
Memê Miksî
ŞOREŞA XOXAN
Yar li singa te du xox
Kişdidin xwe bi hêlan
Hem dileyzin şeng bi şox
Mislê reqqasên xêlan
Reqqasên gelek jîr in
Sertûj teşbîhê tîr in
Wa ji dûr ve diqîrin
Nagirin xwe li kêlan
Ji şoreşa li jorê
Bişkuj mane di zorê
Lib lib dişkên bi dorê
Yek heb çi ye nehêlan
Hêj ezeb û tolaz in
Ji wan neke tu gazin
Zanim ew çi dixwazin
Lew li ser me rahêlan
Dilawerên xwe tu bîn
Meydana l’warê nivîn
Cengek danin em bê xwîn
Lê kelexuh bi pêlan
Doşek ji livaya nerm
Bikin yek hestî û çerm
Û bi hilma tenên germ
Agir berdin mitêlan.
ÛR Û EZAYÊN CANÎ
La Fontaîne
Lêanîn:Memê Miksî
Di can da mîrnişînî
Ûr e ma tu nabînî?
Hekî aciz bitin ev
Nesax dibin ‘eza tev
Dawiyê têgihan lê
Em bixwînin meselê
Rojek li hember ûrî
Ezayan hildan serî
Gotin: Em hew dikin kar
Me çi kir her ewî xwar
Bes ma dê heta kengî?
Bidome bi vî rengî
Ji xuhdanê dibin leq
Ne bêhndan e ne jî heq
Wî jî palda ye li text
Dadike her dan û wext
Mafxwarin bûye ‘usûl
Em jî vê nakin qebûl
Evan ezayên canî
Piştî dan daxuyanî
Hema di wê saetê
Dev berdan ji xebatê
Ling neçûn destan negirt
Di ser da jî kirin zirt
” De hadê ûr efendî
Bi tenê çi lewend î?
Îşê me bi te nîne
Rêyek bo xwe bibîne”
Ev baş nebû ji bo wan
Pişt ra lê bûne poşman
Xwîn nû nekir êdî dil
Veşewişîn ling û mil
Dîtin mane bêtaqet
Hingav pê hesan heqqet
Ûrê ew jê nerazî
Kêrhattir e birazî
Her wekî me qal kirî
Tu jî dikarî ûrî
Dîsa bişibihînî
Dewlet û mîrnişînî
Ya ku têtin ji milet
Bo dewlet dike xizmet
Ew jî bi temamê wan
Xweyî dike bêguman.
Riataza