Umer binî Xettab û Yezdî Kurd (Yezdîgerd) û nameyên wan…

Umer binî Xettab û Yezdî Kurd (Yezdîgerd) û nameyên wan…

Werger: Seyfedînê Welekorî

 

“Ev nameya hanê ya Împaratorê Sasanî yê sêyemîn Yezdî Cerd (Yezdî Kurd) e. Bersiva nameya Umer binî Xettab e.”

Min xwest ku ez vê nameyê biweşînim ku her kes bi hin heqîqetan agahdar bin…

Şahînşahê Împaratoriya Sasanîyan Furs (Fars) di hengama dema sêyemîn de ku gihîştibû asta herê jorîn Yezdî Kurd (Yezdî Cerd) ji Xelîfeyê misilmana Umer binî Xettab re nameya ku bi farisî şandîye wiha ye.

Ev name ji farisî wergera bi ’erebî Hawar Kemal, ji ‘erebî wergera bi tirkî Mele Necmettin Santalu, ji tirkî jî wergera bi kurdî Seyfedînê Welekorî kirîye.

 

Wergera bi kurdî:

Yezdî Kurd (Yezdî Cerd) ê sêyemîn; Ji xelîfeyê misilmanan ê duyemîn Umer binî Xettab re.

Ez bi navê wî Xaliqê ku xwedî hêz û hikmet û Ahûra Mazda ye dibêjim ku te di nameya xwe de nivîsandîye.

Te em dawetî emr û fermana wî Xaliqê bi tenê, ku ew jî “Xwedê” ye jê re tâ’etê bikin, nivîsandîye.

Tê xuyan ku tu hêj negihîştî wê heqîqetê û hê jî tu wê rastîyê jî nizanî ku em kî ne û ji kê re ta’etê û îbadetê dikin.

Çi ‘ecêb e ku tu li ser textê xilafeta ‘ereban rûniştîyî di demeke wisa da ye ku eqlê te ji eqlê neferekî ‘ereban cudatir nîne.

Tu di dîtiniya me da, û li cem me bi eql û me’rîfeta xwe, yek ji wan ferdên nîjaperestên serokê ‘eşîreka ‘ereban î.

Umerê kurê Xettab! Tu hêj nizanî ku gelê Furs (faris) bi hezaran sal berîya niha jî, ji yek “Xweda” yî re ‘evdînî û îbadet dikirin.

Tu tê gazî me dikî ji bo îbadeta yek Xwedayî. Ji xwe em ‘ibadetê ji yek Xwedayê bi tenê re dikin, em bi yek Rebbî bawerîyê tînin û ji yek Xwedayî re rojê pênc wext kunde (secde) dibin. Ev ‘ibadet û ta‘eta me bi sala ne bi vî karî berdewam dike.

Gelê me, bi sala ne ku em bi vî hawayî di nava ilm û irfanê de heşir û neşir bûne û zanîn û zanebûn senetkarî parçeyek ji jîyan û karê gelê Furse.

Wextê em xwedî exlaqên qenc û hem mêvanperwerbûn, wextê me li dinê fikr û ramanên xweş belav dikir, wextê me bi mirovên li hemberê xwe re bi zimanê xweş xeber dida û muameleyên qenc me bi wan re dikir, we hêj ew çax maqîzerên çolê dixarin û we bihok û kêzikên li rûyê ‘erdê dixarin, lewra ji xeynê van tiştekî ku we bixwara tunebû.

We zarokên xwe yên mehsûm yên bê guneh saxesax dikirine ‘erdê. Ereba ji tu mexlûqî re hurmet nedidan nîşan. Hûn serê mexlûqatên Xwedê jê dikin heta hûn serê mirovên dîlgirtî (êsîran) di destê xwe da jê dikin.

We zulum li jinan dikir, heta we ew jin mirov nedihesibandin. We keçên xwe bi saxî bin ‘erd dikirin, we rêya karwan û bazirganan dibirî, we rêbirî dikir, ew kesên ji xwe ra kar û şixul bikira we dikuşt malê wan ji xwe re dikire xenîmet; we dest didanî ser malê xelqê. Hûn dilkevir in dilê we bûye kevir, lê em, em ji xerabîyên wiha û ji bêexlaqiyên wiha dûr direvin.

Wextê ku hûn ev mirov bin, çawa hûn me dawetê bal ‘îbadet û îrşada Xweda dikin? Hûn ê ku her cureyên xerabîyê dikin, ji min re dibêjin ji agirî serê xwe berjêr neke.

Em heskirina Xwedê di ronahîya tavê de û ronahîya tavê jî di rewneqa agir de dibînin. Tav û agir me dibe ser rêya heqîqetê û heqîqet jî me dibe kefşa gerandina wî Xaliqê Heq ku dilê me bi heqîqet û rî’ayeta emrê Xweda ye, ew jî pê dilê me geş û tije nûr dike. Lewra nûr û nar (Agir) şewqa heq û heqîqetê bi me dide tehmkirin û dilê me ber bi Xaliqê me ve dide rawestandin ku dilê me ronî bibe.

Dê ji bona ku em ji hev re rêzdar bin, û em hevudû hişyar û ronî bikin ku ji bona merhemeta me ji hev re berdewam be…

Ew Xwedayê me yê ku AHÛRA MAZDA’ye; hûn jî nû ewî nasdikin, ku we navê wî kirîye “ELLAH û EKBER”, lê em ne weke we ne, em ji bona heskirin û muhebbeta navbera mirovan zêde be, ji beşerîyetê re rêz û hurmeteke zêde didine nîşan.

Ev bi sala ne derdê me ew e em heskirina li rû dinê bidine zêdekirin.

Û mexseda me ewe ku em li vê dinê çand û kultura xwe bidine pêşketinê.

Di ‘eynî wextê de jî em ji çand û hunera gelên din re jî rêz û hurmetê didine nîşan.

Lê çi ‘ecêb e hûn bi navê Xwedê cî û war û welatan xirab û wêran dikin, ji bona ku hûn mirovan bikujin, li rûyê dinê li nêçîra mirovan digerin. Hûn me dikujin, hûn hinekên din jî dikujin. We feqîrî û belengazî û xizanî afirand, bi navê Xwedê we mexlûqatên Xwedê tirsandin û hûn talanîyê û tajanîyê dikin. Mal û milkên wan bi navê Xwedê desteser dikin, ma yê ku we ji bo qetlê kiriye memûr ev Xaliqe?

Ma ev Xweda ye ku we kirîye memûr ji bo mirovan bitirsînin û mal û milkên wan desteser bikin?

Bi rastî hûn bi wî xaliqê ku navê wî “Ellah” e?

Bi navê wî ku hûn van tiştên rûreşîyê dikin gelo ew bi şana wî Xwedayî dikeve?

Hûn bi navê wî ji wê çola hişk û zuwa revîn hatin vira?

Hûn bi navê wî şer dikin, bi devê şûrê xwe hûn dersa heskirin û muhabeta Xwedê bi xelqê didine girtin?

Ji hezar salî berîya niha û vir de çand û hunera me hebû. Ka bêjine min; ku hûn bi van şerên xwe va bi vê wehşeta xwe va, bi van qetl û qetlîamên xwe va, bi navê “Ellah û Ekber” hûnê çi fêrî me bikin?

Ka we çi fêrî misilmana kirîye ku hûnê çi fêrî me jî bikin?

Heta ku em jî ji wan hin tiştan fêr bibin, dê li hemberê vê yekê, ka em ê ji wana çi tiştî fêr bibin? Ka hûnê çi bidine fêrkirin?

Niha jî hûn ji bo talanîyê û tajanîyê hatine van deran û bi hinekên din jî bidine hînkirin? Mixabin û sed mixabin ku niha hêzên me ji pêşîya hêzên we revîyane. Tişta ku ji gelê min re mayî îro di bin zordarîya şûrên ‘Ereban de ji wî Rebî re ji bil stuxwarkirinê tu çara wan tune.

Tişta ku ji te ra rewa dibînim, leşkerên xwe tovbike û vegerin li wê çola xwe. Yanê vegerin ew dera ku hûn lê dijîn. Ew axa we ya ku li wê derê tenê bi agirê dojehê ditirsînin. Ew cih û warê we yên ku hûn li wan deran tenê maqîzeran û kêzikan dikarin bidin belavkirin.

Ez li ser vê axa xwe ya bi xêr û bêr mafê jîyanê nadime we. Hûn ew kesên ku navê wan bi qatil û qutûlê, bi talanî û tajanîyê, bi barbarîyê û bi tirsandinê derketîye. Ev gelê ku navê Rebê wan ê pak û paqij bi talankerîya we qirêj nakim.

Ji wî halê xwe yê terorîstîyê vegerin, lewra heta niha ev gel dikarin qebhetên we qebûl kin û ji bo we dikarin wek kirinên mêvantîyê tevbigerin. Wek me, hûn jî biçine kêderê tovê heskirinê û aramîyê bireşînin.

Xwesteka min ji te ev e di çola xwe de bimînin, nêzîkê mirovên şareza (medenî) nebin, lewra bawerîya te li ser tirsê û hovîtîyê ye?

 

Yezdîxor ê Sêyemîn (Yezdîkurd) Yezdîcerd.

Ji farisî wergera ‘erebî, Hewar Kemal

Ji ‘erebî wergera bi tirkî, Mele Nejbedîn Santalu,188-157

Ji Tirkî wergera bi kurdî Seyfedînê Welekorî:

 

Têbinî:

Her çiqas hin peyvên ku nelayîq bin jî, lê dîsa jî em ji bo wergerê re sadiq bimînin me tîp bi tîp wergera wî kirîye. Tu peyvekî wî di sera derbas nebûne. Em xwedî wî mafê ku dîrokê xirab bikin an bihaşivînin nîn in.

Her du belge jî di Mûzexana Londrayê de têne parastinê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev