EM BO NAVÊ RASTÎYÊ TIKA DIKIN

EM BO NAVÊ RASTÎYÊ TIKA DIKIN

Kemal Tolan

Dibe ku kesek di derbarê îdîaya ku em ê bikin de, me bi nîjadperestiyê sûcdar bike. Li gel vê jî em ê li soza xwe xwedî derkevin.

Me dem bi dem ev pirsan dipirsin…

Hem di nav hevalan de û hem jî di nav dostên me de… Sedema ku efendiyên cîhanê bi neteweya Kurd re dijminatî dikirin çi bû? Çima nehiştin ku netewa Kurd bibe dewlet?

Me bi van pirsan hewl da ku ji xwe û hem jî ji wan bipirsin. Bersivên ku me wergirtin qet jî têr nekirin.

Me di vê çarçoveyê de sedem û encamên ku me îqna bike bi dest ne xistin… Ji ber vê yeka ku me nikarîbû bersiva wan pirsan peyda bikin, dagirtina di hişê me de berdewam dikir.

Du sedemên ku serdestên efendî cîhanê rastiya Kurdistanê înkar dikin û Kurdan li paş dîrokê dihîştin hebûn….:

Ya yekem dema ku Selahedîn Eyûbî Xaçparêz têkbirin, suc û guneh ji bo neviyên xwe hîşt.

Ya duduyan, hewesa emperyalîstan a ji bo dewlemendiyên Kurdistanê yên binerd û sererdên wê bû.

Bê guman evan têra xwe razîbûn ne didan. Weke ku di cîhanê de gel, netewe û dewlet şerê hevûdinê nekin. Ji ber vê yekê, sedemên îdîaya yekem vala ye. Her wisa îdîaya duyemîn jî vala ye…“

Sedema ku efendiyên cîhanê rê dayîne avakirina gelek dewletan ew bû ku ew cardî sudê û fêdê ji dewlemendiya ser û bin axa wan bibînin. Ji ber evê egerê jî nayê wê wateyê ku dewlemendiya Kurdan bûye egera ku Kurd nebine dewlet.

Ji bo wan egeran jî me pêzanîneke li ber dest nîne ka çima Kurd nekirin xwedî dewlet.

Demeki dirêj rastiya derbarê Kurd û Kurdistanê ji cîhanê hate veşartin. Lê belê lêkolînên arkeolojîk yên li Rihayê (Urfa) heta radeyekê, ew perdeya veşartinê da rexekê.

Lêkolîna derxist holê ku şahristanî (medeniyet) ji vê deverê peyda bûye û li cîhanê belav bûye.

Di dawiya wan lêkolînan de derket holê ku hestiyên li girê Mirazan (miradan) hatin ditin û Kurdên li wê deverê dijîn xwedî yêk DNA yê ne.

Berî 12 hezar salan, yên ku ew şahristanî avakirine pêşiyên Kurda ne. Êdî kes nikare evê rastiyê înkar bike.

Efendiyên cîhanê jî nekarin evê rastiyê veşêrin, lê heta nûka jî hemû tişt û rastîyên di derbarê Kurdan de ne hatine vekirin û eşkerekirin.

Heta nûke çi ji me hatiye veşartin kes nizane, ew rastî çine?

Em nizanin, belê rastî li nik wan in. Em nav û nîşanên wan dizanin. Nav û nîşana yêkem: Vatikan û ya duyem jî: British Museum e.“*

*Ev wergera ji ber gotara Hasan H. Yildirim & Hussein Erkan hatiye nivîsandin.

https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=1745854865619614&id=100005853522838

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev