“Xemxur”, “Qijak Press” û Fewzî Bîlge!

“Xemxur”, “Qijak Press” û Fewzî Bîlge!

Şêxmûs Özzengin

 

Ev demek dirêje ku deng, qêrîn û awaza şêwekar, pêkersaz û hunermendên Kurd digihînim we û wan bi we didim naskirin. Huner, estetîk (xweşik) a civatê ye. Civat bê xemil û xeyalan xweşik nabe. Hunermend dengê xemil, xem û xeyalên civatê ye. Nabe ku em Kurd jî ji vî deng û rengî mahrûm bimînin.

Ji ber boranên siyasî, huner di nav kurdan de, di nav Kurdistanîyan de bi giranîya xwe, cîhê xwe negirtîye. Ev kêmasîyek mezine. Di kar û xebatên çand û huner û çapemenîyê de hêla herî jibîrkirî hunere.
Miletê Kurd, miletekî bindest, Kurdistan welatekî dagirkirî, dabeşkirî û di nav gola xwînê de liber xwe dide.

Divêtîya miletê Kurd, divêtîya Kurdistanê bi her cûre piştegirîya kar û xebatên siyasî, hunerî, danasîna têkilîyên dîplomatîk heye.
Di vî warî de beşek jî dikeve para hunermendên, şîwekar û pêkersazên Kurd.

Siyaseta hişk, ji estetîk û afirînerîyê dûr serkevtî nabe. Ji ber wê jî dewsa çakuçê pêker, nirxên ku ji ber firça wênesaz, ku bi derya rengan derdikeve ber me, girîng e.

Mixabin kurdan girîngî nedaye vê beşa afirîner û di warê estetîkê de, nekirîye referans ji xwe re. Hunermendên xwe tenê, sêwî û jibîrkirî hiştine.

Min di 13.07.2019 an de danasîna hêja Fewzî Bîlge bi we xwendevanên hêja re parvekir. Min di wê danasînê de li ser
hêja Fewzî Bilge ev çend xet anîbûn ziman:

„Fewzî Bilge kesayetîyek ji fîgurên jiyana qirnê me yê Kolanên Qosera Mêrdînê ye. Evîndarê çand û azadîya welatê xwe ye. Wek ku ew dibêje, Fewzî Bîlge; “ew nexweşê çanda Kurdî ye.“

Ev demeke Fewzî Bîlge, di rûpela xwe ya Facebookê de fîgurekî bi navê „Xemxurji me re parve dike.

„Xemxur“, bi hunerê Fewzî Bîlge, ji çanda Kurdî a resen, bi şîweyek demsala me xemilandî û modern derket ber me. „Xemxur“, bi xemên xwe, bi girîyê xwe, bi êşa xwe û bi xetên hunermend Fewzî Bîlge re; di „Qijalk Press“ de dibe parêzerê çand, ziman û fîgurê hestên kurdewarî. Gund bi gund, dever bi dever derdixe ber me û dibe qêrîna hewara miletekî a metirsîya wendakirina çanda Kurdî, zimanê Kurdî.
Di vî warî de hunermend Fewzî Bîlge, bi neştera hunermendan dadikeve qadê û birîna miletê Kurd eşkere dike û dibêje:
Ne zanyarî, ne teknolojî, ne sîyaset, ne çand, ne ziman û ne jî tiştekî din, ger referansê xwe ji huner, hunermend û berhemên hunerî negire, şensa wan tune ye, ne dikare pêş ve bikeve, ne jî dikare xwe bi hêla jîyanê ve bigire û biparêze.

Fewzî Bîlge, di dema nivîsandina danasîna cenabê wî de ji min re gotibû;
“belkî rojekê ez wêneyekî bîwênim ku hemû dinya Kurda bi wî wêneyî nasbikin û hesbikin.“

Min jî wê wextê hêvî kiribû ku; hunermend û nivîskarê çanda Kurdî, Fewzî Bîlge rojekê bigîhê vê xwezîya xwe.
Bi bawerîya min; Fewzî Bîlge, bi fîgurê „Xemxur“ û dengê „Qijalk Press“ ew dîwarê li pêşberî xwe û hunerê xwe, bi pêhînek kurdewarî hilweşand û derket qada navnetewî. Bû Xemxurê Kurd û ji me re, ji cîhanê re dîyar dike;

Xwezî tenê Zeus mîna Sîsîfos em ceza bikirina. Wiha xuya ye ku hemû Yezdan û mirovên nebaş li hevdu kiriye û wan barekî pir giran danîye ser qorika pişta me… Belkî jî dawî bi xêr bigere, ma kî dizane?“

Belê hunermendê hêja „ma kî dizane“?

QIJALK PRESS; Xemxur, ji jan, kul, xem, kerb û azaran kelogirî bû, çû ba cihûyên xizmên xwe, li ber dîwarê girî rawestîya, destên xwe spart dîwêr û got; “Ew tenê li ber dîwarê girî ji bo tiştekî digirîn, yê min ez nizanim li ser çi bigirîm û li ser çi negirîm. Ew qas pir tişt ji destê me derxistin, nizanim, bi rastî êdî nayên jimartin. A baş hinekî bigirîm ku dilê min î teng bûye rehet bibe.

QIJALK PRESS; Xemxur rojên xwe yên perîferî li dû xwe hiştin. Li paşîya malan tenîya binê beroşê bi xwe da. Şelwerekî Amedî kişand qûna xwe, ebayekî Rihayî avêt ser milên xwe, qondereyeke Mêrdînî xist piyê xwe, rihek xweşik wek ya Êzîdîyan û simbêlê şimakirî bi xwe ve kir, tûrikekî koçerî avêt milên xwe. Bi kurtasî xwe kir kose. Çend gund li nava hevdu xistin û sersal pîroz kir. Tûrikê xwe mişt bi benî, bastîk, helîl, kizwan, mewîj, guwiz, hebhinark, behîv, hejîrên hişkkirî û bi hêvîyên şêrîn dagirt, hûrik hûrik xwe serberjêr berda… QIJALK PRESS; Xemxur sersala hemû kurdên baş pîroz kir û got; Xwezî tenê Zeus mîna Sîsîfos em ceza bikirina. Wiha xuya ye ku hemû Yezdan û mirovên nebaş li hevdu kiriye û wan barekî pir giran danîye ser qorika pişta me…

Belkî jî dawî bi xêr bigere, ma kî dizane? QIJALK PRESS; Xemxur dibêje: “Min nizanîbû behr kezeba mirov ewqasî pir dişewitîne. QIJALK PRESS; Xemxur çav li birek perperokên bazşikestî ket. Xwe bera nava wan da. Tibabekî bi wan re meşîya, poşman bû. Berê xwe da wan. Bi qarîn: “Bidin xatirê miriyên xwe û vegerin. Ger hûn venegerin hûn jî zanin li ser vê axê mirîyan jî di gorên wan de nastirînin. Vegerin!..” QIJALK PRESS ; Xemxur vê carê xwe kir weke derwêşan, berê xwe da berîyeke dûz î bê ser û ber ku pozê Çiyayê Qerejdaxê bi ser de xûze. Pala xwe da lateke mîna pola, berê xwe da bajarê Mêrdînê yê li ser qotê çiyayekî bilind ava bûye ku bi şev mîna komek stêrk, bi ro mîna gerdenîyek zêr ku hilî, morî û mircanên wê diçûrisin. Hesreta kurmên xwe şikand, berî da Rûbozikê, bi çavên serê xwe tevkujîyên sosret dît ku hemû cîhanê tenê lê temaşe dikir û em jî nola xwe kiribûn temaşevan. QIJALK PRESS; Xemxur şeşek jî girtin heftek jî girtin, tu tişt jê fahm nekir.

