Lavrov ji Rûdawê re aşkere kir: Daxwaza Rûsyayê ji Kurdên Rojava çi ye?

Lavrov ji Rûdawê re aşkere kir: Daxwaza Rûsyayê ji Kurdên Rojava çi ye?

Moskow (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji Rûdawê re ragihand ku divê ezmûna Hewlêrê bo Kurdên Sûriyê bê veguhastin û eşkere kir, “Dema Tramp ragihand ku ew hêzên xwe ji Iraqê derdixînin, hema yekser, HSD daxwaz ji me kir ku em diyaloga wan li gel Şamê dabîn bikin. Dema ku Amerîkayê hizra xwe guherand, ew baldariya diyalogê bi Şamê re jî êdî nema.” Lavrov dibêje jî, “Divê ji bo siyasiyên Kurd, aso hîn dûrtir be, da ku perspektîvan bibînin. Armancên hevdîtinên me li gel (berpirsên Rêveberiya Xweser) ew e, em ji wan re pêwîstiya destpêkirina danûstandiên cidî li gel Şamê şîrove bikin, ka di kîjan şert û mercan de Kurd dê dewleta Sûriyê de bijîn.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser rewşa Iraqê û proseya siyasî ya piştî hilbijartinê, rewşa Herêma Kurdistanê û Kurdan, çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê û diyaloga li gel Şamê, rewşa aliyên Kurdî û krîza Sûriyê û herwiha hebûna serbazî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn, bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê yê li Moskowê Kamîz Şeddadî da.

Pirsên peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şeddadî:

“We (Lavrov) di axaftina xwe de besa berdewamiya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û pirsgirêkên li Sûriyê û Iraqê kir. Pirsyara min jî li ser heman herêmê ne. Du pirsên min hene û her du jî bi hevre girêdayîne.

Wekî em dizanin, destpêka meha Kanunê Cîgirê Wezîrê Derve yê Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Mîxail Bogdanov serdana Iraqê kir û herweha çû paytexta Kurdistanê Hewlêrê jî. Wekî em dizanin, hem proseya siyasî ya li Iraqê û hem jî çareseriya siyasî ya li Sûriyê li Hewlêrê hatiye gotûbêjkirin.

Herweha em dizanin meha Kanûnê Hevseroka MSD Ilham Ehmed jî hatibû Moskowê û li gel cenabê we kom bûbû û we haman mijar gotûbêj kiribûn.

-Pê ve girêdayî, hûn pêşeroja statuya Kurdan di çareseriya Sûriyê da çawa dibînin?

Her wekî dizanin piştî hilbijartinên Iraqê rêveberiya nû ya parlamentoyê hat hilbijartin, hem serok, hem jî cîgirên wî hatin hilbijartin.

-Lê destnîşankirina serokkomar, serokwezîr û hikumeta nû hêj dimîne. Hûn di vê proseyê de rola Kurdan çawa dibînin? Herweha rola Kurdan di dabînkirina aramiya li Iraqê û li herêmê bi giştî çawa dibînin?”

Bersivên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bo peyamnêrê Rûdawê:

“Spas. Mijareke gelek hestiyar e; piralî ye û asayî nîn e. Vê mijarê, di van demên dawiyê yên dîrokê de çendîn caran dijwarbûna xwe nîşan daye.

Di serî de, em  amade ne ji bo pêşvebirina peywendiyên baş li gel Iraqê. Dîroka dostaniya me jî dûr û dirêj e. Vê gavê jî peywendiyên me yên aborî baş in. Kompaniyên me li Iraqê kar dikin. Em spasiya wan dikin ku mercên guncaw ava kirine. Bêguman, Iraq çi qas aram be, wê peywendiyên me jî ew qas bi piştrast pêşve biçin. Em dixwazin dostên me yên Iraqî di nava aştî û aramiyê de bijîn.

Her wiha ew aramî ji bo peywendiyên civakî jî girîng e û sûdê digihîne bazirganiyê û peywendiyên leşkerî jî.

Krîza Sûriyê û rewşa Kurda

Li Sûriyê pirsa Kurd weke astengeke mezin li pêşiya danûstandinan rawestiyaye. Di komîteya nivîsandina destûra Sûriyê de Kurd hene, lê Kurd nûnertiya tevahiya pêkhateyên li Sûriyê nakin. Hinek saziyên Kurdan li derveyî proseya nivîsandina destûrê mane, hinek ji wan pişta xwe didin Amerîkayê û hinek ji wan jî xwe dispêrin Tirkiyê.

Dema Trump ragihand ku ewê hêzên xwe ji Sûriyê bikşînin, yekser Hêzên Sûriya Demokratîk daxwaz ji me kirin ku em ji bo diyaloga di navbera wan û Şamê de bibin navbeynkar û wê derfetê dabîn bikin. Dema ku Amerîkayê kişandina hêzên xwe rawestand, vê carê jî êdî guhê nedane diyaloga li gel Şamê.

Diyar e jiyan wiha ye. Lê divê berpirsên Kurdan bi awayekî demdirêj bifikirin û asoya wan berfirehtir be da ku pêşiya xwe bibînin.

Hevdîtinên li gel Îlham Ehmed

Bêguman destnîşankirina çarenivîsa Sûriyê di destê Amerîkayê de nîn e. Amerîka jî niha her weke welatên din ên cîhanê li gel yekparçetiya axa Komara Erebî ya Sûriyê ye. Lê di praktîkê de hewl dide li Rojhilatê Firatê hinek pêngavên cudaxwaziyê bide avêtin.

Armanca hevdîtinên me yên li gel xanim Îlham Ehmed û hevalên wê ew e ku em nîşanî wan bidin ka di kîjan şert û mercan de dikarin li nava dewleta Sûriyê de bijîn.

Di vî warî de hikûmeta Sûriyê biguman nêzîk dibe û ez vê yekê venaşêrim. Hikûmeta Sûriyê jibîr nekiriye ku Kurdan di demên derbasbûyî de pişta bi xeteke dij-hikûmetê ve girê dane. Jixwe rola dîplomasiyê jî ew e ku tiştên derbasbûyî çareser bike û berê xwe bide peywendiyên li pêş.

Ezmûna Hewlêrê

Di vî warî de ezmûna li Iraqê, ezmûna Hewlêrê ango ezmûna Herêma Otonom ya Kurdistanê bêguman pêwîst e.  Ez du sal berê li Hewlerê û li Bexdayê bûm. Hem li Bexdayê û hem jî li Hewlêrê min girîngî da xurtkirina peywendiyan. Bêguman li gel Kurdan peywendiyên me hene. Li gel Kurdên li Iraqê û yên li Sûriyê.

Nirxandina min a li ser rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinan jî… Biryar biryara wan e.

Lê xalek heye ku me li vir behsa wê jî kir. Ew jî ewlekariya Kendava Farsî ye. Bi qasî ku em dibînin, Amerîka dixwaze Iraq û Sûriyê bike meydana şerê xwe yê li gel Îranê.

Hebûna Amerîkayê

Em dibînin ku hêzên serbazî yên biyanî li erdê Iraqê hene.

Rewşeke balkêş e ku dema li ser daxwaza Serokê Qazaxistanê Rêxistina ODKB hêzên aştîparêz şandin wî welatî, hîn di destpêka operasyonê de Amerîka kete nava hinek liv û tevgeran û daxwaz kir ku Rûsya sedema şandina hêzên xwe bo Qazaxistanê aşkere bike û her wiha daxwaz jî kir ku Rûsya yekser hêzên xwe bikşîne. Kengî ku Qazaxistanê got em spasiya Rûsyayê dikin, wê demê hêzên me ji wir derketin.

Lê wê Amerîka kengî ji wir derbikeve? Ne tenê ku daxwaza alîkariyê ji Amerîkayê nekirine, di heman demê de tevî ku parlemena wan got ku êdî pêwîst nake hêzên Amerîkî bimînin jî, derneketin.

Helwesta Rûsyayê

Ez çima van tiştan dibêjim; min xwest ku em tabloyê bi giştî bibînin. Ka hevkarên me helwestên çawa nîşan didin…

Ez dubare dikim; em hêvîdar in ku hilbijartinên li Iraqê bibin sedema proseyeke aramiyê û bi vî awayî li navçeyê jî aramî peyda bibe.

Em hêvî dikin ku ti dewletek, ji derveyî navçeyê ve neyê û wê neçarî hinek bijardeyan neke. Ji we re nebêjin ku hevkariya filan dewletê bikin an jî nekin. Di vir de ez dixwazim balê bikşînin ser hilbijartina hevpeymaniyê.

Dema ku Waşîngton dibêje, çekan ji Rûsyayê nekirin û bi Îranê re peywendiyan daneynin an jî bi filan welatî re bila peywendiya we nebe, ev yek dibe binpêkirina mafê bijartinê. Ne tenê ji bo hevpeymaniyê, di hemanê demê de ji bo hevkariya asayî jî wisa ye.”

Rudaw.net

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *