
Hewlêr (Rûdaw) – Kurdolog Michael L. Chyet li ser zimanê Kurdî hişyariyê dide û dibêje, zimanê ku zarok pê nepeyîvin bê paşeroj e û bang li Kurdan dike, “Rûyê zordar û zordestan spî nekin û zimanê xwe biparêzin.” Chyet herwiha daxwaz ji malbat û xwendekaran dike ku dersa Kurdî hilbijêrin.
Lê Chyet tekez dike, “Hinek kes jî berdewam ol an zimanê xwe diparêzin, bêyî ku xema zordar û zordestan bixwin û nahêlin ew zordest bibin sedema guhertina wan.”
`Paşeroja Kurmancî û Zazakî di bin gefê de ye`
Li ser rewşa zimanê Kurdî jî Kurdolog Michael L. Chyet diyar dike, “Eger em behsa zimanê Kurdî bikin, nemaza jî zaraveyên Kurmancî û Zazakî (Kirmanckî), ewqas kesan dev ji axaftina van zimanan berdaye ku paşeroja van zaraveyan di bin gefê de ye.”
Michael L. Chyet ku temenê ji bo xebatên li ser zimanê Kurdî terxan kiriye, baldikişîne ser xemsariyekê jî û dibêje, “Wisa diyar e li gor gelek kesan; `Kurd zehf in, eger ez zarokê xwe hînî zimanê Kurdî nekim, dê gelek Kurdên din hebin ku bi wê peywirê rabin.`”
Çîrokeke gelêrî û rewşa Kurdî
Michael L. Chyet vê rewşa Kurdî bi çîrokeke gelêrî zelaltir dike, “Çîrokeke gelerî ya Ewropiyan heye ku ez dixwazim bi Kurdan re parve bikim û bi hêviya ku ev çîrok bibe beşek ji zargotin û kelepûrê Kurdan jî. Çîrok wisa ye: Hebû carek ji caran rehmet li dayik û bavê hazir û guhdaran, ji xeynî mar û mişkên di qûlên dîwaran. Mixtarê gundekê dide zanîn ku dê şahiyeke mezin bê lidarxistin û şadirvaneke mezin jî di nava gunde de dide avakirin.
Muxtar dibêje, 40 rezvanên gundê xwe li şûna avê bila mey-şerab ji şadirvana me ya nû re bipijiqe. `Hûn jî gelî rezvanan şerabê ji rezên xwe bînin.` Her yek ji wan 40 rezvanan xwe bi xwe difikire ku `madem 39 rezvanên din dê şeraba xwe bînin, xem nake eger ez avê ji dêvla şerabê bibim.` Lêbelê dema roja şahiyê digihije û şadirvanê dixin kar, her av jê dipijiqe. Ramana 40 rezvanan bi tevahî yek bû û tu kesî tiriyên xwe nedan. Li şûna tiriyên Kurdî wan rezvanan ava biyaniyan bijart. Xwedî neke ku enînivîsa zimanê Kurdî bibe wek şeraba wî gundî.”
Banga ji bo malbat û xwendekaran
Zimanzan û Kurdolog Michael L. Chyet di dawiya afaxtina xwe de dirûşma xwe careke din bibîr dixe, “Dirûşma min jibîr nekin; Zimanê ku zarok pê nepeyîvin zimanekî bê paşeroj e” û bang li malbat û xwendekaran dike, “Gelî hevalan ji kerema xwe re dersa bijarte ya Kurmancî û Zazakî hilbijêrin.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya hilbijartina dersên bijarte berdewam e û malbat û zarok dikarin heta roja 21ê Çile dersa Kurdî (Kurmancî-Zazakî) hilbijêrin.
https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1901202220?fbclid=IwAR3MAuVsQbXAZw802u_CVWs_60DYTRo0kPmzpCpjbpk5rLMeJYkdH09MgWs