Qible guherî, da tengala Derwêşê Evdî, di bin perên sîya Melekî Tawis de, berê xwe da ro û ronahîyê. Li koka xwe vegerîya… QIJALK PRESS; Yekemîn Hawara me, dengê me bir her kesî, lê tu kes bi hawara me ve nehat, nayên û wê neyên. Me hawarên xwe kiribûna kevçîyekî meyê hîn jî nekira hawar… QIJALK PRESS; Xemxur dibêje; “Kê gotiye berê Astronoman stêrk keşif kirine…” Bi ya min helbestkar in ên berî wan stêrk keşif kirine û belkî jî wênesaz bin ên hîv, roj, stêrk û hemû bedewî keşif kirine. QIJALK PRESS; Xemxur mişt bi xem û xeyal, berê xwe da Çîyayê Zagrosê, rêzeçîyayê li rojhilat û başûrê Welat. Jêderka Nûvedan, Hilberîn, Afiran, Şaristanî, Eşq, Hezkirin, Pevşabûn û Xwedayan… QIJALK PRESS; Xemxur vêca ji bo metnên pîroz ên Avesta ku yên li ser çerm hatibûn nivîsandin, Îskenderê duquloç hemû şewitandibûn û yên li ser pelên papirusan hatibûn nivîsandin ku hemû di sindoqa metnên pîroz de hatibûn hilanîn û Kurdan ew li paş heft çîyan, heft rûbarên digihên hev, heft dar û heft qat di binê erdê de ew veşartibûn bibîne, keştîyek bi ba difire çêkir û bû rêwî, rewîyekî rêyên dûr, pir dûr. QIJALK PRESS; “Gava ez şiyar bûm, DÎNAZOR hîn li wê derê bû.”

QIJALK PRESS; Xemxur jibo bayekî jiber serê xwe berde, çû ber peravê behra WANê .Wî dît ku ew ji wî bêtir tengijîye, ji wî bêtir ne azade û hîn jî bênavber pêlên xwe bihêrs diçelqîne. QIJALK PRESS; Xemxur vêca berê xwe da Farqînê. Bajarê xem û xeyalan, paytextê Baz, Bazê kurê Dostik. Li dora kelehê geriya, ew ne mîna Zembîlfiroş li rizqê xwe geriya, ne tu kesî nola Xatûna bedew çav bera wî da, dil û hinavê wî peritand. Tenê dengê sitraneke xweş a ku ji dûr ve dihat sereqet ew radimûsa, coş û peroşîyek bêhempa li dilê wî dida.

“Zembîlfiroş lawike feqîr e

Were ser doşeka Mîr e

Bidim te guliyen herîr e

Lawiko ez evîndar im”.

Xemxûr, Berê Xwe da Torê, qewlik avêt, dest bi kemançê kir.

“Qijalk hat û meşiyA

Fîstanê bajarî yA

Qundera Mêrdînî yA

Serê memikan çi tûj A

Binê wan deq deqî yA

Xweştir e ji sêv û hirmîyA

ser devê min heliyA..” QIJALK PRESS;

Di vî zemanê bêbereket û lez de, coş li dilê Xemxur ket, piştî çarde bar ked ku tu qulp nema ku tê de nebihurî, asoxî xwe fêrî zimanê Qijalkan kir û çû Qijalkîstana Bakûr. Qaşo ew bi nêt bû ku baştir xwe fêrî wî zimanî bike. Lê sed mixabin li hember helwesta Qijalkên ku xwe fêrî zimanê gurên pêxwas kirine û bi wî zimanî dipeyivin mat ma, ji kerba wan, serê xwe li dîwaran da, di nig de vegeriya. Bi ehd û wad, heft sund xwar careke din neçe wî welatî, li derîyê tu kesî nede, nanê tu kesî neşikîne….

Xemxur îro hemû xemên xwe da alîyakî, ji kêfa roja alê ket govendê û reqandê; de lêxe lêxe lêxe pozika qonderê li erdêxe. QIJALK PRESS; Li gor gotegotan Xemxur û Qijalka xwe pevçûne. Dibêjin Xemxur jê re gotîye “Tu mezin î xwe biçûk neke. Tu çiqasî min texlîd bikî, tu yê min mezin, xwe jî biçûk, hetta tune bikî. Tu maqûl, rind û bilind î. Bila destê te li te negere”. QIJALK PRESS; Xemxur li hemû cîhanê geriya û dawîya dawî vegerya welatê xwe, lê ji qehra qijalkên nekêr ku naxwazin fêrî zimanê xwe bibin, ket silûgê.

 

Riataza 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *