Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ!

Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ!

Şêxmus Ozzengin 

Di şeva 20.01.2022 an de DAÎŞ bi hêzek çekdar ku hejmar nêzî 300 kesî re bû, êrîş anî ser Zîndana Sînaî a li bajarê Hesekê. Di vê Zîndanê de nêzî 5 hezar terorîstên DAÎŞ girtî ne. DAÎŞ ev êrîş bi çekên giran, bi erebên tije teqemenî û barhilgêr anî ser zîndanê. Asayîşa herêma vê tarê şikest. Derîyê Zîndanê hilweşandin û ketin zîndanê. Bingehên leşkerî girtin destên xwe û dest danîn ser cebilxaneyên leşkerî. Sê rojan bi çekên giran şer meşandin!

Herdû rojên pêşî PYD û HSD berfirehîya vê êrîşê ji raya giştî re veşartin û di warekî bûyerek asayîşê de dan. Lê piştî du rojan hat eşkere kirin ku bûyer pir mezin e. Hin pir kuştî hebûn û hin jî pir kesên terorîst ji zîndanê bi serkevtinek mezin hatibûn revandin!

Sê rojan zîndan di destê DAÎŞ de ma. Piştî sê rojan DAÎŞ perçe perçe xwe radestî hêzên HSD kir. Roja çaran jî HSD „zafer“ îlan kir, şahî û serkevtin lidar xist. Lê 7 roj e hîn ne dîyar e bê çiqas terorîstên DAÎŞ ji vê zîndanê hatin revandin? Çend terorîst di zîndanê de mane?

Êrîş bi şîweyeka pîlankirî hatîye ser zîndanê. Hin asayîşa herêmê têk birîye û hin jî sê rojan zîndan di destê wan de maye û ev terorîst hemû bi çekên giran bûn. Çiqas kes revandine, ne dîyar e. Heta kesên ku revandin gihîştin cîhên xwe jî, zîndan di destê wan de ma, ku nasnameyên wan neyên dîyar kirin. Ev jî hesabekê emnî ye û îşaretek ji pisporîya amadekarîya pîlana êrîşê bi xwe ye.

Pir eşkere derdikeve ber me ku ev êrîş, di warekî profesyonel de hatîye amade kirin. Hin ji hêla stratejîk de, hin ji hêla leşkerî de û hin di hêla wextê de hesabekî kûr li pişt vê êrîşê heye. Hin YPG, hin HSD û hin jî hêzên Emerîka, Hêzên hevpeymanan û dewleta Sûrîye li vê herêmê desthilatdar in. Yek ji van hêzan nikare bêje; „DAÎŞ bi 200-300 çekdarî hatin û êrîş anîn ser zîndanê û me ew nedît. Ji hêlek dizî de hatin û ev çalakî lidar xistin!“(!)

Wilo xwuya dike ku armanca vê êrîşê berfirehe. Pir hêz û dewlet di nav vê êrîşê de hene. Wê DAÎŞ carek din bi şîweyek zînde raserî kurdan bikin. Helbet ev bûyer baş dîyar dike ku li hesabê Sûrîyê, Tirkîyê û Îranê û beşek ji Şîeyên İraqê ye. Di nav de amadekarîyek tund a îstîhbaratî pir eşkere ye.

Wek ku em dizanin, piştî hilbijartinên İraqê, hewldanên DAÎŞê zêde bûn. Îran, bi hevalbendên xwe yên herêmê re di hewldanekê de, xwest pêşî li avakirina hikûmetek nû bigire. Ev daxwaz her berdewam e. Hin li derdorê Kerkûkê û Şingalê û hin jî li derdorê Xaneqînê êrîşên DAÎŞ bi berçav zêde bûn. Di van êrîşan de Pêşmergên Kurdistanê nêzî 28 cangorî dan.

Li İraqê encama hilbijartinan ne li gor dilê Îranê û Tirkîyê bû. Hikûmetek ku li henber Îranê û Tirkîyê xwedî helwest be û di berjewendîyên kurdan de be, li hesabê van herdû aktorên herêmê nayê.

Li henber DAÎŞê ev demek dirêj e di navbera artêşa İraqê û hêzên Pêşmergan de lihevhatinek heye, ku van herêmên li gor madeya 140, ku li benda referandûmê ne, bi hev re biparêzên. Lê destek her dibe asteng û nahêle ku ev biryar pêk were. Li pişt vî destê reş kî û kîjan dewlet hene?

Li Şingalê, ji bona aramîya Şingalê û vegera koçberên herêma Şingalê, di navbera İraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê de peymanek hat îmze kirin. Li gor vê peymanê „wê hemû hêzên çekdar yên li vê herêmê, çekên xwe radestî asayîşê bikirana û wê herêm terk bikirana. Wê koçberên herêmê vegerîyana ser ax û malên xwe.“ Kî û kîjan hêz û dewlet dibin asteng û nahêlin ku ev peyman derbasî jîyanê bibe?

Li Roavayê Kurdistanê bi garantorîya Fransayê û Emerîkayê xebatek yekitîya nav mala Kurd destpê kir. Ev sê sal e hemû merc û îmkan hatin bikaranîn, lê bi qasî misqalekê pêşketin bidest neket. Destek li Roavayê Kurdistanê her provaqatîf tevde gerîya. Ev xebatên „yekrêzîya nav mala Kurd“ hatin sabote kirin. Ev di berjewendîyên kê de bû û kîjan hêz li pişt van destdirêjîyan heye?

Kîjan hêz berjewendîyên xwe di zîndekirina DAÎŞ de dibînin? Ev eşkere ye. Dema ku em bi berpirsîyarî bersîva van pirsan bidin, emê bibînin ku di herêmê de li henber destkevtinên kurdan di navbera gelek hêz û dewletan de hemahengîyek heye. Vekirina derîyê Zîndana Sînaî a Hesekê jî hewlek ji wan e. Bi sedan terorîstên DAÎŞ ji vê zîndanê revîyane û ji herêmê re tehdîd in.

Çima di vê demê de derîyê vê zîndanê vebû?

Li pişt van karan kîjan hêz û îstîhbarat hene?

Wê berê van terorîstan bidin kîderê?

Bi raya min yên ku nahêlin hemahengîyek di navbera dewleta İraq û herêma Kurdistanê de bêt avakirin!

Yên ku nahêlin hikûmetek çêker li İraqê bêt avakirin!

Yên ku nahêlin li Roavayê Kurdistanê di nav mala Kurd de yekrêzîyek bêt avakirin!

Yên ku nahêlin Şingal ji destê hêzên tûndrew derkeve û herêm bigihêje astek aram ku Şingalî vegerin ser mal û milkê xwe; hemû yek bi yek tilîya wan di zîndekirina DAÎŞ de heye. Ev hêz û ev destên reş yek bi yek dijminê Kurd û Kurdistanê ne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev