîliya mezin e, bi eban e.

Zû here, eger bi kuştina birayê min be jî, Zînê xelas ke ji vê arî û rezîliya hane.” (rp. 292-294).

 

(beşa dawî sibê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Raif Yaman

Raif Yaman ji Diyarbekirê ye. Li Universita Enqerê Filologiya Fransizî xwendiye. Li Universita Artuklu ya Mêrdînê li ser ziman û cultura kurdî master kirîye. Du kitêbên hozanan û gelek nivîsên edebî, linguistic û politic nivîsîne. Bi kurdî, turkî, fransizî, îngilîzî û almanî dizane. Bengîyê zar û zimanê kurdî ye…

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *