Pirsa we û bersiva me – 203

Pirsa we û bersiva me – 203

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Birêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke Dîdara Rojkanî alîkarî ji mamosta Haluk Agrîn xwest. Birêz Haluk Agrîn bersiveke bi dilê me da.

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsa birêz Dîdara Rojkanî û bersiva birêz Haluk Agrîn lezetê bibînin.

 

Pirsa Dîdara Rojkanî û bersiva Haluk Agrîn

 

Pirs: Gelo derheqa kurdbûna Gilgamêş da çi malûmatî cem we hene?

Bersiv: Min di malpereke bi zimanê îngîlîzî da, ku li ser maneyên navan dixebite (https://www.names.org/n/gilgamesh/about) berê xwe da navê Gilgamesh, li wir gelek kes dibêjin bi zimanê me ye, wek erebî, hebreî, grêkî û gelekên din. Lê haya kesî jê nîne (yan jî lêkolînerên Rojavayî xwe li nezaniyê datînin yan jî bi rastî nizanin…) ew xwerû kurdî ye, qet nebe di zimanê kurdî da peyvên gil yan jî gir û gamêş îro jî zindî ne. Nizanim belkî jî kêmasî ya me bi xwe ye ku em ziman û çanda xwe rind nadin naskirin û zanîn… 

Min weha nivîsî ku ev peyvên kurdî peyvên hîndo ewropî ne û nimûne nîşandan: 

Gilgamesh consists of two words, namely gil + gamesh. Gil means “big” and gamesh means “ox” or water buffalo in Kurdish. These words are still used. They are Indo-European words that live in Kurdistan, but it is strange that you look for the meaning elsewhere… Ga is Swedish “ko”, English “cow”, gil (in some Kurdish dialects gir which means German “gross”, or English great).

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev