
Weqfa Mezopotamyayê karê xwe yê pîroz berdewam dike
Weqfa Mezopotamyayêdi 22.10.2021ê da kursa sêyem ya rêzimana kurmancîyê li dar xist.Di vê kursê da di çarçoveya rêzimana nûjen da li gel dersên morfolojî, morfo-sentaks, sentaksa kurmancîyê, her weha di warê fonolojî û prosodîyê da jî ders hatin dan.
Berpirsyarên Weqfê armanca vê kursê weha dîyar kir : “Di çarçoveya rêzimana nûjen ya kurmancî û babetên zimannasîyê yên cuda da, em perwerdeyê bidin û alîkarîya vekoleran bikin.”
Di kursê da gelek zimannasan dersên gelekî giring pêşkêş kirin.
Behrûz Şucaî, Beyanî Şahîn, Ergîn Opengîn, Jafer Şêxulîslamî, Mihemed Teqewî, Mîkaîl Bulbul, Mistefa Aydogan, Newzad Hirorî , Sînan Gultekîn, Umran Aran, Ahmet Kirkan, Zana Farqînî dersdarên vê kursê bûn û kurs bi awayekî serkeftî bi dawî bû.
Ev kursa ha yazdeh hefteyan (22.10.2021 – 06.01.2022) dewam kir û hemû ders li ser Zoomê hatin dan. Her dersek du saet bûn ku saetek ji bo pêşkêşîyê bû û saetek jî ji bo pirs û bersivan hatibû terxankirin.
Hûrgilîyên kursên Weqfa Mezopotamyayê li vir in:
https://www.wmezopotamyaye.org/…/84-kursa-rezimana…
Riataza