Konfederasyona Kurdên Diasporayê – ”Diakurd” hate damezrandin!

Konfederasyona Kurdên Diasporayê – ”Diakurd” hate damezrandin!

Duh 22/1/2022 Kongreya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diasporayê – ”Diakurd” hat lidarxistin û piştî pejirandina tevahîya reşnivîsa pêşnîyarkirî ya komîteya damezrandinê, û biryara avakirina komîsyonekê ji bo pêdaçûna kêmasiyên reşnivîsa destûrê, “Konfedrasyona Kurdên Diasporayê – ”Diakurd” hat damezrandin.

Kongreya ”Diakurd”ê bi amadebûna zêdeyî 120 kesan bi fîzîkî û 60 kesan bi rêya online, bi amadebûna nûnerên Federasyon û navendan û jimareyeka diyar ya pispor û şarezayên Kurd li Stockholmê hat damezrandin. Kongre bo rêzgirtin li xebat û berxwadana mamosteya Kurd Zara Mihemedî ku ji aliyê rejîma Îranê hatîye zindanîkirin, bi navê Kongreya Zaraya Niştîman hat navkirin.

Kongre bi sirûda netewî ya Ey Reqîb hat destpêkirin. Piştî hilbijartina dîwana serokatiya kongrê, Kongre bi gotara berpirsê komîteya damezrandina ”Diakurd”ê, Adnan Axacan hat vekirin û profesor Dr. Kendal Nezan serokê Înstîtuya Kurd li Parîsê di warê hewcehiya hevxebata Kurdan li diasporayê axaftinêk pêşkêş kir. Şûnde raporta Komîteya damezrandina ”Diakurd”ê ya çar salên derbasbûyî hat xwandin û her wisa peyama malbata Zara Mihemedî bo Kongrê hat xwandin. Jimareyek berfireh ji partî, rêkxistin û kesayetiyên Kurdistanî peyamên pîrozbayiyê bo kongreyê şandine, ku dê di rojên pêş de di malpera ”Diakurd”ê bên weşandin.

Li Kongre ya Zaraya Nîştiman sê (3) panelên taybet girêdayî ezmûn û dîroka diaspora Kurd di bin navê: Nifşa yekem – pêşengên diasporaya Kurd, kar û vekolînên zanistî li ser diasporaya Kurd û serkevtinên nifşa nû ya Kurdên diasporayê hat birêvebirin. Pêdivî gotinêye ji bona piştgîrî ji doza Zara Mihemedî, li ser navê Kongreya damezrandina ”Diakurd”ê, peyamek ji bo meşên piştîvanî ji Zara li welatên Ewropayê û Amerîkayê hat şandin.

Zêdeyî 60 salan e Kurd ji her çar beşên Kurdistanê bi egerên siyasî, aborî, malbatî, kar û xwendinê û xasma ji ber zilm û zordariya dagîrkeran, li Ewropa, Amerîka û deverên din yên cîhanê belav bûne. Bûna bi milyonan Kurdistaniyan li diaspora sermayeyek mezine netewî û hêzek mirovî û abûriye ji bo doza Kurd û Kurdistanê. Kurdên akincî li welatên Ewropî ji bo pêşvebirina doza netewa xwe, parastina nasnameya xwe ya netewî û her wisa întegrasyona di nav welatên têde da akincî û mezinbûna civaka Kurd li diaspora hewceyî bi damezrandina federasyon, navend û bingêhên cur bi cure siyasî, civakî, perwerdeyî û çandî ne. Li serdema mede bûna rêkxistinek çetir ku bikare nûneratiya Kurdistaniyên diaspora bike û bibe bingekek bo kom kirina hêz û şiyanên civaka Kurd li diaspora, pêwîstiyek dîrokî û erkek netewî ye.

Di çar salên bihûrî de bi beşdariya hin federasyonên Kurdî li welatên cuda, amadekariyên pêwîst bo damezrandina Konfederasyona Kurdên Diaspora anku ”Diakurd”ê hatiye kirin. Di destûra rêkxistinê de armanc di nav sê xalan de hatine kom kirin:

  1. Berfirehkirina hevkariyê di navbera rêkxistinên kurdan û pêşxistina civaka sîvîl ya kurdên diaspora
  2. Bihêzkirina întegrasyon û pêwendiyên kurdên diaspora bi welat û neteweyên din re
  3. Piştgîrîkirina berjewendiyên neteweyî û mafê çarenivîsa gelên Kurdistanê

”Diakurd” bi pêşengiya federasyon û navendên Kurdistanî li welatên cuda cuda tê damezrandin û li rêya wan nûnerayetiya pişkekî diyar ya kurdên diaspora dike. ”Diakurd” girêdayî nirxên neteweyî ye û bi parastina serbixweyiya xwe ya aborî, siyasî û rêkxistinî dixwaze bibe cihê baweriya hemû Kurdistanîyan û dostên kurdan.

”Diakurd” di xebat û têkeliyên xwe de rêzê ji îrade û serwerî ya Kurdên diaspora digire.

”Diakurd” ji bo wan armancên ku li jor hat baskirin û her wisa ji bo armancên ku di destûra konfederasyonê da hatin pesend kirin bi hilbijartina Komîteya birêveberî, Encûmena Şewirmendan û Komîteya çavdêr dest bi karê xwe yên organîze kirin û birêvebirina diasporaya Kurd kir.

”Diakurd” rêkxistinek serbixwe û sivîl ya civaka medenîye ku rêz li xebat û têkoşîna hemû Kurdistaniyan digire û xwe rikber û alternatîvê tu hêz û rêkxistinan nabîne. ”Diakurd” mala Kurdane ji bo armanc û bihayên hevpar yên netewa Kurd.

Di dawiyê de em spasiyên taybet bo amadekarên kongrê û medyayên kurdî wek Rudaw, Çarpel Medya, Radio Ashti û Peyv TV dikin ku bi weşanên zindî peyama kongrê gehandine kurdên diasporayê û Kurdistanê. Kongre her wiha spasdarê Weşanxaneya APECê ye bo alîkariya wan bo amadekirina dosyeyan û xemlandina kongrê.

 

Desteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora – ”Diakurd”

Stockholm, Swêd – 22/1/2022

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev