Du helbestên nazik-lîrîk ji kûraya dil

Du helbestên nazik-lîrîk ji kûraya dil

Xaylaza Reşîd

Dibistana zimanê kurdî ya here xurt evîna zimanê xwe ye.

Xetên vê xanima helbestvan îzbata gotinên me ne.

BÊ ÇAR IM!…

 

Dil digirî bona te ye

Şehdê min-te kes tune ye

Çi girîkî, bê feyde ye

Mene jî xwe evîna te ye.

 

Dil har kirim, birîndar im

Bêtaqetim pê nikarim

Mîna Zelxo gura har im

Ji te dûrim, çi bê çar im.

 

Ber dilê har ez nexweş im

Bêaqil im, wek serxweş im

Li rex zeriya ez nameşim

Qudûm nema, dişewişim.

 

Bêrîvana ber kaniya me

Gula devê van geliya me

Çilmisîme ez heliyame

Vî halî da bê deng mame.

 

Dil digirî bona te ye

Şehdê min-te kes tune ye

Çi girîkî, bê feyde ye

Mene ji xwe evîna te ye.

 

 

​DAYÊ, DAYÊ

Dayê birînam veneke

Birîna tijî xwê neke

Kula xew hişyar neke

Dayê, dayê deyl neke.

 

Dayê, dayê berfînim

Tev belekiya dilîlînim

Berfê bûzê dihelînim

Tu kesî nahebînim.

 

Dayê ez gula bihara

Nîşana evîndara

Naşkênim dilê yara

Mam dewsa toz xubara.

 

Dayê xêliya min bîne

Bejna min bixemlîne

Ba tê dike gujîne

Wê xêlîyam birevîne.

 

Dayê, dayê ha neke

Birîna tijî xwê neke

Kula xew hişyar neke

Dayê, birînam veneke.

 

Wêne: Ziyareta gundê Pambê, gundê helbestvana me, ku niha navê wî Sîpan e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev