
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ji ber koça dawî ya Serokê Navenda Rewşenbîrî ya Laleşê û Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Êzidiyan Şêx Şemo, sersaxî ji malbata wî û civaka Kurdên Êzidî re xwest.
Baregeha Barzanî peyama sersaxiyê ya serok Barzanî weşandiye, ku tê de tê gotin, “Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyar ê Kurdistanê û Serokê Navenda Rewşenbîrî ya Laleşê Şêx Şemo em xemgîn û dilgiran bûn.”
Serok Barzanî di beşeke din a peyamê de ku arasteyê malbata Şêx Şemo û civaka Kurdên Êzidî hate kirin wiha got: “Şêx Şemo kesayetkî kurdperwer û niştimanperwer bû ku zimetekî baş bo doza xwîşk û birayên Êzidî û pêkvejiyan û aştiyê kiriye. Ji destdana wî windahiyeke mezin e.”
Barzanî herwiha dibêje: “Sersaxiyê ji malbat, kesûkar, nas, dost û hevalên wî yên Navenda Rewşenbîrî ya Laleşê dixwazim û em hevxemê we tevan in. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn aramî û hedarê bi malbata we ya birêz û kesûkarên we bibexşê, ruh û giyanê Xwedê jêrazî Şêx Şemo bixe ber dilovaniya xwe.”
Serokê Navenda Rewşenbîrî ya Laleşê û Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Êzidiyan Şêx Şemo li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê ji ber coronayê jiyana xwe ji dest da.
Riataza