”XOŞXWAN” • CEGERXWÎN

”XOŞXWAN” • CEGERXWÎN

Ev berhem zelalîyê radixe ser wêjeya me

 

”Xoşxwan” dîwana Seydayê Cegerxwîn a yekemîn e. Ev dîwan, ew dîwan e ku nivîskarê wê çend helbestên wê di dîwanên xwe ên din de bi cî kirine û di dawîya dîwana xwe a bi navê ”Kî me Ez” de gotiye:

 

“Ev her du ristên dawî ji dîwana min a kevnare ne, ko min nedixwest wê çap bikim. Her wekû ev ristên ha, di sala 1348- 1925’an de hatine çêkirin, lê ji ber ko gelek gotinên biyanî tê de bûn û heta awira min jî hatiye guhertin, min nexwest wê dîwanê çap bikim, lê destnivîsî li nik min peyda dibe.”

 

Wekî nivîskar jî dibêje piştî vê dîwanê awira Seyda guherîye. Di vê dîwanê de Cegerxwînekî Xwedênas heye û ji lewma jî pesnê Xwedê û pêxember dide. Lê Seydayê Cegerxwîn di vê dîwana xwe de jî rexneyan li şêx, mela, suxte, paşa, begler, şivan û gavanên Kurd dibarîne û dibêje:

Ey şêxê sahibê tac

Wey Rebê qewmê Kurmanc

Madem tu serbitac î

Çiman tu bêrewac î?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev