DEKÛDOLABÊN MEMÊ ALANÊ ROMÎ Û HEMKARÊN WÎ YÊN LI TAXA MÎRAN -3

DEKÛDOLABÊN MEMÊ ALANÊ ROMÎ Û HEMKARÊN WÎ YÊN LI TAXA MÎRAN -3

Nivîskarê malpera me birêz Raif Yaman lêkolîneke xwe

a kêrhatî û kardar ji malpera me ra şandîye.

Em sipasîya wî dikin û jiber dirêjbûna vê lêkolîna kûrfikir û dagirtî

me ew kir 3 beş, duh û pêr me beşên pêşin û duduyan çap kir.

Fermo, îro beşa sisîyan, ango a dawî bixwînin.

Raif Yaman, lêkolînkar

Beko wezîrê hêja yê Mîr Ezîn e. Ew û qîza xwe lê dixebitin ku rê nedin dewleta Romê felaketa anîye serê gelek mîrektîyên kurdan bihîne serê Mîrektîya Cizîrê jî, wê derê jî bike wîlayetekî dewleta xwe û bi destê walîyê xwe yê tayînkirî îdare bike. Karê Beko ew e ku  Mîr ji sîxur, xayîn û hemkarên Romê biparêze, wî ji van rastîyan haydar bike. Haya Beko ji dekûdolabên pismamên mîr heye, zane ku ew di rastîya xwe da peyayên Romê nin û dixwazin bi markirina Zînê ya li Memê Alan xwastina dilê padîşahê Romê pêk bînin, dawîyê li mîrektîya Cizîrê bihînin û Mem bikin walîyê Cizîrê. Piştî destdirêjîya Memê Alan û sivikatîya Zîna Zêdan ali ser Kanîya Qestelê wezîrê zîrek û jêhatî Beko qerar dide ku êdî dem hatîye ew Mîr ji vê rewşa berbad û têra xwe bi tehlûke hişyar bike:

Bekoyê Şeytan çû cem Mîr Ezîn, digot: “Mîro, dilê min liyan e!

Xwe biparêze li pismamê xwe, Hesen, Çeko û Qeretacîn, her sê birane.

Li serê te digerînine şor û tevdîrane.

Tu hildayî ser darê û di bin te da dikin bibirin guliyane.

Mêrine dilxwar û zikreş in. Beqalekî welatan hatiye, li mala wan bûye mêvane,

Jê ra dibêjin Memê Alan, Padişahê Kurdane.

Dibêne, yani kurê Mîrê Miẍribiyane.

Dikin te ji mîritî bi der xin, wî li şûna bikin mîr û hakimê bajarê Cizîra Botane.

Ji mala we ra, ji bo rastiyê, min sond xwariye bi bav û kalane.

Gava min bihîst ev yeka hane,

Ez beziyam û hatime cem te û dibême ka te çi emr e û çi ferman e?” (rp. 246-248)

Qîza Beko ji bavê xwe yê têra xwe jîr û zane hîn bûye ku Memê Alanyekî Romî ye. Di destanê da tê gotin kuqaşo dema qîza Beko“çelengtî” û “delatîya” Mem dibîne karê bavê wê ji bo bêtesîrkirina Mem dayêye ji bîr dike, dilê wê dikevê, bi şertê wê jî li gel Zînê ji xwe ra bi jintî bibe bajarê Mixribê ji wî dixwaze ku xwe ji bavê wê biparêze. Piştî ku Mem dihavêjin Zîndanê bi hawayekî berbiçav tê dîtin ev tenê îftireyek e di derbarê Qîza Beko da. Dema bi rastî dilê wê ketibûya Mem, ne mumkûn bû ew bi henara bi jehr a bi destê xwe amade kirî bibira bidaya Zînê û bi destê wê bidaya kuştin:

Dema rojên Memî di zîndanê da bûne sisiyane,

Qîza Beko hinarek peyda kir û bi serê şûjinê qul kir; di şûnê ra berda nav aẍuya marên Kaşane,

Di wê gavê da, hinar peyda nabin di nav Bajarê Cizîra Botane,

Hinar kire paşila xwe, hate cem Zînê ji bona teseliyane

Qîza Beko hinekî sekinî, pistî van gotinane,

Paşê got: “Xatûn, me bihîstîye, Mem, Padîşahê Kurdane,

Di vî emrê xwe da neketîye tengîyane,

Canê wî nazik e, mîna perê gulane.

Di nava van sê rojan da, gelikî nexweş bûye ji qehrane.”

Di paşila xwe da hinar bi der xist, û got: “Min jê ra anî va hediya hane.”

Zînê got: “Memo, serê min bi qurbano, ev ci bela bû, ji me ra hat,

Roj şewqê we dide dinyaê, li me her diyan tenha hilnehat

Qet meraqê mexwe, gava ko xeber bigihê Celaliyan, tu bizane ro ji serê me jî helat.

Ha ji te ra vê hinarê bigire, bixwe heta ji te ra çêkim xwarineke gran dû qat.”

Memî got: “Zînê, êdî nema ez li vê dinê dikişînim mineta tu kesane,

Ne jî dixwazim vegera celaliyane

Ko ji bona min bikujin mêrane.

Ez dixwazim bimirim, bigihême axa gorane.

Ji bona min va hinara xweş derman e”

Memî destê xwe rakir, bire ber devê xwe, hewên hinarê derbaskirin ji nava lêvan û diranane.

Çavên xwe girtin, bi carê daxwarin; aẍû gihêşt zik û roviyane,

Çav xirab bûn, çû bû rehmetane. (rp. 330-346)

Di warê bêrûmetî û hemkarîya Romê da bi qasî serê derzîyê jî ferqa Mîr Şem ji pismamê wî Çeko tune ye. Çawa Çeko her awayê bêrûmetîyê li ser xwastina kekê xwe yê Hesen qebûl kirîye, û bi hawayekî eşkera dergistîya xwe ya qelendayîya sê salan daye Memê Alan, pismamê wî yê bi navê Mîr Şem ku ew jî dildarekî dinê Zînê bûye li ser vê bêrûmetîyê qet deng ji xwe dernexistîye. Ew Mîr Şem ê bi brayê xwe Mîr Sêvdîn ra ji bo Zîn nebe jina pismamê wî Çeko gefa kuştinê li her sê pismamên xwe xwarîye bê şerm ji bo yarê Zînê yê Mixribî hêsran dibarîne. Mîr Şem bêrûmetî û hevaltîya xwe ya bi dewleta Romê ra piştî mirina Memê Alan bi hawayekî berbiçav dide xwîyakirin:

Mîr Şem gotê: “Dotmam, serê min bi qurban e!

Heçiya Mîr Ezîn kirî ji bo mêvanê we Memê Alane,

Hîn me ne diye û ne jî bihîstiye ji devê tu kesane.

Xwedê xirab ke mala Mîr Ezîn ko ji xwe ra kiriye wezir Bekoyê Şeytane!

Hesen dît ko hat Mîr Şem, siwar bûye li Bozê Rewane,

Reng lê qulibtiye mîna rengê kuştiyane.

Hesen got: “Va çi ecêba giran e?”

Nihêrî ko Mîr Şem digiriye, û bi destekî desmal daye ber çavane,

Bi destê din, di bêrîka xwe da kaẍeza Sitiyê bi der xist, da dest wane.

Gava Hesen kaẍez vekir, gûçê şewitî dît, hêstir bariyan ji çavane. (rp. 350-352)

Piştî mirina Memê Alan Hesen û her du brayên xwe dixwazin xîjî ser Birca Belek bikin. Lê dema dinihêrin ku lehengên Cizîrî li ber bircê mîna kelehekê sekinîne ji tirsana newêrin xwe nêzîk jî bikinê. Çimkî dizanin ewê çi bi serê wan da were. Ji newêrektî û tirsa xwe vebişêrin, ji bo hêza parastina ji lehengên Cizîrî ya li Birca Belek ji nedîtî ve werin çend gotinên Zînê derdixin pêş û qaşo bi gotinên wê her sê brayên xayîn dev ji xîjkirina ser Birca Belek berdanin.

Di destanê da bêçaretiya Mîr Ezîn, xwefiroşî, xaîntî û dekûdolabên hemî pismamên wî li ber çavan in. Ev rastîya jîyana serdestên wê demê jî baş tîne zimên. Ji dewleta pêşîn a kurdan ta serhildanên wan ên sedsala bîstan û çaryeka pêşîn a sesala bîst û yekê key, mîr, şeyx, axa, seyîd, pêşewa, serekên eşîran, serekên partîyan û mezinên din ên kurdan ên bi merivên bê rûmet ra bûnin heval, bi wan ra rûniştinin û rabûnin piştî demekê bi xencerên destên wan di pişta xwe da ya can dane, ya brîndar bûnin, ya ketinin destê dujmin, ya jî zaf ji qewetê ketinin. Rewşa Mîr Ezîn jî wusa ye. Hevaltîya wî ya bi pismamên wî yên bê rûmet ra dibe sebeb ku ew jî rojekê bibe yekî wekî wan, û bêrûmetîyê li xwe dayne.

Dema Mîr Ezîn têdigihê ku ewê leşkerekî giran ji paytextê Romê were û heyfa Memê Alan jê bigire ew jî bi çîrok û çîrvanokek li ser mezelê Memê Alan û Zîna Zêdan qerar dide ku mîna pismamên xwe yên bê rûmet xwe bispêre leşkerên dewleta Romê, û bi vê kirina xwe dev ji rûmeta xwe, rûmeta Mîrektîya Cizîrê û rûmeta miletê xwe berbide. Her çiqas Mem li ser fermana wî hatibe kuştin jî, ji bo canê xwe yê pîs ji şûrên Romîyan biparêze,sûc dixe stûyê wezîrê xwe yê zîrek Bekoyê Awan. Bi vî hawayî xeleka dawîn a pismamên rûmeta merivtîyê bê par mane temam dibe. Mîr Ezîn bi van gotinên jêrîn dikeve nav koma pismamên xwe yênberdestên Romê:

Di cî da Mîr Ezîn, ji îşê ko bi Memî kirî, bû poşmane,

Vegerî mal, delal hemî berdan nav Cizîra Botane,

Got: “Va îşê Memî min ne dikir, ez xapandim Bekoyê Awane.

Yê ko Beko bikuje, ezê çavên wî têr bikim ji zêr û perane.” (rp. 360)

Baxçevanê ku Beko dikuje jî xwefiroşekî pênc quruşan e. Kesên mîna vî baxçevanî ji bo çend quruş pere amade nin her xerabîyê bikin. Di rastîyê da ferqa van û pismamên xayînên li serê Mîrektîya Cizîrê bûnin bela tune. Ka em binihêrin vî xwefiroşî çima Beko kuştîye:

Rojekê yekî baxçevan baxçe av didane,

Nihêrî ko li bin darekê raketiye sebê Memî û Zînê, Bekoyê Awane,

Baxçevan got: “Ma ne Mîr bi der xisti bû  di heqê wî da fermane,

Ko kî wî bikuje, wê çavê wî têr bike ji zêr û perane?”

Micirfa xwe girt, çû yek dawişande serê Bekoyê Awane;

Serê Beko qelişî, xwîn pê da rêz bû, û rabû revî berê xwe da malane.

Baxçevan da pê, heya gihan tirbane,

Beko derbas bû di nav tirba Zînê û Memê Alane,

Çilkek ji xwîna Beko dilopiya, kete navbera tirba her diyane,

Dibên ji wê çilka xwînê stririyekî mezin hişîn bû, ji hev kirin destê wane.

Çawa li dinê nehişt bigihêne hev, di tirbê da jî, wan ji hev veqetane.

Baxçevan ghêşte Bekoyê Şeytane,

Serê wî da ber devê micirfane,

Li wir kuşt, cendekê wî bir, avête newalane.

Hate cem Mîr Ezîn, gotê: “Mîro li ser fermana te min kuşt Bekoyê Şeytane.”

Mîr Ezîn ban kire xulam û wekîlane.

Got: “Law, wî berin, qasî ko dixwaze, bidinê zêr û perane.”

Di destanê da tê gotin ku Beko bi alîkariya kîtaba Remlan hîn bûye ku ewê Memê Alan were Cizîrê. Ev yek zanetî, zanyarî û zîrektiya Beko tîne zimên. Em li vê derê têdigihên ku Beko merivekî xwenda û şêwirmendekî hêja yê Mîr Ezîn bûye. Ji aliyekî ve lê dixebite textê Mîr Ezîn biparêze û wî ji sîxuran haydar bike, ji alê din ve bi awayekî ne raste rast be jî lê dixebite wî ji pismamên wî û xwengên wî yên dixwazin dekûdolaban li serê wî bigerînin jî biparêze. Rê û rêbazên aqilane dane ber Mîr.

Beko ne pexîrekî li dijî bi mirazê xwe şabûna dildaran e. Tenê li dijî têkiliya wezîfedarekî Romê û xwenga Mîr Ezîn a bûye pêlîstoka wî karê xwe dike. Xêrnexwaziyek wî ya di derbarê Mîr Ezîn û pismamên wî da jî tune ye. Di destanê da em rastî dijayetiyek wî ya li hember zewaca Hesen û Sitiyê, heka Zînê, nayên. Ji xeynî helwesta wî ya rast a li dijî Memê Alan meriv rastî şeytanî an jî neheqiyek wî ya di derbarê merivên din da nayê. Beko dema dimire bi hawayekî remzî be jî dibe striyek di çavê Roma reş û hemkarên wê da. Li dunya din jî dest ji pêsîra sîxurên Romê û hemkarên wan bernade.

Hesen û her du birayên xwe, Çeko  û Qeretacîn,piştî mirina Memê Alan li hev rûdinin û ji bo xwedîyên Memê Alan ji mirina wî haydar bikin şûrê wî û hespê wî bispêrinê bi pismamê xwe Mîr Şem xeberê dişînim bajarê Mixribê, peytaxtê Romê. Hesen û pismamên xwe yênxizmetkarîya Romîyan dikin ne li bendê ne ku Rom bi leşkerekî giran were Cizîrê serûbinî bike. Hesen dema Mîr Şem dişîne bajarê Mixribê van gotinan dibêje:

Piştî mirina Beko Hesen gazî kir her du birane,

Got: “Mem bû mêvanê me û di pêşa me da hate kuştin, em ji derdê wî ra ne bûn dermane,

Werin, em siwarekî bişînin bajarê Miẍribiyan, cem kalê bavane,

Qene, wê bigê destê wan şûr û cilên Memî, tevî Bozê Rewane.” (rp. 362)

Mîr Şem li Bozê Rewan suwar dibe, dihere xebera mirina Memê Alan digihîne famîla wî û rayedarên dewleta Romê. Ji bajarê Mixribê dide pêşiya artêşa Roma Reş a di bin fermana Beglî da. Beglî û leşkerên di bin fermandarîya wî da ji ber ku segitîya wan kirine Hesen, Çeko, Qeretacîn, Mîr Şem, û pismamê wan Mîr Ezîn ê berî ku arteşta Romê bigihê Cizîrê ji tirsonektîya xwe dev ji mîritîyê berdaye û ketîya nav koma pismamên xwe yên xayîn nade kuştin. Dengbêjê destanê her çiqas vê rûdana qirrkar a Romîyana li ser şênîyên bê guneh ên şarê Cizîra Botan mîna ku heyfgirtinek mafdar be bi dilekî xweş tîne zimên jî, dîsa li cihekî li xwe mikurt tê û vê qetlîamê bi gotina “Sê roj û sê şevan di nav bajarê Cizîrê da bû axir dewrane.” tîne zimên:

Piştî sê rojan şîn sar bû, Beglî emir da xortên Kurdane,

Anîn di nêva bajêr da ar dadane,

Li kêleka bajêr singê çadiran kutane,

Herçî destê wî digire şûr û sîlehane,

Ne man, gişkî hatine cem Beglî, gotin: “Bêjê te çi emr e, çi fermane?”

Hema Beglî berê wan dide çadirane,

Roja sisiyan, Beglî emir da, singê cadirina hilkêşane,

Topê hawan bar kirin li ser pişta bargîran, tevî sendûqê cebelxanane.

Mîr Şem li Bozê Rewan siwar bû, û bû rêber, kete pêşiya wane,

Heya hatin, gihêştin welatê Botane,

Mîr Şem raberî wan dikir, digot: “Ha binihêrin tirba memî û Zînê wê han e.”

Xelkê Cizîrê dihate diyarê leşkerê Beglî, dikin sêr û temeşane.

Beglî emir da, got: “Li dora bajêr belav bin, û qenc bikolin çeperane.

Emê heyfa Memî bistînin ji van bêbext û telaqreşane.”

Li pêş vê yekê pişta xelkê Cizîrê qurifî ji tirsane,

Di wî deravî da, Hesen, Çeko û Qeretacîn hatine nav Miẍribiyane,

Nihêrîn ko xortekî sivik di nav da ye, tev da î mîna Memê Alan e.

Pirsîn ko va kurê xaltîka Memî ye, xwarziyê Emer begî, Şêxê Qureyşîyanee,

Hatine cem, hev nas kirin, her sê biran yek bi yek xwe tê wer dane,

Digotin: “Li te teye bîna Memê Alane[1].”

Tu nema, Mîr Ezîn jî hate nav çadirê leşkerê Miẍribiyane,

Beglî bi der kete pêşiyê, anî çadirane,

Emir da eskerên xwe, got: “Herin, bi ẍar kin qesr û qonaẍane.”

Sê roj û sê şevan di nav bajarê Cizîrê da bû axir dewrane.

Ko kî di ber diketin dikuştin, di ber heyfa Memê alan, Padişahê Kurdane.

Van her sê rojan, Mîr Ezîn, Mîr Şem tevî her sê Celaliyane,

Di çadiran da li cem Beglî girtî mane.

Roja sisiyan, di nav Bajarê Cizîrê da xaniyê bilind qet ne mane.

Giştik bi erdê ra dûz bûn bi destê xortên Kurdane.

Beglî emir da leşkerane,

Tev da bi der ketin ji bajarê Cizîra Botane

Hinga, Beglî da îzna mîr Ezîn, Mîr Şem û her sê Celaliyane.

Bajarê xan û xerabe teslîmê wan kir, hate ser tirba Memê Alane,

Got: “Memo, bila di dilê te va eyan be, min heyfa te hilanî ji bêbextane.”

Hinga, bi xwe siwar bû li Bozê Rewane,

Leşkerê wî çadir bar kirin, meşiyane,

Berê xwe dane welatê Miẍribiyane. (rp. 364-368)

Wekî tê zanîn, her dema ku Romîyekî payebilind li deverek welatê kurdan hatîye kuştin dewleta Romê bi leşkerekî giran avêtîye ser wê derê û qirrkirin jî tê da her awayê wahşetê pêk anîye. Leşkerên di bin fermandariya destebirakê Memê Alan ê bi navê Beglî da jî heman wahşetê tînin serê Cizîrîyan. Navê Beglî nasnama wî û dewleta wî diyar dike.

Mîr Ezîn ji dêvla gelê xwe ji zilma Romê biparêze diçe xwe dispêre leşkerên neyarê xwe. Ji bajêr tenê malbata Mîr Ezîn û pismamên wî yên xayîn ji mirinê xelas dibin. Mîr Ezîn ji bo bikanibe canê xwe û mala xwe ji Romîyan rizgar bike, kirasê bêrûmetiyê li xwe kiriye û bê şerm li qirkirina gelê Cizîrê nihêriye. Qesra wî jî di nav da bajar li pêş çavên wî hatîye wêrankirin.

Mixabin kurdan di tarîxa xwe da, bi giranî hevaltîyaneyarên milletê xwe kirine. Hindik dengbêj û stranbêjan bi zanetî pesnêndujminên miletê xwe û segên wan ên li warê xwe danin. Bêheşî û kêmaqiliya xwe di hunera xwe da jî gelekî baş anîne zimên. Sebeba îro hîna li ser xayînekî wekî Yezdan Şêr stranan dibêjin û wî pîroz dikin jî ji heman sosretîyêye. Ên zehmet kiribin çend rûper tarîx xwendibin dizanin ku Yezdan Şêr bi alîkariya Romiyan êrîşî Birca Belek kiriye û bûye sebeba dawîhanîna Mîrekîya Botan. Mîr Ezîn jî di nav da pismamên bê rûmet ên di destana Memê Alan da û Harpagos ê Medyayî,Yezdan Şêr ê fermandarê Mîrektîya Cizîra Botanû gelekên din ên di rîya van da di rastîya xwe da heman kesên li derên cihê û di demên cihê da bi navên cihê mala gel şewitandine. Helbet ferqek wan jî heye; hêlekbi gewherê xwe ji rêxa sergoyê çîrok û çîrvanokan e, û hêla din jî bi gewherê xwe ji rêxa sergoyê tarîxa reş û tarî ye…

Derkenar:Di vê nivîsê da varîyanta Destana Memê Alan a ji alî Roger Lescot ve hatîye berhevkirin esas hatîye girtin.Hemî numûne ji vê kîtabê hatinin dayîn. Şaşitîyên îmla metnê orjînal bi zanetî nehatine rastkirin wekî xwe hatine nivîstin. Kesên bixwazin dikanin PDF a vê kîtabê jikîtabxana dîjîtal a Institut Kurde de Paris (Enstîtuya Kurdî ya Parîsê) ji linka https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/UQNEAG5YLD.pdf dabixîne ser computerê xwe û ji serî ta dawî bixwînin.

 

[1]Segên surûştî jibo xwedîyên wan pêşa bibin, diherin xwe tê werdidin. Alîyekî din ê xurt ê segan jî ew e ku rind bêhnê digirin. Hesen, Çeko û Qeretacîn eynî mîna segan diherin xwe di Beglî werdidin, û jê bêhna Memê Alan digirin. Segên surûştî bêhna dumerivan li nav hev  naxin, lê wer xwîya ye segên li ser duningan digerin bêhna hemî xwedîyên wekî hev digirin, naxwazin bêhnên wan jî ji hev cihê bibin. Ji bo wan xwedî xwedî ye, ha Memê Alan ha Beglî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Raif Yaman

Raif Yaman ji Diyarbekirê ye. Li Universita Enqerê Filologiya Fransizî xwendiye. Li Universita Artuklu ya Mêrdînê li ser ziman û cultura kurdî master kirîye. Du kitêbên hozanan û gelek nivîsên edebî, linguistic û politic nivîsîne. Bi kurdî, turkî, fransizî, îngilîzî û almanî dizane. Bengîyê zar û zimanê kurdî ye…

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *