PROFÊSORÊ NAVDAR FEYZOYÊ EGÎT 77 SALÎ YE

PROFÊSORÊ NAVDAR FEYZOYÊ EGÎT 77 SALÎ YE

Prîskê Mihoyî,

rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya)

 

Îro matêmatîkzanê Rûsyayêyî bi nav û deng, doktor-profêsorê zanîstîyê yê fîzîko-matêmatîkayê, akadêmîkê Akadêmîya Rûsyayêye teybetzanîyê, serokê kafêdra analîza matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Saratovêye dewletê, endamê Yekîtîya Amêrîkayê matêmatîkzanan, karmendê bi sîyanet yê Dibistana Rûsyayêye bilind Feyzoyê Egît Şemoyzn ji bo 77-salîya xwe pîrozbayan ji heval-hogiran û rêxistinên fermî werdigre.

Eger pesin tê tûnebe, mirov dikare bi heqî bêje, ku Feyzoyê Egît emekê mezin rêtîye ji bo pêşvebirina zanîstîya matêmatîkayê li Rûsyaê, xasma têorîya spêktral ya fûnksyayên komplêksa werguhêz. Navê wî ne ku tenê di nava goveka fireh ya zanyarên dewletên Sovîyêta berê da, lê usan jî li gelek welatên cîhanê dîhare.

Ewî bi dehan caran kêlmên zanîstîyê li ûnîvêrsîtêtên naskirî yên Rûsyayê, Almanyayê, Şwêdyayê, Îtalayê, Norvêgyayê, Amêrîkayê, Fransayê û welatên dinê xwendîye û li ser pirsên analîza matêmatîkayê sekinîye.

Feyzoyê Egît 28-ê kanûna paşin sala 1945-an li gûndê Baysizê (navçeya Talînê, li Ermenîstanê) di mala Egîtê Reşîtê Şemo da ji dayîkê bûye. Pêşîyên binecîyên vî gundî nêzîkî 190 sal berê di dema şerê rûsa-tirkan yê salên 1828–1829-an ji deşta Eleşgirê, bi taybetî ji Eyntabê (Kurdistana bakur) koçberî vira bûne. Eva gunda gûndekî êzîdîyayî herî kevnare li herêma Ermenîstanê. Ji gundê Baysizê gelek zanîyar derketine: doktor-profêsor Feyzoyê Egît, doktorê dîrokzanîyê Memoyê Xalit, doktorên zanîstîya fîzîko-matêmatîkayê Paşayê Mihoyî, Hesenê Egît û Dewrêşê Cewo. Dengbêjê beyt-serhatîyan Egîtê Têcir û dengbêjê naskirî Memoyê Silo jî ji vî gundî bûne.

Di sala 1962-a da Feyzoyê Egît li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewlete li fakûltêta matêmatîkayê tê hildanê. Sala 1966-an ew bi êkstêrn (ji demê zûtir) ezmûnên xwe dide û carekê ra ji kursa 3-an derbazî kursa 5-an dibe. Tiştekî balkêşe, wekî di nava dîroka Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê da Feyzoyê Egît xwendekarê duemîn bû, yê ku ji demê zûtir zonko kuta kirîye.

Sala 1966-an Feyzoyê Egît xwendina xwe li aspîrantûra Ûnîvêrsîtêta Lênîgradêye dewletê dûmayî dike. Ew 26-salîya xwe da navê doktorê zanîstîyê yê fîzîko-matîmatîkayê werdigre.

Feyzoyê Egît ji sala 1973-an hetanî sala 1993-an karmendê zanîstîyêyî sereke yê Înîstîtûta matêmatîkayê ya Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê bû. Wê demê ewî usan jî li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê li kafêdra analîza fûnksyonal dersbêjî dikir, di destpêkê da wek dosênt, lê dû ra wek profêsorê wê kafêdrayê.

Feyzoyê Egît sala 1993-an bi malê va ji bajarê Yêrêvanê cîguhastî bajarê Braynskê (Rûsya) dibe û wê salê da heya sala 2017-an ew serokvanîyê kafêdra analîza matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Bryanskêye dewletê dike. Lê di sala 2017-an da ew tê bajarê Saratovê û wî bi hizkirin li Ûnîvêrsîtêta vî bajarî ya dewletê hildidine li ser kar. Ew li vê demê profêsorê kafêdra vê zankoyê ya analîza matêmatîkayê ye. Ew lêksyayn (kêlmên) bi taybet ji bo xwendevanên kursên bilind dixwîne.

Fezoyê Egît xûdanê bêtirî 170 xebatên zanîsîyê ye, di wê jimarê da usan jî xudanê 4 lêgerînên fûndamêntal yên di warê analîza matêmatîkayê da.

Ewî gelek caran grantên (xelatên diravî) Fonda Rûsyaye lêgerînên fûndamêntal ya Wezîreta Rûsyayêye perewerdê û zanîstîyê wergirtîye.

Heyanî niha bêtirî 20 doktoran li ber destên Fezoyê Egît têzên xweye zanîstîyê yên dereca fîzîko-matêmatîkayê amade kirine û parstine.

Ji bo keda mezin ya di warê pêşvebirina zanîstîya fiziko-mamtêmatîkayê profêsor Feyzoyê Egît gelek caran hêjayî xelatên Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê, Wezîreta Rûsyayêye perewerdê û zanîstîyê, berpîrsyarîya Herêmên Braynskê û Saratovê bûye.

Dê û bavê wî – Qerqaşa Huseyn û Egîtê Reşît ji gundê Baysizê bûn, ji qebîla stûrkan. Wana 10 zaro mezin kirin, 5 kur û 5 jî keç, ji kîjanan pêncan xwendina bilind dest anîne.

Malbeta Feyzoyê Egît ra dibêjin malbeta matêmatîkzanan. 4 birayên wî li fakûltêtên matamatêkayê xwendîne û xwendina xwe bilind li serhevda anîne. Lê Hesenê birayê wî yê rehemetî jî doktorê zanîstya matêmatîkayê bû.

Xanima Feyzoyê Egît – Naza Hecî Cewarî jî matêmatîkzan bû (ew dota profêsor Hecîyê Cindî bû). Ewê jî Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê xilas kiribû, gelek salan dersbêja matêmatîkayê bû. Sed mixabin, sala 2017-an çû ber dilovanîya Xwedê.

Feyzoyê Egît û Naza Hecî du zaroyên aqil û kemal mezin û perwerde kirine. Kurê wan – Romo doktorê zanîstîya fîzîko-matêmatîkayê ye. Keça wan Sonê jî doktora tundurstzanîyê ye. Bêguman, Fezoyê Egît kubarîya gelê me ye. Ew rast zanyare, ew rast doktore, ew rast profêsore, ew rast akadêmêke. Gelek pirsgirêkên analîza fûnksîyonal ya matêmatîkayê îro bi navê wî ra girêdayîne. Lêgerînên wîye fûndamêntal yên li warê têorîya fûnksîyonal û analîza matêmatîkayê îro bûne pirtûkên ne ku tenê li ser sifrên xwendevanên fakûltêtên matêmatîkayê, lê usan jî yên gelek zanyarên di vî warî da.

Feyzo can, ez roja bûyîna We pîroz û bimbarek dikim, We ra sehet û qewatê û aramîyê dixwezim! Û dixwezim wê yekê jî bêjim, ku îro be yanê sibê be, nevîyên meyê rabin û li fakûltêtên zankoyên dewletan bêne hildanê û hîn bin û wê têza xwe ya doktorîyê li ser bingeha lêgerînên We amade bikin!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev