Gelê me û welatê me di nava şînê da ne

Gelê me û welatê me di nava şînê da ne

Serxweşîyên bo yek ji serokên civaka êzdîyên Kurdistanê

 

Rêvebirîya Weqfa akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv (WKÎM)

 

Em li ser navê Weqfa Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv bi xemgînîyeke mezin di koça dawî a Rawêjkarê (Beşa Karê Ola Êzdahî) Serokê Hukumeta Herêma Kurdistanê û Serokê Bingeha Laleş, Şêx Şemo hesîyan.

Koçkirina Şêx Şemo bi rastî gelek zû/bê wext bû. Ji bo Gelê Kurd wendahîyeka gelek mezine mixabin.

Bila serê gelê Kurd, serê Êzdîxanê, serê Hukumeta Herêma Kurdistanê herûha jî serê malbata gorbuhuşt Şêx Şemo sax be.

 

¤¤¤ 

Ezîzê Zîyo Bedirxan

Doktorê Zanistên Aborî, Profesor

Serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê – ”Berbang”ê

 

Me bi dilekî xemgîn koça dawî ya Serokê Navenda Rewşenbîrî ya Laleşê û Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Êzidîyan Şêx Şemo bihîst. Em bi navê «Yekitiya Kurdên Qazaxistanê — Berbang»ê bi vê xebera reş gelekî êşiyan.

Şêx Şemo mirovekî pak, maqûl û kurdperwer bû. Em herwiha serxweşîyê didine malbeta wî, usa ji serokatî û hukumeta Herêma Kurdistanê, kesên ber dilê rehmetlêbûyî ezîz.

Bila rehmeta Xwedê li Şêx Şemo be, cihê wî bihuşta baqî be, serê hemû neferên malbatê sax be.

 

¤¤¤

 

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Ozçelîk

 

Em bi wefata birêz Şêx Şamo gelekî xemgîn in.

Serokê Bingeha Laleş, parlementerê berê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê, Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî yê ji bo karûbarên Êzidîyan, welatperwerê Kurd, birêz Şêx Şamo ji ber nexweşîya Covid-19ê mixabin koça dawî kir.

Xwedê jê razî, welatperwerê hêja, Şêx Şamo eve nezîkî mehekê ye kû ji ber Covid-19ê li nexweşxaneyeke li Enqereya paytextê Tirkîyeyê dihate dermankirin. Lê mixabin jîyana xwe ji dest da.

Em bi wefata birêz Şêx Şamo gelekî xemgîn in.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir, endam û alîgirên PAKê sersaxî, sebir, metanetê ji malbata xwedê jê razî birêz Şêx Şamo re, ji xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî, ji gelê Kurdistanê re dixwazim. Em şirîkê xema malbata xwedê jê razî ne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev