Ji tirkmancîaxêvan re azadî

Ji tirkmancîaxêvan re azadî

Remzî Kerîm

BERÊ: du dîyalektên cida

Gava min dest bi mamostatîya zimanê kurdî kir, kurmancîya ku min dizanî, kurmancîya ku ez dipeyivîm û kurmancîya piranîya şagirdên min ne ’heman kurmancî’ bû. Piranîya wan ji Anatolîya Navîn bûn û ev cara yekê bû min guhdarîya kurmancîya wan dikir. Berî hingê ez ti cara pêrgî kurdekî Anatolîyê nehatibûm. Gelek şagirdên min gazind dikirin ku kurmancîya min û ya wan ne yek e: Ew dîyalekteka din dipeyivin. Ev fikir ne bi tenê fikra şagirdan bû. Dayîk û bavên wan di wê qanaetê de bûn ku dîyalektên me cida ne. Hin ji bavên şagirdan digot:

”Kurmancîya me bozix e. Em pir kelîmên tirkî qulanmîş tikinî. Dîyalekta me başqe ye. Kurmancîya me başqe ye. A we başqe ye.”

Gelek kurmancîaxêvên Anatolîya Navîn, Efrîn, Mereş, Meletî, Entab, Kobanîyê kurmancîya xwe biçûk didîtin, jê fedî dikirin, digotin kurmancîya me xira bûye. Em pir gotinên bi tirkî bi kar tînin. Kurmancîya me ne mîna a we ye. Evê bawerîyê tesîr li zarokên wan jî dikir û zimanê xwe –kurmancîya xwe- ”bêqîmet”, ”bi kêrî tiştekî nayê” dihesibandin. Gelek cara vê biçûkdîtina kurmancîya wan û ‘ji xwe nehesibandinê’ tesîr li ser hin dayîk û bavan dikir ku ji zarokên xwe re şûna kurdî, zimanekî din hilbijêrin.

“Ez di…… kurmancîya weha…..”.

Herweha ne tenê wan bixwe, kurdên din jî kurmancîya wan wek ”kurmancîya prîmîtîv” didîtin. (Ev gotin ya mamostayekî zimanê kurdî ye). Gelek kurda henekên xwe bi kurmancîya wan dikir û ew dikirin pêkenînên suhbetên xwe: ”Hahahahaha. Qapî açmîş ke”, ”Qapatmîş ke”, ”Qulaxê min dêşe”.

”Ez di … kurmancîya weha…”, ”Were niiiiiikkkkk min. Hhhhhhhh”. ”Hele tu bi xudê li kurmancî mêze ke: ”Ew diçittt, dikittt, dibejittt. Ez Azadî dibînim”. Lawo bêj ez Azad dibînim. Ev çi Azadîîîye îca”. Ûhwd. (Ev cumle hemû ji suhbetên malan, ji Facebookê û ji odeyên çatê yên Înternetê hatine girtin). Ev henek pê kirin mixabin li nav kurmancîaxêvan pir berbelav bû û weha kir ku kurmancîaxêvên varyantên cida, ji kurmancîya xwe –ji xwe- fedî bikin, bi kurmancî nepeyivin, û carna jî ji xwe re li nasnameyeka din bigerin.

NUHA: tirkmancî

Di van salên dawîyê de ji ber sedemên tên zanîn, hejmara kurmancîaxêvan sal bi sal kêm bû. Kurmancîyê ji kolan û bazar û çayxane û ji malên kurmancîaxêvan ‘bar kir’. Kurmancîaxêvên nifşê yekem bi siyaseteka pir jîrane ji Kurdistanê ji bo bajarên Tirkîyê hatin ‘veguhestin’. Eger statîstîkên tekûz tunebin jî, em hemû di wê bawerîyê de ne ku hejmara kurdên bi kurmancî dipeyivin, li gor salên berê neku kêm bûye, belkî êdî gund û bajarên kurmancî lê zindî ye, bi tilîyên desta tên hejmartin.

Di van salan de êdî gotina ’dîyalektên cida’ di çapemenîya kurdî de û di suhbetan de kêm bû. Lê şûna wê, gotina ‘TIRKMANCÎ’ serî hildaye. Ferqa ‘dîyalekteka din’ û ‘tirkmancî’ ew e ku berê kurmancî çiqas ‘bozix’ jî bûya, mîna kurmancî dihat bi nav kirin. Niha navê wê kurmancîya bozix, bûye tirkmancî. Pênaseya wê hatiye guhertin, çunkî tirkmancî wek kurmancî nayê qebûl kirin.

Sedema peydabûna vî ‘ziman’ê ku jê re tirkmancî tê gotin wek ji navê wî jî xuya ye: gotinên tirkî ji berê zêdetir ketine nav kurmancîya me (neku derbirîna wî zimanî derbirîna tirkî ye) û hejmara van gotinan sal bi sal zêdetir dibe. Me nekarî em pêşîyê li vê veguhastin û gotinên tirkî bigrin. Eger gunehkarek hebe, ew jî dewleta tirkî, piştgirên wê û derfetên zimanê tirkî ne. Eger axêverên zimanekî ji bo jîyana rojane û ji bo derbirîna hest û daxwaz û rewşên cida, di zimanê xwe de peyvekê peyda nekin, mecbur in vê peyvê ji zimanekî din deyn bikin. Hejmara van peyvên deynkirî/ferzkirî li gor pêwîstîyên jîyanê û rewşa zimanê wan bixwe, dikare kêm be, dikare zêde be.

Gelo rast e em zêdebûna peyvên tirkî yên di nav kurmancîya xwe de bitenê û bitenê têxin stoyê ‘tirkmancîaxêvan’? Gelo rast e em tirkmancîaxêvan û tirkmancan, bi henek û gotinên nexweş biçûk bikin? Gelo rast e em şik û gumanan li ser nasnameya netewî, yan kurdbûna tirkmancîaxêvan peyda bikin? Gelo rast e em tirkmancîaxêvan ji xwe nehesibînin?

Kurdî: qedexe-qaçax-qeydkirî-bi tirsê barkirî-bêdewlet-bêbazar-bêbudce-bêleşker-bêmehkeme û qanûn-bêdezgeh-bêperwerde-bêînternet-bêyî her tiştê jê re lazim-ji bo axêverên xwe zîndan û kuştin.

Eger em bixwe alternatîva tirkmancîyê û alternatîva tirkî, erebî û farisîyê peyda nekin, belkî heqê me nîne em tirkmancîaxêvan ji hêrs û xemgînîya xwe re bikin armanc.

Yan na em ê sibehekê ji xewa şirîn şiyar bibin û bibînin ku tirkmancî êdî bûye tirkî û -mancî jî ji kolan û malên me bar kiriye.

(Pirsine pêwîst: Tirkmancîaxêv ne kurmancîaxêv in? Hejmara tirkmancîaxêvan çiqas ji ya kurmancîaxêvan zêdetir e? Eger em tirkmancîaxêvan ‘ji xwe nehesibînin’, henekên xwe li wan bikin, ji ber ku pir hêsan e em hertim wan gunehkar bikin, dawîya dawî bi piştgirîya hemû derfetên zimanê tirkî ew ê dev ji tirkmancîya xwe bernedin? Hingê kêfa kê tê? Kêfa kurdan? Yan kêfa tirkan?)

Bi ya min tirkmancîaxêv baştirîn xezîne ne. Bi qazanckirina wan em dikarin hejmara kurmancîaxêvan zêde bikin. Lê divê berî wê, em wan wekî zêrên xezîneyekê bihesibînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev