Di Êzdîtiyê de wateya pîroziya Teyrê Tawis û ramana Tawis geranê weha ye

Di Êzdîtiyê de wateya pîroziya Teyrê Tawis û ramana Tawis geranê weha ye

Kemal Tolan

Min ji birayê rêzdar Pir Xelat Elias, yê ku li Lalişa Nûranî micêwirê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê ye, pirsî: -Birayê hêja tû dikarî ji ilimzanîna xwe ramana ku em Êzdî şiklê Teyr Tawisê û nîşanên li ser perên wî pîroz dibînin, wateya ku Qewalan remzê Teyrê Tawisê ji Lalişa Nûra dianîn, bi def û şibêban di nav gundên Êzdiyan de digerandin û Êzdî li wan zîyaret dibûn şîrove bikî?

– Pir Xelat Elias: roja te bi xêr birayê Kemal Tolan, Xwedê miraza te bike!

Ev pirsa te kirî gelekî girînge. Heqîqet, Teyrê Tawis û remza Tawisê di nav Êzdîtîyê de gelekî pîrozin. Bawer bike, kevnariya Tawisê gelek kevnar e. Demê bi karê xêrê Şêx Adî hat diha lê kir pê ve got, kesanê ku Tawis çû mala wî û lê qonaxkir, her wekî ku ez û siltan Êzî li mala wî be.

Lewma baweriya bi Tawisê di Êzdîtiyê de gelek mihîme û kevnare.

Ji qewlê Xof li bîr bî de keremdike û dibêje:

Ew sinceqa sor û zer e

Qonax, bi qonax di nav Êziyan de digere

Gunehe şîn li pêşber bête ber e

Her wisa di qesîda hey Adîye Şêxê mine de dibêje:

Ew sinceqa sor û zer e

Li Lalişê tînine der e

Sinceq sinceqa şêxê ekber e

Ew sinceqa sor û spî ye

Ji Lalişê di anî ye

Sinceq sinceqa şêxê Adî ye

Zora sinceq dêrastin

Ji Lalişê vediguhastin

Sinceq sinceqê Şêx Adî hemû rastin

Dîsa di qewlê ilmê nadir keremdike û dibêje:

Me yêk divêt xwedan nezer

Bila bê ew dergeh vebit li ber

Textê nûrî, Siltan Êzî sekinî li ser

Tû binêre Teyrê Tawis jî li xatira wî navê wî, ew Tawisa jê dibare. Tawis, peyva nûr e.

Vêca madem, ew navê nûrê li sera, em Êzdî miletê nûrê ne. Siltan Êzî bixwe nûr e. Tawisî Melek bixwe nûr e. Madem nûra Xwedê Tialane, em miletê wê nûrê ne. Ew nav li ser wê nûrê hatine danane. Wekî navê wê nûrê li ser wî Teyrî ye, ew Teyr pîroz û bimbareke. Dema Teyr Tawis perê xwe vedike, weke texê nûrê ye.

Ji bo çi dibêje,

Me yêk divêt xwedan nezer

Bila bê ew dergeh vebit li ber

Textê nûrî Siltan Êzî sekinî li ser

Mahne, ew texê nûrî textê Siltan Êzî ye. Madem ew perê xwe vediket, yanî ew ji wê hindê hatî, ku ew îşarateke bo wan kesanên xwedanê bîr û bawer. Texê nûrî, nûra Xwedê Tialaye, ciyê Xwedê Tialaye . Lewma li virê jî dibêje.

Siltan Êzî bixwe padşa ye

Hezar û yek nav li xwe dana ye

Belê navê mezin her Xweda ye

Vêca em çiqas medha Xwedê bikin, kême û ne geleke. Bes heqîqete, da ku miletê me jê bizane Teyr her Teyr e, madem navê Tawisê li ser e, mubarek û pîroz e.

Gelek rengê Teyra wê di heyî. Gava tû wan Teyra berdî, her yekê bi derekê ve diçe û li kîderê hebe dê îyştbe. Belê Teyrê Tawis li hemû dera îyşnabe, ew ciyê lê, ne ciyê bihara Xwedê be, ne cineta Xwedê be, dar, ber, kesk û avî lê nebe, Teyrê Tawis li wê derê îyşt nabe û naşikê.

Gelek pîroziya Teyrê Tawis heye, lewma te ev pirsyar jî kir. Em Êzdî xwedan bîr û baweriyên kevnarin. Dema Tawis digere, diçe qonaxa nav mal bi mal, her wekî ku Siltan Êzî bixwe hatî û Siltan Şêx Adî bi xwe ye.

Binêrin kofiya li serê wî Tawisî jî, sê tevelên bi gulin. Ew her sê jî, anî kofîya serê wî mihûme û di qewlê me yê malê esas de hatiye û dibêje;

Malê me sê para ne, dû li erda yek li ezmane, navê Xwedê lê digeriyan e, ew jî nûra Xwedê ne

Lewma her sên li ser serê wî gelekî pîroz û bimbarekin.

Gelek cara jî, bo hatiye diyarkirina navê Tawis gelekî mihûme û dibêje:

Tawisê min î mêran e

Ew xaliqê erd û ezman e

Belê Siltan Şêx Adî ji bidin beyan e

Tawisî min î milyaket e,

Xaliqê min î heftê dû milete,

Hijdeh hezar xwilyaqet e,

Ew Siltan Şêx Adî ye

Mêr bi saxî jê dide wesfete

Teyrê Tawis gelekî pîroz û mûbareke. Navê wî ji nûrê hatiye û madem navê wî ji nûrê hatiye, nûr nûra Xwedê ye û em miletê nûrî ne. Em Êzdî bi nûrê ve girêdayî ne û kevnariya Êzdiyan nûra Xwedê her Roj e û em miletê Rojê ne. Em li gel Xwedê ne. Xwedanê rojê Tawisî Melek, Siltan Êzîd e û em miletê wan in. Lewma jî di Êzdiyatîyê de pîrozîya wî geleke û Êzdiya heta niha rêz lê girtiye û pîrozî dinasin. Încar lewma ew kofiya di serê Tawisê de jî tête hisaba hindê, textê Siltan Êzî de, nûra Siltan Êzî de û li nava Êzîdiyan digere. Êzîdiya pîrozî daye.

Tiştê me ji seyda û mamostê xwe jê dizanî, ji ilmê Xwedê Tiala eva ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev