Kargeha çîrokê

Kargeha çîrokê

Weşanxaneya LÎSê me agahdar dike 

Deshilata kûrewî ku di ser hundir û derveyê û di ser kesê li hundir û kesê li dervemayî re car din newekhevîyê saz dike û di vê rejîma ewlehîyê de, her ku diçe laş û bedenê bêqîmettir dike. Ji alîyekî din ve, îzolasyona fizîkî û hatina hepskirin, tirûşdarîya me ya bîyolojîk û psîkolojîk qelstir dike.

 

Pir aşkere tê xuyanê ku hundirê çermê ku me diparêze û me ji derveyê cihê dike, westayîtir e û derve jî ne ewle ye. Halwe, gava em li şûna peytên mezin û rojeva kêşmekêşîyê guh didin dilînên xwe, bêrîkirina lidervebûnê û lidervemanê xurt û giran e.

 

Em wekî Wêjegeh Amed, di serdema pêşîya me de, em bi wêrekîyeke pêjnkar û bi mebest û nîyeta veavakirina derve, dixwazin di qada xebatê ya hevpar ya Wêjegehê de, hê bêtir bên cem hev. Em dixwazin, vê ezmûneya hepsbûna kollektîf ya ku em tê de ne, bi çalakîyên cuda cuda, derveyî û yê li derve mayî, bi hemû bibîrxistinên wan ve, bînin daynin ser sifreya têdefikirînê.

 

Li ser vê temayê, bo cara pêşî, Kargeha Çîrokê ya Li Derve wê bi birêvebirîya Sîdar Jîr di roja 23’yê Rêbendana 2022’yan de dest pê bike. Xebata kargehê wê her roja yekşemê piştî nîvro di navbera saet 2:00-4:00’an de bê kirin.

 

Bi giştî, dema çalakîya kargehê 6 hefteyan e û pênç çalakîyên pêşî wê li hêwana çalakîyê ya Wêjegeh Amedê û yek jê jî wê bi awayekî online bê kirin. Di kargehê de armanc ew e ku beşdar çîrokeke tematîk binivîsin. Hûn dikarin bi tijekirina forma serîlêdanê ya di profîlê de beşdarî kargehê bibin. Hejmara beşdaran bi 25 kesan hatiye sînordarkirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev